Bextewarî di ‘Etîka Nikamakhos’ê de
Bextewarî di ‘Etîka Nikamakhos’ê de
Dema weşanê: Êlûn 26, 2019, 3:34 Dîtin: 1178
Bextewarî di ‘Etîka Nikamakhos’ê de  
 
Tiştê ku mirovan bextewar dike çi ye gelo? Di ‘Etîka Nikamakhos’ê de, hewl daye xwe ku wan faktorên ku bandûrê li jiyanî mirovî dikin, raxe holê. Dibêje ku temamiya mirovên serkeftî, xwediyê hinek wesfên diyar in û xwediyê hinek fazîleta ne. Li gor dîtina wî, divabû em jî têbigihêjine wan wesfan, bibin xwediyê wan û bikaribin wan vebiguhezine hinek kesên din. Li gor nêrîna Arîstotales, yazdeh erdem hene, ku ew jî ev in: wêrekî, maqûlî, azadî, bêhempatî, gewretî, anor, sebir, rastgotî, jîrîtî, hişmendî û nefsbiçûkî. Arîstotales têdigihêjê ku hemû erdem, di navbera du mezîyetan de cih digrin. Wate, di navbera du wesfên dijraber de ne. Ji vê têgihiştinê dide rê û dibêje ‘Rêya Navînî’. Mesela di kitêba duyem ya li ser etîkê de, behsa kêf û şahiya ji hedê xwe zêde û bêhntengiyê dike. Li gor nêrîna wî; axêveriya baş, kilîda jiyaneke baş e. Ji ber vê yekê jî, li rê û rêgehên axêveriya baş vedikole. Li gor nêrîna wî; hinek mirov, bi ser nakevin. Çimkî ne esprîtuel in. Ev rewş jî, bêhna mirovan teng dike û dibe sebebê, aciziyê. Di rewşekê wiha de jî, dê behsa miroveke ku bi kêrî tu tiştî nayê, xeydok e û bi kêrî têkilî û danûstandina sosyal nayê, bê kirin. Lêbelê kesên din, yarî û henekan wekî rê û rêgeheke bikar tînin. Palyaçoyek, li hemberî henekekî nikare li ber xwe bide. Rêzê ji kesî re nagre û dibe sebebê ken û tîqetîqê. Û gelek gotinên ku hinek nikarin xeyala wan jî bikin, dike. Mirovê xwedîerdem, li vir emelê zêrînî ye. Hişmend e, lêbelê kubar e. Arîstotales tabloya temamiya erdeman, di lewnê emelan de amade kiriye, ku bi rastî ev xebat hêjayî pesinandinê ye. Gotiye ku wiha zû bi zû, em nikarin tevgerên xwe biguherînin. Lêbelê, guherîn  pêkan e. Li gor nêrîna wî; başî, encameke kurmên (hînbûnî, habit) mirovî ye. Lewma jî, jê re wext, wêrekî û fersenda kirinê, divê. Dîsa li gor dîtina feylesof; mirovên ku ne dilpak (xwedîerdem) in, ew ne mirovên xirab in; lêbelê, mirovên bêsiûd in. Loma jî tiştê ku pêdiviya wan pê heye, ne şermezarî yan heps e. Pêdiviya wan, bi perwerdehî û mamosteyên, baş heye. 
 
Ali Gurdilî 
felsefevan@hotmail.com 
25.09.2019