Stranên Faris, Romanên Goethe
Stranên Faris, Romanên Goethe
Dema weşanê: Hêzîran 11, 2021, 1:10 Dîtin: 1400

                            Siltan, li ber rûbarê banda bavê xwe ya ji Binxetê hatî derxist. Strana ku diyarî Mihemed dikir vekir û dengê Faris Bavê Fîras bi rûbarê re herikî:

Ez dîn û har bûme

Li ser te şêrînê

Ro’ bi ro’ xwe dişkînim

Ma tu min nabînê?

Siltan, ev strana hanê tim û tim ji bona Mihemed digot. Geh di nava mişarên pembû de pêşberî 50 paleyî geh li kaniya gund di nava hevalê xwe de geh şevberkên da. Lê herkesî cihê stranê dizanîbû. Siltan, Mihemed ji her tiştî pirtir dixwest lê maliyê Siltanê ew ne didane Mihemed. 4-5 neqlan dê û bavên Mihemed, Siltan xwestin lê bavê Siltanê lanet li şeytan ne dianî. Mihemed, çarenûsa xwe li revandinê didît, car caran dianî ziman jî lê ev yek ne bi dilê Siltanê bû.  Digo:

___ Hemo, ez rihê xwe teslîmî Ezraîl bikim jî bi revandinê, serê mala xwe na tewînim.

Weke Faris dibêje:

                        Bi revandinê tu nayê,

 Te nadin xwestinê”

rewşa Mihemed û Siltanê bi vî şeklî bû.

Roja çûyî ber avê jî axaftina gund Siltan bû. Siltan dabûn hinekan. Êdî Siltan xwe wenda kiribû. Rahişt banda bavê xwe û bi dizîka ber bi çem ve birêve çû. Li qeraxê şet rûnişt, band vekir û  dengê wê bilind kiribû. Ji nişkê ve xwe avêt avê.

---

Hecî Reşîd çîroka xwe xilas kir. Nevîyê wî pirsa Mihemed kir. Hecî Reşîd devê xwe venekir.

Lê neviyê wî pirsên xwe xilas nekiribûn:

___ Erê yabo, mesela Mihemed û Siltanê ne xerîb e lê mesela stranên Faris Bavê Fîras çi ye? Çima gava xwe diavêje avê strana wî vekiriye?

Kalo, bi vê pirsê kenî.

___ Kurê min bawer bike hûn dibêjin moda.

___ Çawa?

___ Salên 80yî evîndaran bi stranên Faris bêhna xwe berdidan. Weke nameyeke evînê bûn stranên Faris. Gelek qîz ber stranên wî digirîn, xwe li erde didan û bi dehan keçê weke Siltanê hene ku xwe li ber wan stranan kuştine.

___ Ji dil?

___ Erê kurêm’. Stranên weke “Dostê, Mirin Xweştir ji vî Halî, Ez Dîn û Har Bûme, Koça Bar Kir, Ez ê Bêjim” nemaze li herema Torê di her malê de deng dida.

___ Yabo, naxwe Faris Bavê Fîras, Johann Wolfgang von Goetheyê me ye.

___ Kuro ew kî ye?

___ Yabo, romannivîsekî Elman e. Di wejêyê de pir navdar e. Romana wî ya Êşên Wertherê Ciwan ( Genç Werther’in Acıları- Die Leiden des jungen Werthers) weke stranên Faris,  di sedsalên 18 û 19an de bûbû sedema xwekûştina ciwanan.

___ Çima?

___ Yabo, Werther dil dikeve Lotteya xweşik û ciwan. Li gor romanê dilê Lotte jî di Werther de heye lê Lotte mixabin destgirtî yê. Destgirtiyê we ne li cem e. Heta destgirtiyê we tê Werther hevaltiya xwe û Lotte û maliyê Lotteyê pêşve dibe. Albertê destgirtî tê û ew jî dibe hevalê Werther. Werther xwe ji wan dûr dike lê taliyê de xwe dikûje.

___ Roman normal e kurê min.

___ Belê yabo. Ya derasayî vegotina Goetheyê. Vê evîna nedirust bi zimanekî bêhempa vedibêje û lêhengê romanê Werther dibe rojeva civata wejêya Ewropa.  Piştî roman tê weşandin xortên Elman û Ewropî cilûbergên Werther li xwe dikin. Frakên şîn, êlekên zer û botên Wertherî dibin mode. Lê ya nexweş modeya xwekuştinê destpê dike. Roman ligelek deveran tê qedexe kirin lê yê çû ji kîsî xwe çû.

___ Naxwe tu dibêje Goethe û Faris her çiqas ne li gor dilê wan be jî hevkarên hevûdu ne.

___ Belê yabo. Goetheyê Elman bi romanekê Faris Bavê Fîras bi stranan mode diyar kirine lê mixabin Goetheyê Elman di cihanê de navê xwe belav kir, Farisê kurd eva tu dibînî neviyê te wî nas nake.

___ Kurêm, ne Îbn Xaldûn berî hezar salan gotiye:” Erdnîgarî qeder e.” Qedera me wiha ye. Gelo çî Camî ji Meleyê Cizîrî baştir e, çî Firdewsî ji Xanî qedirtir e, çî Y. Emre ji Feqiyê Teyran peşvêtir e? Lê mala bêxwedanbûnê xirab bibe…