Hûto Kurdîhezê Hêja

Dîrok: Adar 7, 2019, 9:33

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 1418

Hûto Kurdîhezê Hêja

Bersivên van pirsan ew ê Hûto ji bo me bibersivîne û rave bike.

Gelo civak ehlaq û kesayetiyê dide mirovan? yan mirov bi kesayetiya xwe civakê diguherîne?

Bo analîz û têgihiştina rewşa netewên bindest çend rê û rêbaz hene?

Ji bo em fêmbikin ku kurdên Diyarbekirê, Nisêbînê yan jî kurdên Dêrikê stûyê xwe li ber asîmilasyona dewleta tirk xwar kiriye yane na? divê merev çi bike?

Bi ya min rêya herî hesan vekolîna dînikên bajêre.

Hûn dikarin bibêjin ma pêdiviya dînan bi mewkî û maqaman ve nîn e, ji ber vê yekê jî têkiliyên wan bi dewletê re pir kêm e hima bê hîç tune ye yanî ji ber van sedeman jî dîn ne mecbûr in bi tirkî bipeyivin yan binivîsin û ji loma jî em nikarin ji ser dînan mijara bişavtinê vebêjin.Lêbelê ev xal muhîm e me go dîn serê xwe li ber dewletê natewînin lê bêguman di bin tesîra civakê de dimînin civak çi be dînik jî ew in, dîn mirêka civaka xwe nin û dînên Nisêbînê wek yên Diyarbekirê bi tirkî napeyivin vajî wê bi kurdiyek fesîh dipeyivin yek jî ji wan Hûto ye.

Hûto li Nisêbînê mezin bûye û civaka Nisêbînê wî kiriye bilbilekî kurdî û çend sal in jî li serekaniya serxetê dijî, ew û esnafên bajêr ên tirkîaxev (giştik werê ne) tim di qirika hev de ne Hûto bi xeberên xweru bi kurdî heftê wan li heyştê wan dixe, wan gêjomêjo dike û tişkî avayî bi wan re nahêle.

Têkoşîna wî ya li hember esnafên bajêr hêjayî gotinêye.

Serêkaniyê bajarekî tirkîaxiv e Hûto yekî bi tenê ye û tikîtenê ye lê çeka wî pir xurt e, çeka wî zimanê bav û kalên wî ye.

Civaka Nisêbînê ziman û kesayetiyek da Hutoyî Gelo dê Huto jî bikaribe rasterast esnafên bajêr yên tirkîhez û endîrek jî serêkaniya tirkîaxev bi zimanê xwe yî bav û kalan biguherîne? Ez bi xwe pê bawer im û jê piştrast im de bi hêviya dînên me zêde bibin.

 

Ferhat Dayan

 

Çavkanî: Malpera Felsefevan


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019