Bixêr hatî jîyanê zarok!
Bixêr hatî jîyanê zarok!
Dema weşanê: Adar 8, 2020, 7:41 Dîtin: 2124

Ew dema, komên mirovan di jêr helmet û heybeta bombeyên sedkîloyî de parçe dibûn, xanîyên wan yên bilind bi ser wan de di hilweşîyan, bi hezaran, sedhezaran, bi milyonan mirov, ji gelek welatên Ewrûpa diçûne mirinê, gelek jê jî dîl diketin, gelek jê ji hêz diketin, heftê û du sal bihurîbûn. Mirovên Elman jî, bi wê nexweşîya sedsala bîstan ya “ji bo mezinbûn, pîrozbûn û bêhampabûna”  xwîna Elman ketibûn. Di encam de, bi milyonan mirov bûbûne qûrbanîya vî hizir û şerî. Welatê Elmanya û mirovên Elman, bi xelayê ve hatibûne beramberî hev.

Li wê erda bombekirî, bi hestî û termên mirovan ve wêranbûyî ez jî li ber bûyînê bûm.

Malbata me, li gundekî biçûk, heftê kîlometrî dûrî Wiesbaden û ew hindejî dûrî Frankfurtê di jîya. Herdû bajar jî xwedan dîrokeka kevnar bûn.

Gûndê me, gundekî bêdeng bû. ji otobanan hindek dûr bû. Bawerim dayik û bavê min, him ji ber bêdengîya xwe, him jî ji ber xweşîya vir û coyê vir, li vira bicî bûbûn. Dawîya gund, hema çend gavan li pişta mala me, gund bi zevî û paşê jî bi daristanê ve dihate girêdanê.

Dayik û bavên min; du evîndarên bijarde yên serdemê bûn. Heryek xwedan çîrok û destana xwe bûn û li gel hev jî bi xwe bûbûne destan.

Bavê min; zilamekî bejin bilind, bi heybet, Kurdekî ser xwe û jêhatî bû. ne tenê bi bejin û bala xwe, bi hêz û bikêrîya xwe ya cendekî, bi azmûn û zanebûna xwe ya jîyanê jî bikêrhatî bû. Li gundekî ser bi Nisêbînê ve, li welatê Kurdistanê hatibû dinê. Di encama sextî û zehmetî, lêdan û êşkenceya dijwar de, bapîrê min biryar dide da ku ji warê xwe derkeve û bi qaçaxî berê xwe didin welatê Elmanyayê. Hîna di ciwanîya xwe de, bavê min, bi hestên vegera gundê xwe ve tijî dijî. Di sêzdesalîya xwe de, li rêkên vegera gundê xwe digere. Hîna simbêlên wî nû şil bûbûn, hîna wekî mirovên asayî, jîyan û pêşeroja xwe nedîtibû, di panzdesalîya xwe de biryar da û di destpêka şanzdesalîya xwe de berê xwe dide çîyayên welatê xwe, welatê Kurdan.

Bavê min deh salan, di hel û mercên dijwar û awarte de, di nava jîyaneka neasayî de, di heman demê de bê nav û bê nasname jîya. Di tevayî temenê xwe de bû rêvingê rêka bextewerîyê. Hezkirina di dilê wî de, hezkirina beramberî jîyanê û mirovan berê çarenivîsa wî dîyar dikir. Ew li jîyanê gerîya bû. Di temenê biçûk de, gelek tiştên mezin jîya bû. Tu demê, lêgerîna xwe ya bextewerîyê ne rawestandibû, hetanî rastî dayîka min hatî.

Dayîka min; jineke ne li gorî vê serdemê û nifşên xwe bû. Keybanûya serdemên qesirên çerxa navîn bû. Xwedawendeka serdemên çîrok û çîrvanokan bû.

