Ji Ber çi ?
Ji Ber  çi  ?
Dema weşanê: Pûşper 23, 2021, 4:10 Dîtin: 1406
Ger asîmanên te têra awirên min nedikirin
ji ber çi
te ewqas baskên xewnan vekirin
û bi‏ ser ‏min‏ de‏ hilweşandin?!!!!‏
Ger tu ji xewnên min ditirsî
Ji ber çi
te ez hişyar‏ ne kirim????
û te ez di nava deryaya xewnan de
bi ‏tenê ‏hiştim.?
Ger ‏tu ‏ji ‏şevê ‏ditirsî‏
Ji ber çi
te ez kirim evîndara şevê û gelek xewnan..??!
Ger asîmanên te têra awirên min nedikirin
ji ber çi
te ez di nava stêran de
yek bi yek gerandim
ta em bighêjin hev?.