hEGER NE FENE EW ÇI BENE?

Dîrok: Êlûn 11, 2022, 12:47

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 322

hEGER NE FENE EW ÇI BENE?

 

HEGER  NE FEN E  EW ÇI  BENE                                                 

Dibêjin,   zilamekî   rêwingî   bi rêde   diçû    rasta   daristanekê   hat   ku   agir   ketiye   daristanê de.  Meyzand   wa ye   marek     di  nava   agir de   maye  asê   ji hawîrdor ve   agir   diqedime,   kuf  kufa   mar e   bi vir de   diçe agir e  û   bi wir de   diçe    agir.  Hin bi hin   cîh  lê  teng   dike!    Zilam   fikirî   got,   welahî   ezê   vî   marî   ji vê   dojederê   xelas bikim.    Ev jî   xêre,   qencîkike.    Zilam   darekî   dirêj   anî  û  dirêjî   mar  kir,   mar   bi   darê wî ve  bi hewa ket  heta ku  gîha stiwê wî  û  xwe   li   qirka wî   pêça.   Devê xwe   kire   bin guhê wî de!     Zilam   Got:   
 “Kuro   maro   tuyê  çi bikî?”   Mar   got:   “Bira   wela   ezê  bi  te vedim!    Zilam   got,  malmîrat   bi  ser vê qas   qenciyê de   tuyê   çawa   bi  min vedî? Mar got,   bira   qencî  mencî   nizanim,    heqê min   bi insanan re  heye,   ezê  bi  te vedim!”    Zilam  got,   niha   tu  bi  şirîet nakî?  Mar  got,   belê   ez   bi  şirîet   dikim,   lê   ka   emê   şirîetê  li  ku, li  cem  kê   bikin?    Zilam   got:   “Emê   bimeşin   bi rê de   em   bighine kê   emê   şirîeta  xwe  li  cem  wan   vebirin.”    Mar ji got,  bila.   
       Biryara xwe   wilo  dan   û  meşiyan   heta  ku   gîhane   rovî kî   li devê   rê de,   gotine  rovî  “Em   hatine   cem te   şirîetê.”   Rovî  got,   çi şirîet e?  Zilam   jê re   mesele   tevî   got.    Rovî   ji wan re   got :   “Şirîet   bi   vî   şêweyî    nabe,   divê   mar   xwe    berde   xwar   li  wê derê    xwe   bike   kofendîl  û   tu jî    li  ser  çoka   di  cîyê   edebê de    bisekinî    incex   hingî   ez   karibim   şirîetê   bibirim?”     Herdûkan   gotin,   temam,   mar   xwe   ji   sitûyê   zilam   vekir   hate   xwar   li erdê   bû   kufendîl.    Zilam jî    li   serçoka   sekinî,   rovi    gote,   zilam  “Ma   ew   çiye   di   destê te de?”   Zilam   got:    “Dar e.”  Rovi got:   “Ma   ew  çi ye   li  ber te.”    Got:   “Mar e!”   Rovî   got,  de bîst  û   çar  daran  bi   reqema   stûwê wîve   dara,   ma  qey  tu   nizanî   ku  ji   bav û   kala de   neyar e?”    Heman   zilam    bi daran   bi mar ket,   terp û  rep   mar   kuşt  û  jê   xelas bû,   bêhna  wî   fereh bû,    Şahda  xwe   anî   hişê wî   hate   serê wî !
Zilam  fikirî  got yaho   welahî   ne ji  vî   rovîbana   wê   mar   bi min vedaba, wê   ez   kirba   zend.    Gote   rovî :  “Birakê    Rovî ,  te   rihê min    xelas  kir!   Ka   ez   çi bidime  te?”   Rovî    got:    “Bira   xem nake   ne   hewce ye   min   tiştik   navê.”   Zilam  got,   bira    te   rihê min   xelas  kir,    çê nabe   illeh    ezê   xelatekê   bidime te!”    Rovî  got,  “Bira   madem   tu   dilniya   dikî,   de   hema   mirîşkike    ferûçkik    piçûk   ji  min re   bîne    bes e .”   Zilam  got,   wey   ser   herdû   çavan,    mirîşk   çi ye   lo   min digot qey    tuyê   tiştne    mezin   ji min    bixwazî.   Ya rihet   mirîşk e,  ka ez bînime kû derê ?”   Rovî    got:   “Bira   sibe   bîne   ha  ber devê   vê  bestê, ku tu hatî  ez  li  virim.”  Zilam got,   bila   xatir  pê   xwest    û   çû.   Zilam jî  giha mal  êvarî  mesela  ku hatî  serê wî, mar û Rovî   teva  ji jina xwe re   got: “Jinikê   îcar   min   soz   daye   rovî,  divê   ez   mirîşkekê   bibim   jê re,  ezê   wê   mirîşka me   ya  sor   bibme   ji rovî re.”    Jinik   pê   keniya   got:   “Kuro tu  dîn bûyî  tu  mirîşka  me   bibe   ji   rovî re,   te aqlê  xwe   xwariye,   kesî   mirîşkê  xwe   birine   ji   roviyan re ?”     Zilam   got:   “Jinikê    rovî   rihê min    xelas kir,   ku   ne ji   rovîbana   mar   wê  min   hişk kiriba,   ez  sax   nedimam.”  Jinikê  got:   “Kuro  ma ne  rovî  heywanek e tu însan î  ma    çawa   wê   ew   heywan    bertîla   ji te  bixwe ?   