Jineka bejin zirav, esmer, bêhvila xwe hurik, rûyê xwe tenik, porreş û pordirêj bû. Bispora ciwanîyê bû. Ciwanîya xwe, dizanî bi gelek morîkên rengîn, qûmaşên cêwaz, bazin û xerxal, xizme û guharan bixemilîne. Bazinên li zendên wê, xerxalên bi guzeka wê ve, zincîr, gerdank û guharkên wê didîtin, li tu derê peyda nedibûn. An jî kesî wekî wê ne didîtin û bikar netanîn.

Hîna di zarokatîya xwe de taybet jîya bû. dayik û bavê wê di salên şêstan de hatibûne Elmanyayê. Him dapîra min, him bapîrê min di kargehên cûda de kar kiribûn û temenekî xwe bi avakirina welatê wêranbûyî yê Elmanya ve bihurandibûn. Dayîka min, li Berlînê, taxa Kreuzbergê hatibû dinê. Malbata wê ji Dilokê bun. Her çend xwîna wan bi ya Kurdan ve dibe ku têkilav jî bûbe lê malbatekî Tirk bûn. Ji xwe piranîya Tirkên vê serdemê hez ji Kurdan ne dikirin.

Dayîka min her çend li Elmanyayê hatibe dinê jî, çanda malbata xwe bi hemî alîyan ve di jîya. Heman wekî jineke gundên Kurdistanê yên demên bihurî hez ji pîvan û kevneşopa xwe dikir. Piştî bavê min, dilketiyê Entabê bû. Jineka aza û jîr, zana û têgihiştî bû. Di tevayî jîyana xwe de wekî keybanûya jîya bû. Ne tenê bi bejin û bala xwe, meş û tevgera xwe, bi kiryar û hewldan û kar û awayê jîyana xwe jî weha jîya bû. Hertim bi hizra bextewerîyê, bi hezkirina sitran û muzîkê, bi govend û reqsa nazik, ew jineka jîyanhez, jineka mirovhez bû. Hertiştê xwe wekî xwarinên Entabê dijîya. Di hestên xwe, kevanîtîya xwe, karmendîya xwe de hertişt di asta herî bilind de dijîya. Di heman demê de jineka bêtirs û egîd bû. Wêya jî di destpêkirina têgihiştina jîyana xwe de ketibû pey bextewerîyê. Hetanî wê roja ku bavê min nas kirî, bi kevneşop, malbata mezin, jîyana civakî ya kevin, peywendîyên dê, bav, xwişk û bira bextewer bûbû.

Dayik û bavê min piştî nîvê temenê xwe hevûdû dîtibûn. Yek; jineke Tirk û bawerîya xwe Elewî, xwedan kevneşopeka hişk û tund, binemala xwe ji Dilokê, yê dîtir jî Kurd, lê ne tenê Kurd, bi hizir û gotinên malbata dayîka min “Terorist”.

Roj; piştî hevnasîna wan cûda dihelat. Heyv êdî bûbû xwedî wate. Ji ber li vî welatî roj ne dihate dîtinê. Mirovên vî welatî, li dever û welatên dîtir li rojê digerîyan. Heyv qet ne didîtin. Lê dê û bavê min wekî ku ji bo hev bûyîne û ji bo hev hetanî wê kêlîyê temenê xwe bihurandine û dilê xwe parestine. Wekî ku ew hinde zehmetkêşî, ew hinde tekoşîn, ew hinde alozî ji bo evîn û hezkirina hev jîyane.

Ez hîna nebûm...

Lê çîroka dayik û bavê min didomî. Ne wekî Ferhat û Şîrîn, ne wekî Leyla û Mecnûn, ne jî wekî Mem û Zîna Kurd. Ya wana gelekî mezintir bû. Ew zal bûn li ser rojê, ew zal bûn li ser heyvê. Bi sitêrkan re di pêşbirkêda bûn. Ew hilm û nefes, hez û hewes bûn ji bo hev. Tenê ji bo wê yekê dijîyan da jîyana xwe hetanî mirinê bi vê bextewerîyê bijîn.

