Qêrîn
Qêrîn
Dema weşanê: Êlûn 2, 2015, 12:49 Dîtin: 791

EDÎ BİLA HEMU SÎNOR PARÇE BİBİN

Qêrîn”a li ser sînorên ku kurd parçe kirine

Kurtefîlmê bi navê “Qêrîn” qêrîna kurdên du aliyên sînor, ew sînorêr ku ji nav dilên kurdan re derbas bûne û kurd parçe kirine nîşan dide.
Belê li ser nexşeya kurdan sînor hatine kişandin ku her malbatek kurd, her xizmek li aliyeke sînor maye. Heta niha li ser van sînoran gelek tişt hatin gotin, lê kurtefîlmê bi navê “Qêrîn” bi zimanekî cuda û bi awayekî serketî mijara xwe digire dest.
Kurtefîlmê “Qêrîn” ku 14 deqîqeye derhêneriya wî Bilal Bulut û Diyar Dêrsim kiriye. Kurtefîlm li sînorê Tirkiye û Ermenistanê (Hûn dikarin vê ji bo parçeyên din jî bixwînin) li Çiyayê Agirî derbas dibe. Ji ber ku li sînor axaftina bi kurdî qedexeye malbat têkiliya nava xwe bi dengbêjiyê saz dike. Bûyeran bi klaman vedibêjin. Yek li aliyê wî alî dest pê dike, yê vî alî didome. Û heta evîna du ciwanan jî rewş wisa didome.
Kurtefîlmê ku derdê xwe bi awayekî serketî vedibêje heta niha Li Mehricana ( Festivala ) Barselona, Milano,Hamburg,London,Ankara,Antalya.û hete niha nêzî si (30) vestivali de li gelek cihan hatine nîşandayîn.

Hata naha çar (4) Xalat ji girtin e.
Dixwazîya me kurdên dûr û xerîb jî vaye ku rojekî ser kurdên ku hatine kûcer bûn kurtefîlmek bêbe nîşan dan û hemû kurdên cihanê bizanibên dîruka kurdên Xorasanê .

Kunye
Nav: Qêrîn
Derhêner: Bilal Bulut,Diyar Dersim
Lîstîkvan: Diyar Dersim, Havin Funda Saç, Muharrem Beksari
Sala Kişandinê: 2013
Ziman: Kurdî

Sponsor : Şaradarî ya Hezexê U Hêvî Group