Lîstikvan û Rexnevanê Sînemayê Bîlal Bulut nivîsî
Lîstikvan û Rexnevanê Sînemayê Bîlal Bulut nivîsî
Dema weşanê: Êlûn 21, 2013, 3:57 Dîtin: 606

Li sînema filîmên dijî şer: Tu roj ez hêyv

Li Wanê, bi awayekî tesadufî, filîmeke Êranî hate nîşandan. Dibêjim wek tesaduf, birastî jî derhênerê filîmê qal kir, ji ber wê ez bixwe çîrokê zanim: Moharram Zeinalzadeh ku li Êranê hunermendekî hêja, lîstikvan û derhênerekî sînema ya bi navûdeng e, di şahiyekê de rastî berpirsiyarê mihrîcana Wan a Navnetevî ten û hevûdu dinasin, li ser sînema ya Êranê sohbet dirêj dibe û dawî qala mihrîcanê tê rojevê. Berpirsiyarê mihrîcanê Bager Oguz jî, wek ji bo nêrîn û ceribandinê çend filîmên Zeinalzadeh dixwaze. Dê em dirêj nekin, jêrnivîsên filîman tên çêkirin û tev li mihrîcanê dibe. Me filîma “Tu roj, ez hêyv” li Wanê temaşe kir. Lijneya hilbijartin a Wanê jî xelata filîma herî baş dan vê filîmê.

Wek me di serî de got, ew derhêner û filîm bi awayekî desadufî tev li mihrîcanê bûn, lê bi xêra hatina wan, ji bo me sînemagerên Kurd, tev da derhêner û sînarîstên Tirk jî gelek tişt dê were guhertin. Ji her tiştî wêdetir, bawerim tekiliyek bi sînemagerên Kurd, Tirk û Faris were rojevê. Hin tekilî dest pê kirin jî… Ji ber kû, pîçek be jî, me ji nêrîna Êraniyan re ji nêz ve govanîtî kir, dît û di gerdûna me ya hunerî de hin tişt hê zelal bûn, hin tişt guherîn û hin tişt jî ber bi dewlemendiyê ve tevgerînek da ber xwe. Hin nêrin guherîn, ji ber ku, heta neha me berê xwe dabû Rojavayê dinya yê, taybet Awropa, sînemayên Awropayiyan, nêrîn û nirxên wan a hunerî, pîvanên wan a sînemayê, kurt û kurmancî em bêjin pîvanên sînema ya Rojava ji bo me jî bûbû pîvanên sereke…

Lê em têgihîştin ku li dinyayê gelek nêrînên cûda hene. Dîtinên cûda… Destgirtinên cûda… Şêwaz û tarzên cûda hene. Min di zaroktiya xwe de filîm a “Plato” temaşe kirîbû, li ser vê jî di hişmendiya min de fikreke wiha çêbû bû: “Rexnekirina şerê tene bi vî şiklî dibe, nîşandana qirêjiya şerê ev bixwe ye. Emê ji lehengên leşker yên ku muzlûmin bigirîn, hewceye ku em li hêla wan bicîh bin, ji ber ku ewana gune ne, bêkes û zelûl in, bila şer nebe û ew ciwanên zelûl jî nemirin.” Heta demekê jî, ji hêla hunerê ve dîtina me ya şerê bi vî şiklî bû. Lê gava ku em qala hunerê bikin, an jî wêje, gere em nêrîna xwe pîçek berfireh bikin, ji bo rexnekirina şerê şêwazên taybet û wekxwe bibînin; wek şâîrane, wek fezayî, wek ezmanî…

Gava ku min filîma Zeinalzadeh temaşe kir jî, di hişê min de dewlemendiyek, pirr rengî ya hunerê biriqî… Di çiroka filîmê de hin tiştên xeyalî hene ku reng dide naveroka wê, wek rastî hatine bicîh kirin û tu lê dinêri tu dibêjî, heke ev tişt, ji rastiya jiyanê hatibe girtin, tu car bandoreke wisa bihêz, wisa xurt, wisa wêjeyî û wisa biwate teqez nedihat holê.

Sîneryo li ser bavikek ava bûye ku ew bav, kurê xwe kiriye qurbana şerê navdewletan. Wekî ku tê zanîn û dibêjin; “Di dema aşitiyê de zarok bavên xwe dişînin ser dilovaniya xwe, lê di dema şerê de jî bav zarokên xwe vedişêrin li axê.” Çîroka “Tu roj ez hêyv” jî, li ser çîroka bavan ku kurê xwe didin axê, kûr bûye. Ew bav ku li ser sedema nameyekî kurê xwe dikeve çolê û di dîroka şerê de gerînek pêk tîne. Di vê rêwîtiyê de rastî her cure ya qirêjiya şer û paqijiya şervanan tê… Ev jî nêrîneke, nêrina derhêner bixwe ye ku, taybetmendiyek nîşan dide, li gorî vê jî şer tişteke din, şervanî tişteke din e, herdu ne di mêzînekî de ne.

Ji ber ku, hesên ku dijî şer in, hin caran di hişmendiya wan de qirêjiya şer û şervanan tev da binav dibin. Lê Zeinalzadeh, bi zanebûn ev herdu tişt ji hev vediqetîne û binê vê yekê xêz dike. Şervan birastî jî liheng in, ji kîjan alî, ji ser hêsaba kî şer dikin bila bikin, ev yek tu car qehremantiya wan zarokan, şervanan qels nake, paqijiya wan ji holê ranake. Sîneryo jî li ser vê yekê radiweste, bi hêsta vê bingehê bilind dibe, ji paqijiya şervanan re hurmet digire, lê qirêjiya her cûreyên şerê tîne ziman…

Encam: Gotinek heye, dibêjin; “Leşkerek jî tune ku li şerê birîndar nebe. Yek şer jî tune ku, kesek (şervanek) bê birîn jê derkeve.”

Filîma Zêinalzadeh, ya binav “Tu roj, ev hêyv”, berî her tiştî ev yek nîşan dide. Xêynî ve yekê jî gelek tişt vedibêje, gelek hêst li ser însanan dibarîne, gelek nêrîn, raman, zanyarî û têgihîştî dide însan, di mêjî ya temaşevanan de dêrî ya şoreşê, şoreşa hişmendiyê vedike, lê ji wan wêdetir jî ji me re dibêje: “Ji bo fikirandinê, tenê rêyek nîn e, rê û rêbazî ya mêjî gelek in, hewceye ku em bimeşin, di nav lêgerînekî de bin, bizanibin ku lêgerîna hunerê bêdawî ye, bê sînor e, gere em hinekî serê xwe biêşînin, ji bo rexnekirina şerê jî, ji bo peşvebirina hunerê jî, ji bo ku em tesîreke mirovî li ser civakan dayînin jî, hewceye ku em wekî şaîrek, wekî helbestwanek, wekî derwêşek, wekî ramangerek, wekî xebatkarek, wekî şivan û wekî moriyek li ser hunerê bisekinin.

Gava ku men “Tu roj ez hêyv” temaşe kir şunde, ez dikarim bêjim ji bo min dinya ne wekî dinya yê berê ye. Êdî min filîmek temaşe kiriye û wate ya dinya û civak, şer û huner li ber çavê min hatine guherandin. Huner tu her hebî…