Empatîya Zêde Ne baş e
Empatîya Zêde Ne baş e
Dema weşanê: Gulan 25, 2020, 2:09 Dîtin: 2065

Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin jî wê dike, yan jî jin çi dike mêr jî wê dike. Ji ber vê yekê dema ku her du hevser heman tiştî dikin, êdê cudahî û taybetî di navbera wan da namînin. Loma jî biryarên malbatê yên girîng ne tê da, divê jin û mêr li gorî taybetîyên zayendên xwe û li gorî daxwaz û hizirên xwe tev bigerin. Heke bi vî awayî nêzîkî hev bibin, dê zewaceke baştir bi hev ra bijîn.

Bo nimûne, jin û mêr diçin xwaringehekê ji bo xwarinê bixwin. Mêr dipirse, tu yê çi bixwî?
-Wele hema tu çi bixwî, ez ê jî bixwim.
Mêr dipirse, delala min ez kîjan tîşortî bistînim?
-Ew ê han xweşiktir e.
Jin dipirse, ez çi li xwe bikim?
-Şalê reş, tîşortê reş.

Pedagog dibêjin ku heke jin yan jî mêr daxwaz û tiştên ku bi xwe diecibîne bi xwe hilnejibêre, wê demê di demeke nêz da dikevin nava pêvajoyeke xeter ku jê ra empatîya hevpar dibêjin. Ev yek jî ji bo zewacê ne baş e. Empatî, ji bo ku mirov rewşa hin kesên din fêm bike baş e, lê belê di nava malbatê da empatîyeke zêde çêbe, wê demê rewş ne baş dibe. 

Bawer Agirî