Hun zexîra xwe ji êş û janê didoşin
Hun zexîra xwe ji êş û janê didoşin
Dema weşanê: Rezber 22, 2017, 12:37 Dîtin: 721

 

Kes xetayê xwe nabîne. Her kes yê, yê din dibîne, her kes kêmasîya xwe di tald`a kêmasîya yekî din da vedişêre  
Partîyên kurdan sîyaseta xwe li ser `dîtina xetayên hevdu` ava kirine. 
Meriv nizane ji kîderê de destpêke...
Eş û jana me dijwar e ; lê êdî ji êş û janê betir, şerm û fedîyê xwe bi cîh kirîye. Ez bi xwe şerm dikim... 
Dema fransizek ji min tiştekî dipirse, caran şerm dikim bersiv bidim. 
Şerm dikim bêjim, em 40 mîlyon kurd bê dewlet in. Şerm dikim bêjim, em 40 mîlyon in, lê hîn zimanê me qedexe ye.
Ez ji kesî re nabêjim, ez tirkî ji kurdî baştir dizanim. Şerm dikim!..
Şerm dikim bêjim, ez zimanê xwe yê makî baş nizanim!..
Mergaseta me pir mezin e, lê me hîn baş fahm nekirîye.
Rexnekirin hêsan e. mirov dikare hevokekê bixwîne, pirtûkekî rexne li ser vê hevokê binivîse. 
Hestîyê ziman tune, berde binî erd e.
Lewma ez naxwazim êdî partîyên kurdan rexne bikim. 
Partîyên kurdan vê carê baş ray me dan ku ; ew li ser dagirkerîya dijmin na, li ser desthilatî û berjewendîyên partîparêzîyê kûr û tîr dibin. 

Rexnekirin kendal û newalên birînên derûnî kûr dikin ; mîna ku nexweşek derûnî were cem we ; ji bo saxkirina wî, hûn jê re hertim bêjin : tu nexweşî ! tu nexweşî ! tu nexweşî !..
Ji bo pirsgirêkek çareser bibe, divê berî hertiştî pirsgirêk were naskirin, zanîn, zanebûn yanê teşhîs bibe. 
Bêguman semptomên vê nexweşîyê hene ; lê kes xwe lê nake xwedî.
Me kaşên berf û şepe kirine nigê xwe em diçin ser cemedê dişiqitin.
Me patenê cemedê kirîye nigê xwe em diçin ser berf û şepe dişiqitin. 
Paten di berfê re diçin, kaş jî li ser cemedê fren nagrin. 
Yanê serê me diêşe em diçin ji bijîşk vîyagrayê dixwazin !!!
Lê em dizanin nexweşîya me çîye.

Min bi van çavên xwe dîtine bi van guhên xwe, di mala xwe da bîhîstîyê, hemwelatî û hemnijadên min, ji min re gotine : « Kurdistan`a PKK ava dike ez naxwazim ; Kurdistan`a Barzanî ava dike ez naxwazim. »

Min ji wan ra ev mesela got : 
Axayek xulamê xwe dişîne cem deyndarê xwe, dibêje, here deynê min bîne. Xulam çûye cem deyndar pere xwestîye. Deyndar jê re gotîye min gişt berbihev neanîye, nîvê pereyan ez didim, silav û hurmeta min ji axa ra bêje, ez nîvê din jî carek din dişînim. Xulam gotîye, welle hûn giştikî nedin ez pereyan nagrim. Vegerîyaye mal, hal û mesele ji axa ra gotîye; axa ji xulam ra gotîye: “kûtoyê min, eger carek din min tu şandî cem deyndarê xwe, deyndarê min çi da te, tu digrî.”

Nêrîna kurdan hinek dişibe vî xulamî, ev nêrînên han herifandina mejîyê kurdan dide xuyan.
Ez herdu Kurdistanan jî dixwazim. 
Li jor me gotibû kes xetayê xwe nabîne...
Kurd hevdu rexne dikin, lê di rexneyên xwe de li rastîyê nagerin. Kes hewl nade ava xwe zelal bike, herkes li şêlûkirina ava yê din dixebite, ji bo ku ava wî, ji ya yê din kêmtir şêlû bixuyê.
Hûn baş dizanin ava we hemûyan şêlû ye, mîza we ne zelal e ! 
Min ji yekî pirsî: Ocalan qet şaşî û xetayan nake? Got: çawa nake ew jî însan e, herkes xetayan dike. 
Min got: tu dikarî du sê heb xetayên Ocalan bêjî? Di devê xwe de bir anî, çep lêxist, rast lêxist axirê tiştek negot. 
Min ji yekî Barzanî diparast, heman tişt pirsî, wî jî bi heman tewrî xwe bir anî ; kirrîn ji kevir hat ji wî nehat. 
Êê ! madem hûn ewqas dişibin hev, hûn partîyên kurdan, em ji we re dibêjin ! hûn çima nabin yek li hember dijminê xwe şer nakin. 
Hûn zexira xwe, ji êş û jan û belengazîya kurdên zarên xwe didin we û bi gotinek we xwîna xwe dirijînin, çêdikin. 
Ji bo wefadarîya van keç û xortên hîn lêvên keç û xortekî paç nekirine û xwîna xwe ya sor rijandine, hûn nikarin bibin yek ? 
Hûn qet difikirin eger hûn bibin yek, çendik û çend keç û xortên din tên xwe digîhînin we ? 
Bi rastî hûn qet li vê tiştê fikirîne ? 
Hûn bibin yek hêza we duqat nabe ! hêza we heryekî sêqat dibe. Dunya ji xwe re hurmet dike, kurd ji we re hurmet dikin.
Yan em ê bibin yek, yan jî namûs bi me dor bi dor e!