Jînenigarî ya Bawer Agirî

Bawer Agirî di sala 1984an da li bajarê Agirîyê, navçeya Avkevirê, gundê Geldûşê hatîye dinyayê. Li gund dest bi dibistanê dike û dibistana seretayî li wir diqedîne. Piştî qedandina dibistanê ji bo xebatê diçe Stenbolê. Li wir hem dixebite hem jî dibistana navîn xelas dike. Dûra dest bi ya amadehî dike. Di sala 2012an de dest bi nivîsandina helbestan dike û di sala 2016an da pirtûkeke helbestan ya bi navê ''êş'' ji weşanên ''na''yê derdixe. Di wê salê da Nizametîn Ariç helbesta wî ya bi navê ''êş'' hem dike stran hem jî dike navê albûma xwe.

Bawer Agirî di sala 2014an da diçe kursên zimanê kurdî yên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Dûra ew bi awayekî serkeftî di sala 2019an da bawernameya xwe ya mamostetîyê distîne.
Her wiha ew komputerê, bernameya computerê ''word'' û bernameyên Adobeyê yên wekî ''photoshop'' û ''illustrator''ê dikare bi kar bîne.

Bawer Agirî niha li Stenbolê rûdinê û li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê mamostetîya zimanê kurdî dike. Ji bilî van Bawer Agirî hinek sertîfîkayên grafîk û sêwirandina malperan û geşedana kesanî standine. Heta niha gelek nivîs û helbestên wî di gelek malper û rojnameyan da hatine belavkirin.

Bawer Agirî

Bawer Agirî

Mamosteyê Zimanê Kurdî