Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Dîrok: Pûşper 16, 2019, 10:24

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 2492

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer feylezofekî rastgo, ne romantîkekî beradayî! Sal 1818 li Almanya felsefe di bin Dîktatoriya Hegel deye. Lêbelê Schopenhauer ê ku hîn 30 salî ye bêtirs û xof bi van gotinên li jêr, êrişê dibe ser Hegel û îlana şer radigihîne! Di derheqê Hegel de wiha dibêje Schopenhauer: "Em dibînin ku felsefe ji bo armancên siyasî û ji bo debara aborî tê bikaranîn! ev serdem ji bo felsefeyê serdemek şermê ye, hele ji xwe re li vî zilamê ku navê wî Hegel e binêrin, ev e bîst sal e mîna felsefevanekî ji wî re li çepikan dixin!" Helbet bingeha şerê Schopenhauer û Hegel ne wilo hêsa ye, ev şer şerekî felsefî yê û kûr û dawîdrêj e. Belbî di nivîseke din ez li ser vê meseleyê rawestim lê a niha em werin ser mijara Evînê!

Meriv dikare bibêje ku li gorî tevahî feylezofan cewhera zêhn, fikirîn e, bi gotineke din mirov ajalek bifikar e, zane ye. Lêbelê bi ya Schopenhauer ev derewa sereke ya kevn divê derhal bihet terikandin çimku fikirîn tenê çermê zêhnê ye û di bin mejî de hêzek ji fikirînê xurttir heye ku navê wê "daxwaz" e. Ew dibêje ku mirov li gorî daxwazên xwe tevdigerin yanî wexta ku em tiştekî dixwazin ew xesteka me bêsebeb e, tenê "daxwaz-xweajo" ye lêbelê em ji xwe re sedeman peyda dikin ku vaye em filan tiştî ji ber vê sebebê dixwazin! ji loma jî em ol û felsefeyan diafirîn ji ber vê sedemê Schopenhauer dibêje "mirov ajalek metafîzîk e" ne mîna heywanan e, heywan tişta ku dixwaze dike wek mirovan ji bo rêpêxistinê ji xwe re fitûyan nagerin. Îja piştî vê pênasekirina kin ya felsefeya Schopenhauer û hazir me qala fitûyên xapînok jî kir êdî hewce ye tam di vê niqtê de em behsa têkiliya işq û seksê bikin.

Evîn çi ye? Heke em bêjin evîn hest e lê îja bingeha vê hestê çi ye û ji kû ve tê? yan jî em wilo bêjin ji xêndî mirovan hesta evînê li gel heyîneyên din de jî heye? Heya niha gelek tişt li ser evînê hat gotin, nemaze jî, ji teref romantîkan ve bi rêya helbest, çîrok û destanan ve hesta evînê hat pîrozkirin! Lê kes bi awayekî rastgo bi rêk û pêk û bi bingeh li ser mijara evînê ranewestiya ji xêndî Schopenhauer.

Li gorî Schopenhauer di bingeha hemî tevger û çalakiyên mirovan de bandûra têkiliyên zayendî heye (dûv re ev nerîn bi Sigmund Freud re jî didome) ev hest nikare bê qedexekirin ev hest çiqas bihêt nuxumandin jî îlehez ji xwe re rêyekê dibîne û derdikeve holê çimku hemû heyîneyên dinyayê dixwazin zarokan binîn; ev -daxwazek- bê fikirîn e wek "xweajoyek" bêkontrol e. Zarokanîn anku 'pirrbûn' wek hestek nemiriyê ye. Di vir de tişta ku em jê re dibên evîn dest pê dike. Wexta ku partner hevûdin diecibînin hesabê zarokan dikin, ev yaseya seksualîteyê ye û ev yase bêyî haya mirov dixebite ji loma partnerê ku ji çi kêm be li ya hemberî xwe weya digere bo xatirê ku kêmasiyên di xwe de notr bike û van kêmasiyan neqlî zarokên xwe neke. Ji ber vê sedemê zilamêk zihîf û bêqewet diçe jinek xurt û gir dibîne û em jî dibên hela hela evana çawa dil ketiye hev! Halbûkî li holê dilketin û evîn tune ye. Di vir de evîn tenê perdeya seksê a ku zarokanînê ye.

 

Ferhat Dayan

16. 07.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019