Heval û Hevaltî di Ramanên Arîstotalesî de
Heval û Hevaltî di Ramanên Arîstotalesî de
Dema weşanê: Êlûn 26, 2019, 3:30 Dîtin: 864
Heval û Hevaltî di Ramanên Arîstotalesî de 
Heval ji bo çi ne? Arîstotales di kitêba 8 û 9 a ‘Etîka Nikamakhos’ê de behsa sê hevaltiyên cihêreng dike: A yekem, hevaliya kêf û şahîniyê ye. A duyem, hevnasiya stratejîk e. Ev herdu hevaltî jî, heta ku avantaja hevalan hebe, hevaltî berdewam dike. A dawîn jî, hevaltiya rast û dirist e û a rastîn jî, ev e. Di hevaltiya rastîn de, dibe ku meriv neşibin hev. Lêbelê, hevaltiya rastîn xemxwarin e. Derdê hevalê te ê rastîn, derdê te ye. Keyfxweşiya wî, keyfxweşiya te ye û ev yek, li hemberî mirovên din, te xeydok dike. Lêbelê, dibe sebebê hêzdariya te jî. Tu ji sînorên waswas û ramanên xwe, derdikevî. Jiyana yeke din jî, digrî nav jiyana xwe û dilê xwe, fireh dikî. Tu jîrtir, hestnerm û bêtir alînegir dibî. Erdemên xwe, parve dikî û xuy û xisletên xwe yên xirab, tune dikî. Hevaltî, xwebûnê fêrî meriv dike û beşa herî xweş û geş, a jiyanê ye. 
 
Ali Gurdilî 
felsefevan@hotmail.com 
25.09.2019