Desthilata misilmanan û zorbazîya xwedayî
Dema weşanê: Nîsan 3, 2022, 1:42 Dîtin: 442

Zêdetirî 1400 sal derbas bûn û di ser me ra borîn, hûrbîn hatin îcadkirin û bi dest mirovan ta şîyana dîtina vîrosên nedîtbar û sazkirina derman û vaksînan ket. Lê xewa me ya giran me nahêle ji bin afeta bêhişîyê rabin. Mezinên me va ne bi çavên xwe yên reşî gilover dixwazin heyva ezmanî bibînin, da fermana xwarinnexwarinê bi cih bînin. Li welatê me yê ”azad”, yê ku gelek xwîn ji bo wî hatîye rijandin, îro fermana qedexekirina xwarin û vexwarinê li cihên pûblîk tê ragihandin.

Heger xwarin û vexwarin bên qedexekirin û li ser wan ferman belav bibin, wê çaxê ”azadî” li ku ma?! Ji bo vê azadîya navkî bi hezaran kurd bi destên îslamîstan hatin kuştin û dê hîn bên kuştin, lê em hîn tê nagihêjin ku dîn û bawerî nexweşîyine talûkedar in û divê ji hişê mirovan biderên.

Mirov çiqasî piştgirîya ayînan bike û di ber wan da canê xwe jî terxan bike, lê li talîyê ev tenê bawerî ne, yanê rastî nîn in. Em îro gihîştine asteke bala ji zanîn û zanistê, û hebûna bawerî û dogmayan di nav me da nîşana ehmeqîyê ye. Mîna ku tu bibêjî mast spî ye, lê yek rabe û bibêje ”na, ez bawer dikim reş e.

Ji zarokatîya me da (kesên ji civatên misilman tên) û ji me ra dibêjin ku ev meha han (remezan) ji bo me fêrî sebr û xweragirtinê bike ye. Mirov tê da fêrî rewşên kesên feqîr xizan dibe. Bi vî awayî mirov xwe di ser ti kesî ra êdî nabîne û nefsbiçûk dibe. Heyran, çi feqîrî û çi xizanî? Ma ji me desttengtir kes hene?! Li herêma me ya nîvserbixwe Rojava”, li Cizîrê nanê dikirin haşa heywan naxwe, û li alîyê din ku îcab nake ez behsê bikim, li Efrînê xelk êdî dest bi komkirina qûta xwe li ser sergoyan kirîye. Li van zêde, divê xwe birçî bihêlin da ku bi xizanan bifikirin.

Heger Xweda hebûya, wê çaxê divîya navê vê tevgerê zorbazîya xwedayî bûya. Eyb û şermeke mezin e ku heta vê rojê em bi xeyalên serdemên kevnare bawer dikin. Û ji bilî van hemûyan, û tevî ku em jixwe gelekî (miletekî) bê ber û berhem in, raserî wê xelk ê xwe ji xwarin û vexwarinê biparêze ji bo xeyalekî ezmanî. Arodetî, tiralî û bêberhemîya me her berdewam e. Ev 14 sede derbas bûn, çi ji bawermendan derket?! Çi bi pêş xistin?!

 

Mixabin, Kurdistan bûye Îslamistan. Kesên nemisilman divê li gorî bîr û bawerîya berberî xwe eyar bikin û ti tiştî nexin devê xwe, da misilman nexeyidin û neqehirin. Da Xwedayê heft erd û ezmanan, çêkerê gerdûn û hemî stêrkan, maka mihrivanî û dilovanîyê, bi vexwarina qurtek av dîn nebe.