Derûn û rewanê jîndaran
Derûn û rewanê jîndaran
Dema weşanê: Adar 22, 2021, 12:38 Dîtin: 1215
Derûnzanê amerîkî Harry Harlow ezmûnek li ser meymûnan çêkir. Tê de meymûnên biçûk ji dayîkên wan birin û xistin rekehekê.
Di vê rekehê de du qirdikên pêlîstok hebûn, yek ji kincan çêkirî bû û dişibîya qirdan û ya din ji hesin çêkirî bû û ne dişibî qirdan.
Lê ya ku nedişibî qirdan, şûşeyê şîr li cem bû. Anku wê şîr dida wî meymûnê biçûk.
Harlow dît ku tevî ku qirdika hesinî hemî pêdivîyên madî li cem hene, lê meymûnê biçûk dixwest tim li cem a bikinc û dişibîya qirdan bûya.
Harlow tê derxist ku derûnîya jîndaran roleke gelekî mezin di jîyana wan de dilîze.
Mirov dikane vê ezmûnê bi awayê ku welatên cîhanê li gel sewal û ajelan tev digerin bide ber hev. Çêlekên ku tenê di axûran de dimînin û ji bilî xwarinê tiştek nayê ber wan, mîna tevgera qirdika hesinî ye.
Li ser mijarê, ajelên nêr peresîne ku divê bi hin tevgerine taybet tev bigerin ji bo bidestxistina ajelên mê û bi wan re têjikan bînin, ajelên mê jî peresîne ku xwedî hin taybetmendîyan bin ji bo mezinkirina têjikan.
Dema aviskirina ajelan bi rêyeke nesiriştî çêdibe û têjik bi rêya makîneyan xwedî dibin û mezin dibin, li vir pirsgirêka derûnî derdikeve.
Tevî ku ev ajel hemî pêdivîyên madî bi dest xwe dixin, lê dîsa jî nehevsengîyek di jîyana wan de dirust dibe.
Bi gotineke din jî em dikanin vê dîyardeyê bînin zimên: jîyana li sirgunê.