Şikparêziya Xezalî
Şikparêziya Xezalî
Dema weşanê: Adar 20, 2019, 11:05 Dîtin: 1000
Şikparêziya Xezalî
Xezalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayiyê vekola ye. Xezalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekolaye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê herdem derheqê rastiya wan de, di gumanê de bûye. Axirê bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe parastiye. Herweha wiha bawer kiriye, ku divê mirov bi çavê ti kesî li dinyayê mêze neke û wan texlîd neke. Ji ber vê yekê jî, texlîdkirina fikran; weke xirabiyeka mezin hesibandiye. Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana:
1- Destnîşankirina bingeha zanayiya misoger û rast. 
2- Peyîtandina vê zanayiyê, ku rasterast nesneya xwe vedibêje.
Ji bo hilberandina zanayiya rast û misoger, di destpêkê de prensîpên têgîhan û sehekên me û prensîpên fikirînê yên bivênevê, divê werin destnîşankirin. Lê di dawiyê de, Xezalî dibêje ku sehek û têgîhanên me, xapînok in û dikarin herdem me bixapînin. Ji ber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirovî jî bixapînin. Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekê dinê, yekê ku serwerê sehek û têgîhanên me be, derbikeve holê. Xezalî, ji fikrekê wiha dest pê dike û behsa beradayîtiya vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû heyberên li cîhanê ji rewşa wan ya niha, cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cih ya niha, rasteqîniyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.
 
Çavkanî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî