Kirîn û Firotinek Amerîkayê Hebe Ew jî Dewleta Tirk e, ne Kurd in...
Kirîn û Firotinek Amerîkayê Hebe Ew jî Dewleta Tirk e, ne Kurd in...
Dema weşanê: Rezber 9, 2019, 1:33 Dîtin: 769

Min gelek caran gotibû, ezê careke din jî bibêjim.

Amerîka ji Surîyê venakişe…

Ji Iraqê venakişe…

Ji Rojhilata Navîn venakişe…

Li Rojhilata navîn hevpeymanê wê yê herî girîng jî îro Kurd in û dê sibê jî Kurd bin.

Amerika bi destpêka salên 90î va bû hevpeymanên Kurdên Başûr…

Çend sal e jî bi Kurdên Rojava ra hevpeyman e…

Dem hat, wê bi Kurdên Bakûr û Rojhilat ra jî bibe hevpeyman.

Ew dem jî ne dûr û dirêj e…

Heger îro li Başûr nîvdewleteke Kurd hebe…

Li Rojava, navê wê çi dibe bila bibe, rêvebirîyeke Kurd hebe, di avakirin û parastina wan da para Amerîkayê ne kêm e.

Divê Kurd vê rastîyê bizanibin û gor wê tevbigerin.

Propgandayeke dewleta tirk ya herî girîng e.

Kîngê ku di navbera Kurd û Amerîkayê da pirsgirêkek piçûk jî derbikeve, dibêjin; “Amerîkayê Kurd firotin…”

Ne tenê rêvebirên dewletê, nivîskar û rojnamevan, çep û rast, olperest û neteweperest, kî ku devê xwe vedike, dibêje; “Amerîkayê careke din dîsa Kurd firotin…”

Kurdên me yên ku li televizyonên tirkan temaşe dikin û rojnameyên tirkan dixwînin, ew jî di bin tesîra gotinên tirkan da xwe erzan dibînin, gotinên tirkan dubare dikin û dibêjin; “Amerîkayê em firotin…”

Gelo Kurd ewqas erzan in ku, kîngê dilê Amerîkîyan bixwaze wan bikire û bifroşe…

Heger di bazara Rojhilata Navîn da kirîn û firotinek Amerîkayê hebe, bawer bikin ew jî kirin û firotana Tirkîyê ye.

Bînin bîra xwe, di sala 2003an da dema ku Amerîkayê xwast şerê Saddam bike, Erdogan bi lava rica digot; “em bi hev ra bikevin Iraqê…”

Amerîkayê leşkerê Tirk nêzikî sînorê Iraqê nekir û yê li Iraqê jî çewal kir sere wan û ji Iraqê dûrxist…

Çend sal berê Erdogan dîsa bi lava û rica ji Amerîkayê ra pêşnîyar dikir û digot; “Kurdên Rojava bide alîkî, ez bi hemû hêz û quweta dewleta xwe va di xizmeta we da me. Hûn çi bixwazin emê wê yekê bikin…”

Amerîkayê tirk nekirîn û lê bi awayekî firotin.

Tirkiye ku 70 sal e, endamê NATOyê û hevpeymanê Amerîkayê ye…

Çima?

Jiber ku Amerîka dixwaze li Rojhilata Navîn pergaleke nû saz bike.

Di hîmê wê pergalê da jî Kurd û Kurdistan xwedî cîhekî girîng in.

Girîngîya wan ne bi twittek Trump tê guhartin, ne jî rêvebirîya Amerîka ji Trump pêk tê.

Trump mirovekî delodîn e.

Carcaran gor dilê diaxife, dide û distîne…

Saetek şûnda gotina xwe, rojek şûnda jî dayîn standina xwe diguherîne.

Du roj berê jî twîttek avêt, Kurdên ku ji girîngîya xwe bêhayîdar jî weke tirkan dibêjin; “Amerîkayê duh li Kerkûk û Efrînê me firot, îro jî li Rojhilatê Firatê me difroşe…”

Halbûkî Amerîkayê ne li Kerkûkê ne jî li Efrînê Kurd nefirotin.

Kurdên Başûr bi destê xwe Kerkûk radestî Ereban kirin.

Efrîn jî ji alî Rusyayê va ji Tirkan ra hate dîyarî kirin…

Herçiqas Kurd carcaran rûbirû pirsgirêkan bibin jî, hevpeymanîya Kurd û Amerîkayê hevpeymanîyeke mayînde ye.

Tirk vê yekê baş dizanin û dibînin…

Jibo ku, dawî li vê hevpeymanîyê were, xwe badilhewa pêşkêşî Amerîkyê dikin.

Dîsa jî Amerîka li rûyê wan mêze nake, lê kîngê dilê Trump bixwaze, Erdogan jî dide ser û difroşe…

Gotineke pêşîyan e:

Navê min li navê te, kumê min li serê te…

Ne navê tirkan li xwe bikin, ne jî kumê wan bidin serê xwe…

Amerîkayê Kurd nefirotine û ji vir şûnda jî nafiroşe…

Ev sedsal, sedsala Kurdan e…

Bes ku hemû Kurd vê yekê bizanibin û xwe erzan nebînin…

09.10.2019

ikramoguz@navkurd.net