NEWROZA WE PÎROZ BE
NEWROZA WE PÎROZ BE
Dema weşanê: Adar 21, 2019, 12:00 Dîtin: 3000
 
Newroz, ji bo zerdeştîan Newroza Cemşîdî ye, cejnek dînî ye, ji bo farisan sersal e, ji bo gelek miletên cîhanê roja destpêka buharê ye, lê ji bo kurdan zadroj e, roja dawîanîna li zulma zaliman e, roja berxwedaran e, roja serhildaran e, roja kawaê hessinkar e, roja kawaê hemdem e, roja biserêxwebûna medan e, roja serbestîê ye, roja azadîê ye, roja serê sala nû ye, roja hatina buharê ye, roja hatina ronahîê ye, roja çûîna tarîê ye, roja geşbûna agirê sor ê beheştê ye, roja vemirîna agirê reş ê dojexê ye, roja xweşîê ye, roja dildaran e. Ji ber vê kurd û Newroz mîna xwîn û tamarên dil û mêjîekî ne; bi hev ra hene, bê hev tunne ne.