Epicurus (Epikuros, Epikur)
Epicurus (Epikuros, Epikur)
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:22 Dîtin: 848
'Heke Xwedê bixwaze xirabiyan ji holê rake û nikaribe rake, yan jî dikare rake û naxwaze rake, yan jî ne dixwaze rake ne jî radike, yan jî hem dixwaze ku rake û dikare rake. Heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û hêza wî têra rakirina xirabiyê neke, bêhêz e û ew rewş, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Na heke dikare xirabiyê ji holê rake; lêbelê naxwaze, nexwe ew hesûd e û ew rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Heke ew ne dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û ne jî ji holê radike, nexwe ew hem hesûd e û hem jî bêhêz e. Ev rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye û di vê rewşê de jî, ew ne Xweda ye. Na, heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û radike, ku bi tenê ev rewş li Xwedê tê; nexwe jêderka xirabiyan çi ye? Yan jî, çima Xwedê naxwaze xirabiyan ji holê rake?’
 
Epicurus (Epikuros, Epikur)
Çavkanî: Pirsgirêka Xirabiyê / Gotar – Ali Gurdilî