EZ NIZANIM ERMANCA VÎ GELÎ ÇÎYE?

Dîrok: Adar 13, 2023, 6:31

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 201

EZ NIZANIM ERMANCA VÎ GELÎ ÇÎYE?

EZ NIZANIM ARMANCA VÎ GELÎ ÇÎYE? XWE ZÊDE DIHELIFÊNIN. Lê KU BÛ ZAR Û ZIMAN LÊ NABNE XWEDÎ. KA DAXWAZA WE ÇIYE? Ku merev xeletiyê insana dibêjê dixeyîdin, dibê carkî din van peyva nebêjin. Ê merev nebêjê em bi çavê xwe dibînin ku zerar li gelê me dibê li netewa me dibê, netew ber bi tune kirinê de diçê! Ku merev li heqîqeta wê binerê evan a, ne ku ji nazanî van çewtîyan dikin. Bi zanebûn dikin! Dibêjin ziman ne girînge. Hebûna qewma bi zimane, ku ziman çû titişt namînê, nav û nîşan tev wê herin. Wê rojê min dît jinekê ban zaroka xwe kir got: “Gulî zar gel kizim gel bureye. Min got, ma navê keçkê bi Kurdîye û tu bi Tirkî pêre di axifê? Gelî bira çi bersif da min? Got: “Herkes bi tirkî diaxivê ma ez tenê bi Tirkî diaxivim. Min jî got: “Wele tu bi Tirkî diaxivê keskî din min nedîye” Çi kot bira, dibêjê “Waweylê partiya me HDPê milet wekîlî û tevan jî, bi Tirkî diaxivin, ma kî pêça xwe didi Kurdî, Tirkî xweşe. Ê ez mam sekinî ezê bê çi? Jinkê rast got, HDPE tevan bi Tirkî diaxivin û poropexenda bi Tirkî dikin û gel jî li dûwane! Ê jinik jî li wan temaşe dikin û ji xwe eskerê wan tev jinikin ku jinik bû Tirk wê bi Tirkî bi zarwa xwe re bi axivê, ew zaro wê bine Tirk û hingî îş diqedê xelas dibê. Wexta ku lîder û rêvebirê me Partî bi Kurdî bi peyîvine wê gelê me jî li wan guhdar bikira wê hin bi hin fêrî zimanê Kurdî bibûne. Hingî fedî nedkirin ji zimanê xwe î dayikan, wê nirxekî baş bida ziman û geltûra bav û bapîrê xwe. Ku li malê û li civat û kolana, bazara bi Kurdî bi peyîvîn wê zarokê wan jî fêrî Kurdî bibin. Hingî şitexalî û xwendin tevan wê xweş û geş bûbane, wê her tişt zindî bibin. Wê gel tevan li daw û doza xwe gur bûbana wê ne dil sar bane. Ê keko ku em van tişta dibêjin bi mede dixeyidin, dibêjin, hûn me aciz dikin kotinê we nexweşin, van tişta nebêjin. Dibêjin: “Kengî me ev rêjim xerakir û guhert hingî wê Kurdî jî çêbibê! Nihaka ezê ji we pirs bikim wê kengî ev rêjim bê guhertin? Ziman û dîrok û nexşîya Kurd wê çêbibin? Ez dibêjim bi vî şêweyî li vê dinyayê ji xwe tune, belkî naxwe li wê dinya din ev tişt wê çêbibin. Yabo tiştê me ku hebû ji me bistîn ku çû kes nema titiştî didin me. Dûvre wê nizam çilo bibê û wê halo bê, ev ne raste henek pêkirine. Ew kesê Kurd ku bûne Tirk ew nema vedgerin Kurdî ew çûn destê xwe ji wan bişon! Ew zarokê ku îro roj bûne Tirk nema zanin bi Kurdî biaxivin ew ji Kurdîtî dûûûr dikevin! Hûn xeyalan çêdikin ku cardî ew vegerin fêrî Kurdî bibin örf û edeta ji nû bi karbînin; Na ew tişt nema bi şûnde venagerin. Ew malê temîz û paqij ji mal tu bavêjê çopê ser sergo ku rizî nû tê herê bînê ev nebû û nabê. Ev gotina Dilciwane wisa ne arzane.


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020

PÊŞÎ DAHŞIKIN DÛRA KERÊ MEZININ

PÊŞÎ PÊŞÎ DAHŞIK IN, DÛRA KERÊ MEZININ! Ev Kurdê Sora beşek jê, di dema    

Nîsan 30, 2020