       Dilê  zilam  tiro viro bû,  zilam got:   “Ne jinikê tu nizanî bê   rovîkî    çiqas   mezin e  beroşek  goşt  tê de heye,  ezê   tajî   bi   xwe re   bibim   û   ezê   mirişkê şanî bikim, wê tajî   wê  wî   bigre,  zarok   wê   heftekê   bi   goştê wî    xenî  bibin.”  Jinikê  got,   rovî    tajî   bibîne   nayê   wê   bireve.    Got: “Ezê tajî bixime tûr de û di bin  ebayê xwe de  bi milê xwe ve  daleqînim,   rovî   nabîne  û  ezê    wî   bigrim  û   bînim.”   Jinikê    got:    “Ev   fikra  te   baş e.”   Serê    sibehê    zilam   ji  xew    rabû    mirîşk    girt   û   tajî jî   kire   tûr de   bi  milê xwe ve  kir   û   eba  jî   bi   ser de   li  xwe  kir,   berê xwe  da  cem  rovî.    Giha   cihê   rovî   bang kire   rovî,  got,  “Rovî  rovî.”    Ji   dûr de  rovî  got,  bira   ez   va me.    Zilam got,   bira   were   va   min   mirîşk   ji  te re   aniye!”    Rovî   bêhna  tajî  kir,  got:   “Bira   mirîşka  min   deyne   wir   û   oxir be   ji  te re.”   Zilam  got,    bira    were   ez   te  maçî bikim,   em   birakê   hev in.  Rovî   got:  “Bira    ne  hewceye   mirîşka min   deyne   wir   û   here.”   zilam  got,   bira   ma   qey  tu  li min    amin  nabî,  em   birayê  hev in?  Rovî   got:  “Bira  heger  ne  fene  bi  milê teve ew çi  ben e ?”
Zilam   fêm  kir   ku   rovî  nayê   hema tûr   ji   milê xwe   daxist  û  tiliya xwe   bi  rovî ve kir,   got,    rovî  rovî ,   heman    tajî  êrîş   kire    rovî    rovî jî    bazda    çû    kete   qulê de.    Rovî  di   kulê de   got,   wey  wey    însanê    serreş   min    ewqas   qencî  bi  te  kir   te   çi  xayîntî   kire  dewsa   wê de? Merev bêbextîyan ne li îsan û ne li heywan a nekê. Ji bêbextî pîstir tune ye.  Dilciwan 











Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020

PÊŞÎ DAHŞIKIN DÛRA KERÊ MEZININ

PÊŞÎ PÊŞÎ DAHŞIK IN, DÛRA KERÊ MEZININ! Ev Kurdê Sora beşek jê, di dema    

Nîsan 30, 2020