Fîlozofiya Mîrkut
Fîlozofiya Mîrkut
Dema weşanê: Rezber 8, 2017, 1:22 Dîtin: 1215

Di zaroktîya min da dema mezinan li ser tiştekî nîqaş û gengeşî dikirin, bi ser hev de diqêrîyan. Ji min wetrê kê pir qisekira û kî pir biqêrîya ew mafdar bû.

Paşê dema hinek mezin bûm, min dît ne mijar hatibûn guherîn ne jî hêza dengan.

Min ji xwe ra digot: çima mirov ewqas bi hev re qise dikin û pirsa kesî bi ser ya kesî nakeve.

Û min ji xwe dipirsî: gelo di nîqaşên mijarekî da gotinek “yeqîn” rast tune meriv bibêje, û yê li hember xwe kerr û lal bike? Yanê tiştek ji sedî sed bi bergeng, konkret rast.

Lê wê demê min hîn nizanîbû mantiq çîye. « Mantiqa rasyonel » jî, min qet ji bin ve nizanîbû çîye.

Piştî temenekî şûnda, min ev têgeh fahmkirin û ez li ser vê têgehö kûr û tir bûm. Min fahm kir hertişt bi wate nîn e, yanî wateya hertiştî tune lê “sedem û mantiqa” hertiştî heye.

Hertişt bi sedem bû û hertiştê bi sedem, mantiqa wî jî hebû, ji astek şûnda hertişt dibû “encama sedemek sirûştî.”

Paşê ez gihiştim asta fahmkirina ku; taybet mirovên nîvzane, bi navê azadîya fikir, tiştên derxweza, deraqil û razber diparêzin; û ew tiştên diparastin fikir nebûn; û taybet jî fikrên wan nebûn. Hinekan ji çep û rast nivco-nivco xwendibûn, hinekên din jî, ji wan tiştên “nivco xwendî” nîvco bîhîstibûn.

Yan jî wek ol û gerdîşên dê û bavên wan ray wan dabûn, wan jî ev tiştên bîhîstibûn wek zanîsti li dora xwe dixwastin belav bikin. Û mijar! Mijarên me pir di astek bingehîn da ne. 

Ez êdî ji van mirovan kerixîme û vê kerîxîna xwe jî bê wezn û bê tewazû tînim ziman. Ev jî, mafê min e. 

Eger yek dixwaze balê bikşîne ser taybetîya xwe, bira tiştek `fêrbûyî` na, tiştek “fikrî” bêje.

Aktorê Amerikan, Rober Wîllîams di fîlma xwe ya bi oskar “Wîll Hunting” de Derûn nas e. Bi Matt Damon ra dilîze. Damon elîlê wî ye, zênek wî yê derxweza heye lê ciwan e, divê were beralîkirin. Ev xortê ciwan hemû zanebûnên xwe yên pirtûkî dide rêzê, ji bo bi serkeve.

Rober Wîllîams jê re dibêje: “tu-tiştek ez ji te fêrbibim û nikaribim di pirtûkan da bibînim, tune ye.”

Fîlozofê Fransiz Mîchel Onfray di heman demê de, pisporê fîlosofîya fîlozofê Alman, Frederîch Nîetzsche ye. Digot: Nîetzsche, fîlozofîya çakûç dikir, yanê fîlozofîya zorê.

Ez jî dibêjim: em fîlozofîya mîrkut bikin. Ji bo pûrik ji genim veqetînin û genim neşkênin. 

Di rojhilata navîn da taybet di me kurdan da ev tişt qe ji bin ve tune. Em Kurd, fikran ji bo dilê kesî nemîne bi awayek nerm tînin ziman. Û me navê vê tiştê danîye: dilnimizî.

Eger tişta em dibêjin, dilê nîvê civakê neşkênîne wê demê gotina me dubarekirina tiştên `dubarekirî` ye. Ne fikir e.  

Lewma nîqaşên me yên li ser ol, raman û sîyasetê nagîhîjin astek taybet û balkêş.

1500 sal e îslam nezanîyê waz dide. Nîvzan jî dibêjin : “divê meriv hîssîyata gelê me yê oldar bide berçavan.”

Ê baş e ! em êdî ji nezanîyê re hurmet bikin !

Divê em rastîyê fêrbibim, lê ji bo hurmet û rêzdarîyê, rastîyê ji kesî re nebêjin !

Çima ?

Ji ber ku nezan pirjimarin.

Em ji rastîyê ra na, ji pirjimarîyê ra hurmet bikin.     

Divê em hinek tiştan bilivînin, û caran hesta mirovan tevdin, dardev bikin, yên ji hinek tiştan vediciniqin û har û dîn dibin bira ji me re êdî tiştên ezberkirî nebêjin.

Ji parêzîya razberîyê ra rêzdarî, qetla hizrê ye.

Tiştek nû, îro di sîyaset û ol û ramana kurdan da bala meriva dikişîne tune. Sîyasetmedarên kurdan ji çil salî vir ve heman tiştan dibêjin, tenê sazîya hevokan tên guhertin, wekî din heman tişt in.

Di rojnamê kurdan da jî, heman nivîs û heman mijar dubare dibin. Qasî pozê derzîyê li ser fikir û raman, tiştek ji cîhê xwe naleqe, nalive. Tiştek nû tune. Li ser mijarên rojane heman çerx di şûna xwe de, bi heman sûretê bi heman alîyî ve digere.

Civaka kurdan bi gelemperî bûye du alî, yê sisêyan yan li valî yan li walî ye... Hewla pêşketin û cûdahîyek nû tune ye; yê çaran, li cem wan yan dîn e yan xayîn...

Tu tiştek li ser raman di me de ava nebûye, kes nikare lîder û olan rexne bike. nezanî mîna vîrûs ketîye me, me ji hundir ve dikoje.

Herkes nihêr û ramana xwe di nav sînorên daxûyayî de tûj û zot dike.

Û şîroveyên li ser sîyasetê, civaka hinek pêşketî kerixandîye êdî.

Yên mayîn jî naxwînin.

Li ser xebatên cûda hewlek şêwaz tune, Sazî tune, sîstem tune, pergal tune, nirx û çerx tune,

Meriv dema rojnamên kurdan dixwîne aciz dibe. Yek li ser mijarekî cûda tiştekî nanivîse.

Sîyasetmedarên dagirker li ser kurdan sîyasetê dikin... sîyasetmedarên kurdan li ser gotinên wan û bûyerên dîrokî û rojane şîrove dikin... nivîskarên me jî li ser şîroveyên şîroveya şîrove dikin. Bi gelemperî jî, bi tirkî... (ev jî mijarek din e)

Dema kesek fikrekî rexne dike, em rexneya wî rexne nakin, em êrişî kesayeta wî dikin, di şûna dijpeytîna (dissertation) fikra wî de em dijî kesayeta wî derdikevin.

Di kurdan da karê şervan, sîyasetvan, rewşenbîr, rojnamevan, gişt li nav hev ketîye :

Şervan sîyasetê dike,

Sîyasetvan filozofî û nivîskarîyê dike,

Rewşenbîr sîyasetê dike,

Rojnamevan jî rojnamevanê kê be li têla wî dixe.

Weselam ; her-kes-li-ser-her-mijarê-her-tiştî-ji-her-kesî Bêtir dizane.

...Û kes li ser karê xwe tîr û kûr nabe!