Cîroka çelîkkopalê
Cîroka çelîkkopalê
Dema weşanê: Befranbar 22, 2022, 11:28 Dîtin: 1158

Cîroka çelîkkopalê

Nivîskar:Italo Calvino

Wergêr: zekerîya husênî

 

Bajarek bû kû li wir her tişt qedexe bû û tenik dişta kû li wir  ne  qedexe  bû lîstika çelîkkopalê bû. Xelkên bajêr her roj li çolên devdora bajêr dicivîyan  û dema xwe bi lîstika çelîkkopalê  derbas digirin.

Ji ber kû qaîdeyên qedexe kirinê ne bi yekcarî lê gav bi gav û her tim jî bi hincetên têr hatibûn hûnandin tû kesî tû sedemek ji bû gilî û awartê nedidît û niştecîyan ti pirsgirêka wan bi pêkanîna wan rêbazan re tune bû !

Sal bihûrîn . Rojekî giregirên bajêr dîtin kû ne hewce ye kû her tişt qedexe be.

Carçîyan ji bû gîhandina wê nûçeyê bi xelkêre , çûn navenda kombûna niştecîyên bajêr û bi dengekî berz ji gel re gotên :ey gelî niştecîyên bajêr. Bizanin û  hayedar bin kû li niha û şûnde   tû tiştek ne qedexeye.

gel kû li dora carçîyan kom bibûn. Piştî bihîstina  daxûyanîyê  belav bûn û dîsan bi lîstika çelîkkopalê we mijul bûn. 

Carçîyan dîsan ji wan re dan dîyar kirin : we fêm kir hûn êdî rizgarin çi tişta kû dilê we dixwaze bikin.

Welatîyan bersiv dan:

Ê Başe. Em waye çelîkkopalê dilîzin.

Carçîyan gelik tiştên balkêş û bikêrhatin têper bi bîra wan hanî kû berê dikirin û niha ew diştana dikarin dîsa jî bikin. Mixabin xelkê gûh nedan û hin bi lîstika çelîkkopalê domandin . Bê rawestan!

Carçîyan kû dîtin hol danên wan bê encame çûn û mîr bi wê yekê agahdar kirin.

Mîr got : xem nake! Em ê çelîkkopalê qedexe bikin!

Bi qedexe kirina çelîkkopalêre  bû , kû gel serî hildan û mîrên bajêr kuştin û bê metelî dîsan vegerîyan û dest bi lîstika çelîkkopalê kirin .