İMPARATOR OSMANİ

Dîrok: Êlûn 28, 2022, 8:24

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 283

İMPARATOR  OSMANİ

HILWEŞANA ÎMPRATORÊ OSMANÎYA ÇIBÛ? Ez ê ji wer bêjim lê şaş fêm nekin Osmanî ji xeynî kursîye xwe û Siltanetî ya xwe ser her tiştî re digirt. Çima hilweşa em fêm bikin, sebeb çawa bûn? Ey gelê delal û hêja bihisênin û balê bikışênin. Ez ji we re bêjim heqîqetê; em hevdû tawanbar dikin, şêxê xwe û axa û mîrê xwe ,eşîret reîsê xwe, em wan gunehkar û cahîl dikin. Ev ne welê ne, erê hinek cahîltî dinev de heye lê ne wilqasî. Hingî jî ê zane û xwendevan hebûn, nego tune bûn, tev sifir bûn, ne wisa bû. Ezê ji we re bingih û heqîqetê bêjim ku hûn fêm bikin, sebeb û berpirsyarî kî bûn û çima dijminati ya Kurda kirin? Împaratorîya Osmanîya li ser navê îslamê di meşandin. Heger di sera xwede hinek bê şirîetî dikirin jî, lê dîsa di corafya Îslam û nexşeya Osmanîya de ji sedî %80 heştê şîrîet dimeşandin. Wexta ku herb çê dibû li pêş brî kafira ew sofî ê misilman tev har û dîn dibûn digotin: “ Cenet berbendî meye” Xeyrî mislim nikarîbûn herba Îslamê bikin! Ji ber ku rola navê Îslamê xwirt bû dewletê ewrûpa wekî Îngilîs û Ferensa û Îtalya , Îspanya li Îslamê bi kîn bûn. Çend derba ew xaçlî maçlî seferî kirin bi serneketin. Dewletê Ewrûpî sergirdeyê wan teva lev civîn jev re gotin: “ Ka em tedbîrekê bikin ku em vê dewleta Osmanî hilweşênin. Temamê Petrik û endezyar û rewşenbîr aqilmendê wan tevan civîyan û yeko yeko fikrû ramanê xwe gotin. Şêwr û mêwratê xwe kirin, ê ji wan re baş ji nav neqandin, ê din avêtin gefşûn gehê. Jevre gotin a pêşî divê em eborîya xwe xwirt bikin û a Misilmana lewaz bikin. Gotin: “Em dewlemend bibin û ew feqîr bibin wê bi hesedne me! Hingî em karin casus û hevalbendê xwe di nav wan de çêkin bi pera. Sed sallî li ser vê projê xebitin heta ku dewleta Îslamê ew Împartorî ya Osmanî lewaz kirin anîne wî hedî ku karibin Osmanîya bi felişên in. Derba mezin a pêşî jî ku Osmanî xistin û dane erdê. Zilamê xwe kirne nav Îtîhat Terekî Cemyetî de. Gotin e, Tirka û Cûhûwan ku : “Hûn dewleta Osmanî bi felişên in “ ( emê dewleteke Tirkî li dewsa Osmanî û dewleteke Îsralî li Filîstînê, emê çêkin) Pêşî damezrênerê vê dernekê jî Îbrahîm Temo Kurd bû li Îbrahîm Temo mir ma ji Tirkan re. Ew endamê wê dernekê tev bûn e diz û çete xaîn bûne neyarê Osmanî. Mistefa Kemal û Îsmet Înûnû û Feyzî Çekmek jî bûne endamê vê lîjnê. Sal a hezar û nihsed û çardeha herba cîhanê yekemîn dest pê kir. Dewletê Ewrûpa Osmanî têk birin û nexşeya wê li xwe leva kirin. Carna bahsa Seyespîko dikin, dibê Siyespîko erda Kurda li van dewletê cîran bela kir ev ne wiloye. Sipîyespîko kîbû? Meznê Îngîlîs û Ferensa herdu bûn û Rus jî şirîk bû. Evan a erda Împeretorîya Osmanîyan li xwe leva kirin; neku erda Kurda leva dikirin Îngilîs perçekek ji xwe re bir û Ferensa qetek ji xwe re bir, lê Kurdîstana di destê Persa de dest nedanê bo çî? Tilha Îranê jî di hilweşandina Osmanî de hebû, ji ber ku ew Şîî bûn ew li dijî herçar mezhebê Îslamê bûn wê jî hinek hestî bi wan re dixwarin. Lê Îtalya îtîraz kir ku ka bahra min, hûn paya min ndin ez vê girabestê qebûl nakim. Biryarek dî dan gotin emê civînek din bikin li Mosko. Lê li Sewyetê Lelîn dewrim kir bolşewîk ketne dewrê de ew raporê wan tev xerabûn. Lelîn Û Sitalîn gotin: “Em wan raporê we qebûl nakin. Ew rapor felişîn. 1920a li Parîsê civînek çêbû Şerîf Paşa Wanlî beşdar bû. Şerîf Paşa dosya Kurda danî ser tewlê got Kurd jî netewe kin. Lê mixabin û sed mixabin Kemal û Kemalîstê xwe li nav eşîrê Kurda geran piranî Serhedê bîst û çar eşîra kaxetê sipî îmze kirin û Kemalîsta li gorî xwe dagirtin! Bi du van de Kemal û Îsmet ketne dewrê de gotine, Îngilîsa “Me ji we re ew qas xizmet, kir me Osmanî dewletî hilweşand, Ka ödile me? Îngîlîs û Ferensa Gotin: “Şertê me hene” Kemalîsta gotin: “Em hazirin ji we re. Gotin: “ Şertê me pêşî, hûnê (Dînê Îslamê ji holê rakin) ew Xelîfelik rakin, Kur anê qedexe kin! Şertê kafira tevan qebûl kirin. Îngîlîs û Ferensa û Îtalya Sewr anlaşmasi ew girabest betal kirin û prtokola Lozan ê çêkirin.


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020

PÊŞÎ DAHŞIKIN DÛRA KERÊ MEZININ

PÊŞÎ PÊŞÎ DAHŞIK IN, DÛRA KERÊ MEZININ! Ev Kurdê Sora beşek jê, di dema    

Nîsan 30, 2020