Pêwîstî - Pedagojî
Pêwîstî - Pedagojî
Dema weşanê: Gulan 21, 2020, 11:53 Dîtin: 1759

Tiştê ku zarokê/a nû hatîye dinyayê bi jîyanê ve girê dide çi ye? Hêza ku wan bi coşeke mezin dixe nava liv û tevgerê ji ku tê?

Mesela çi rê dide ber wan ku ew wê hêzê di xwe da dibînin û radibin ser pêyan, yan jî motîvasyon çawa bi wan ra çêdibe ku ew hînî zimanê ku bi rastî jî hînbûna wî dijwar e dibin?

Pêwîstî…

Baş e, pêwîstî çi ye?

Pêwîstî, ew tişt e ku di tunebûnê da hebûna wê tê hîskirin. Her wiha hemû tiştên ku hîsa aramîyê tînin cih in. Ji bilî vê yekê pêwîstî, hêza dehfder ya geşedanê ye.

Di her pêvajoyeke geşedana zarokan da pêwîstîyên nû çêdibin. Mariya Montesorî vê yekê wekî ”serdemên hestyarîyê” bi nav dike. Li gorî Montesorîyê, di cîhana hestên zarokan da, di hin demên dîyar da ”nihiçkên hundurîn yên hişyarker” hene. Ev hişyarker dema ku wext tê, dikevin nava tevgerê ”hêzeke dehfder” pêk tînin.

Pêwîstî di dema xwe da, bi têra xwe û bê şert û merc werin bicihanîn, aramî û firehîya gîyanî pêk tê. Pêwîstîyên ku nehatine bicihanîn yan jî bi şert û mercan ve tên girêdan zarokan vamitî, bêaram û êrîşkar dikin.

Werger: Bawer Agirî
Çavkanî: Pedagogê pispor Adem Guneş, Cezasız Eğitim (perwerdeya bêceza), r. 29, 30