Lîsteya pirtûkên kurdî ku di 2020an da li Rojavayê derketine
Lîsteya pirtûkên kurdî ku di 2020an da li Rojavayê derketine
Dema weşanê: Befranbar 5, 2021, 6:20 Dîtin: 2879

Ferîd Xelîl

Rojavayê Kurdistanê di sala 2020an da, bi weşanxane û rêxistin û nivîskarên xwe ve tenê 31 pirtûkên kurdî weşandine.

Vîrosa coronayê li gel bêaramîya rewşê, kir ku lîsteya weşanên nû bi carekê ve li kêmê bikeve û tevgera weşangerîyê bi temamî sist û qels bibe.

Di vê lîsteyê da; weşanên 3 weşanxaneyan, 2 yekîtîyên nivîskaran, navendeka wergerê û pirtûkên ku bi çapeka taybet ve derketine, cih digirin.

 

Herî zêde AVAyê pirtûk derxistine

Ji wan 31 pirtûkên ku derketine, Weşanxaneya Avayê ya navenda wê li Kobanîyê, bi 10 sernavan herî zêde pirtûk çap kirine. Weşanxaneya Şilêrê jî bi çapkirina 7 pirtûkan di rêza duyem da ye û ji nivîskaran herî zêde Konê Reş xwedî berhem bûye, lewra wî 3 pirtûk weşandine.

 

Dîsa helbest

Her wekî sala 2019an, di 2020an da jî herî zêde pirtûkên helbestan hatine çapkirin. Di lîsteya pirtûkên 2020an da 10 berhevokên helbestan serê lîsteyê digirin.

Balkêş e ku di 2020an da 5 pirtûkên wergerandî hatine weşandin, çimkî di 2019an da tenê du pirtûkên wergerê hatibûn çapkirin. Bi wergerê ra, berhemên bîranînan jî 5 heb in, roman 4, her yek ji çîrok û jîyanname û folklorê 2 û pirtûkeka dîrokî.

Di nav weşanên 2020an da, tu pirtûkên rêziman, ferheng, zanist, şano, rexne û wêjeya zarokan nayên dîtin.

 

Proseya çapê bêserûber e

Bi qasî ku haya me jê heye û em dişopînin, weşanên Ava û Neqşê ne tê da, her çi pirtûkên ku di vê lîsteyê da cih digirin, bi pirsgirêkên kalîte û bêpergalîyê ra piranîya wan an bi 50 yan jî bi 100 nusxeyî ve hatine çapkirin.

 

Tenê li Rojavayê û çapa yekem

Berhemên nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ku li derve hatine çapkirin, her wiha berhemên ku li Rojavayê Kurdistanê û ji bo cara duyem li çapê ketine, di vê lîsteyê da cih nagirin.

Ferq û cudahîya di navbera lîsteyên 2019 û 2020an da ew e ku di vê lîsteyê da berhemên ku bi çapeka taybet ve derketine, li lîsteyê hatine zêdekirin.

 

* Pirtûkên kurdî\kurmancî yên ku di 2020an da li Rojavayê Kurdistanê hatine weşandin:

Weşanxaneya Avayê

1- Penageh\ roman\ Merwan Berekat

2- 55 çîrokên 35 salan\ çîrok\ Şahînê Bekirê Soreklî

3- Destxeta Petersburgê\ roman\ Jan Dost

4- Çûkan zimanê min xwar\ helbest\ Ciwan Qado

5- Arvanekî ji peyvan\ helbest\ Ronî Elî

6- Rûmet\ roman\ Vejîna Kurd

7- Kobanîya min\ helbest\ Salih Demîcer

8- Hestên axê\ helbest\ Xebat Şakir

9- Teyar û xezalê\ folklor\ Heysem Mislim

10- Kurd li gor rewşenbîrên ereb\  hevpeyvîn, erebî\ Salar Osê\ Wergera ji erebîyê: Şêrzad Besrawî

 

Weşanxaneya Şilêrê

1- Mehên Salê\ çîrok\ Birek nivîskar

2- Soryaz 1-2\ roman\ Dîyar Bohtî

3- Serket\ bîranîn\ Husên Engîzek

4- Keça Cûdîya serhildêr\ bîranîn\ Peyman Bêrî

5- Peyvên zêrîn ji kultûra rengîn\ folklor\ Mecîdê Xezê

6- Memê Axê\ jîyanname \ Fatma Sîdo

7- Şahidê berxwedanê\ bîranîn\ Cemîl Mezlûm

 

Weşanên Neqşê

1- Mirîşka ku divîya bifire\ roman, îngilîzî\ Son Mî Hiwang\ Wergera ji îngilîzîyê: Dîyan Cemîl, lêanîna kurmancîya latînî: Izedîn Mihemed

 

Navenda Mezopotamyayê ya Wergerandinê

1- Textê Peqlaweyê yê xemgîn\ roman, erebî\ Nebîl Milhim\ Wergera ji erebîyê: Ferîd Mîtan

 

Yekîtîya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê

1- Gava mirî dimirin\ helbest\ Ardilan Abdo

2- Peyala xema\ helbest\ Mihemed Sîno

 

Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyeyê

1- Ji bîrdanka dîrokê\ jîyanname\ Luqman Yûsiv

2- Koça dawî\ roman, erebî\ Mihemed Zekî Yûsiv\ Wergera ji erebîyê: Evdilhekîm Mihemed

 

Çapên taybet

1- Raburdû û nihoya weşandina pirtûkên bi zimanê kurdî li Tirkîye û Sûrîyeyê\ lêkolîn, îngilîzî\ Mehmed Malmîsanij\ Wergera ji îngilîzîyê: Dilovanê Deştê

2- Jîyana Oxirê\ helbest\ Zahid Mehmûd

3- Sawa Evînê\ helbest\ Zahid Mehmûd

4- Qamişlo-Pol\ helbest û pexşan\ Konê Reş

5- Ji ger û serdanên min\ bîranîn\ Konê Reş

6- Ji tûrikê min\ bîranîn\ Konê Reş

7- Şoreşên gelê kurd... rastî û sedemên hilweşînê\ dîrok\ Berzanî Ferman

8- Raperîn\ helbest\ Xembar Gul