KÎJAN ŞAXÊN ZANISTÊ LI SER TUNDÎYÊ DISEKININ?
KÎJAN ŞAXÊN  ZANISTÊ  LI SER TUNDÎYÊ DISEKININ?
Dema weşanê: Nîsan 19, 2020, 8:22 Dîtin: 1918

Tundî, ne tenê zirardayîna laşê zarokan, lêxistin yan jî defdana wan e. Her wiha hemû cure êşên hestyarîyê didin mirovî ‘’tundî’’ ye.

Sê şaxên zanistê bi tundîyê ra mijûl dibin ku her yek li gorî beşa xwe tundîyê pênase dike. Ev her sê şax: Bijîjkî, dad û psîkolojî ne. Pênasekirina tundîyê li gorî van zanistan tê guhartin. Em ê li gorî van şaxên zanistê lê binêrin ka ''dundî'' çi ye.

Heke em tundîyê li gorî bijîşkîyê pênase bikin, hemû cure êrîşên bi destî yan jî bi tiştekî li dijî laşê mirovî pêk tên ''tundî'' ye. Ji bo vê yekê jî bijîşkî tevnên mirovî dinêre ka zirar dîtine yan na. Heke em bi awayekî din bibêjin, bijîşkî li berbiçavîyê dinêre.

Me got ku bijîşkî li ser tundîya berbiçav disekine. Heke laşê mirovî derb xwaribe, hincirî be, ev dikeve qada bijîşkîyê. Lê em bibêjin lêdan heye, lê bijîşkîyê tespît nekir. A di vir da dad dikeve dewreyê. Dad jî bêyî ku binêre derb li ser mirovî heye yan na, bi tevî peyt û şahidan lêkolînan dike û li gorî vê yekê biryara xwe dide.

Lê biryar bê dayîn ku tu êrîşên fîzîkî nehatine kirin û mexdûr di warê derûnîyê da zirar dîtîye, a ev yek jî dibe mijara psîkolojîyê. Psîkolojî jî lê dinêre ka gîyanê mirovî çi qas zirirar dîtîye.

Bawer Agirî