40 solên qetiyayî

Dîrok: Rêbendan 27, 2019, 10:27

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 799

40 solên qetiyayî

Ji bo her kurdekî ji kurdên Xwedê yên ku xwedî li rojbûna xwe dernakevin rojbûn çi bû, ji bo min jî ew bû. Her roja 07 a meha 12’an dihat, min ew bi xemgînî û bi bêdengiyeke tal pêşwazî dikir û wiha derbas dibû.

Vê carê rewş cuda bû. Nizanim ew ji taybetiya vê salê tê, yan jî ji wan hestên kûr yên veşartî tê, ewên ku 40 salî, mîna laşên kuştiyan, li ser hev kom dibin û ji nişke ve zindî dibin, serî radikin û li zengilê temenê mirov didin. Ew xêza ku ber bi jor de diçe êdî hêdî hêdî serê xwe dadixîne ber bi jêr de û sal bi sal, gav bi gav, mirov ber bi dawiya vê rêwîtiya kin de dajo. Du dîmen, du tişt hene ku herdem ez tirsandime û pirsin xemgîn bi min re çêkirine.Yek jê, ew hejmarên ku di bin wêneyên miriyan de têne nivîsandin, sala bûyînê û sala çûnê, di nav her du hejmaran de jî xêzikeke kin tê kişandin. Ev çawa heftê heştê sal di bin wêneyekî de dikarin di xêzikeke wiha kinik de bêne kurtkirin û mesele diqede. Ya din jî ew e ku, gava jiyana mirov di çend hevokan de tê nivîsandin. Nizanim çima ku ew jînanîgerî ya kesekî din be hinekî normal tê, lê dema ya mirov bi xwe be, tirseke wiha bê nav bi mirov re çêdibe. Çil sal ji çi û çi ...,ji zarotiya birîndar, qelebalix, êş, evîn, şikestin, kêf, sînor, gerr, derd, ken, şerpezebûn, tirs, dûmana xortaniya çavşikestî, hezkirin, nivîsandin, têkçûn, qedr û bêbextî, jinên baskokirî, tenêtî, koçberî, nasnameya diranketî, bavê mirî, malbata belavbûyî, henekên ku girî li pey xwe dihêlin, diya bêhnçikyayî, çavên birçî, dilên hêsîr, welatê seqet, dînbûna bi şev û cediyeta rojê, kelecanî û kefteleft. Ev hemû çawa dikarin bi çevd hevokên kurt bêne cem hev û bibin neynika çil salî!.

Nivîsa Cemîl Oguz ya li ser çil salên ku, ezê êdî wan li pey xwe bihêlim, ev hestên tevlihev bi min re çêkirin. Li vir sipasiyên ji dil ji bo hevalê riyên dijwar û tozgirtî Jan Dost jî dikim ku çil mûm di rih de vêxistin û anî bîra min û Arjen Arî û Dawud Rêbiwar jî ku temenekî din ji yên me, nivîskarên li ber barana Xwedê, buharê li pey xwe dihêle û bi lez berê xwe dide payîzan. Em ên ku, emê bi vî zimanê xwe yî qedexe ji Xwedayê hebûnê re binîvisînin û bi dengekî bilind bang bikinê. Kî dizane, belkî carekê tenê be jî dengê me bibihîze:

- Ey Xwedayê hebûnê, em hene û li vir in. Deng tê te?

Dibe ku deng biçe wî. Lê ev pirsa gunehkar dev ji min bernade:

- Gelo ev zimanê me li wir jî ne qedexe be?

Eger qedexe be jî xem nake, vaye em li ber barana wî rawestiyane û em gunehên xwe bi zimanê xwe yê qedexe dadiweşînin. Wê bibin çîrok, bibin şano, bibin helbest û roman.

Çil solên qetiyayî çûn, çil şiqam ji dîrokeke kor, çil mîlyon parçe ji rihekî bi tenê, çil salên ku ji çil deqeyî zûtir çûn.


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019