Du xwişkên min hebûn. Du firişteyên wekî dayîka min jiyan hez, du kulîlkên çavkanîya jîyanê. Dayîka min herdû jî wekî dayik û bavê xwe, bi çand û kevneşopa xwe mezin kiribûn û di heman demê de jîr û jêhatî.

Herçend dê û bavê min, jîyaneka têr û tijî, jîyaneka wekî dîn û şêta dijîyan jî, xwişkên min jî, ji  bo wan xweşî û kêfa jîyanê bûn. Bavê min bi jîyan û bûyerên şer û çîrokên pir bi azmûna jîyanê ve, dayîka min jî bi bîranîn û bûyerên malbatê yên dê, bav û dapîra xwe ve carcaran ew bêzar bikirana jî, gelekî hez ji dê û bavê xwe dikirin.

Ez hîna nebûm...

Dayik û bavê min, him ji bo dabînkirina jîyanê, him jî ji bo bextewerîya xwe, bi hev re kar dikirin. Li kargehê jî, wekî hemî deverên jîyanê bi hevdûre bûn. Bavê min xwedan hizreka weha bû “ Eger malbateka saxlem, jîyaneka rast û bextewer bête xwestinê, divê jin û mêr pêkve bijîn û pêkve kar jî bikin.” Ji ber wê yekê, her çend gelek caran kar sext û zehmet jî be, bi bextewerî pêkve kar dikirin.

Serdem serdemeke aloz bû. Mirov di navbera du serdemên cûda de bi alozî dijîyan.  Serdemek ya bê teknîk, an ku bêhtir jîyaneka girêdayî huner û zanebûna mirovan bû. Serdema dîtir jî serdema teknîkê bû. Serdemeke ku hertişt êdî bi mekîneyên xwebixwe kar dikin, mekîneyên zana bû.

Serdemeke ku herkes di zanebûna “Mafê mirovan” û di zanebûna “Xirabbûna şer” de bû. Serdemeke ku herkes di xeyalên xwe de bihuştê dijî lê her dever bi şer, bi kuştin, bi şewitandin û tunekirinê ve tijî bû. Serdemeke ku êdî mirov ji anîna zarokan ditirsin. Gelek mirov, ji ber têkçûna xwezayê, têkçûna wezna germîya erdê, şer û gelek sedemên dîtir yên cîhan û jîyanê naxwazin êdî zarokan bînin û wan bavêjin nava agir.

Lê belê dayik û bavê min, bi xwe, bi hêz û hezkirina xwe bawer bûn. Biryar dan da ez jî bêm û beşdarî vê alozîyê bibim. Herduyan jî, birêveçûna vê jîyan û dinyayê baş dizanîn. Herdû jî bûbûne şahidê gelek xirabî, xwehezîyên hestkuj, bêhizirî, bêhestî, sextî û zehmetîyên bêpîvan. Dîsan jî bi zanebûn û xwestek hez dikirin min jî beşdarî malbatê bikin û wekî encama vê bextewerîyê bera nav rûbarê jîyanê bidin.

Dema qolincê dayîka min hatin, herdû jî li ofîsê bûn û kar dikirin. Ji ber karker û mişterî hebûn, dayîka min çû midbexê û bangî bavê min kir. Dema bavê min hate cemê, him bi êş, him bi kêf jêre got û jê xwest da êdî biçin nexweşxanê.

Herdû bi kelecanî li benda bûyîna min bûn. Ez jî li bendê bûm da beşdarî jîyana wan bibim û ez jî wekî wan henekê xwe bi vê jîyan û dinyayê bikim.

Bavê min lepikên bijîşkan xistibûn destê we û arîkarîya bijîşkan dikir. Di destekî de lepik di destê dîtir de telefon, di xwest di heman demê de bûyîna min tomar bike da ku piştî salên dirêj wekî bîranîn, wekî dîyarî pêşanî min bide û bide min.

Dayîka min, bi qolincên dijwar ve dinalî. Heman wekî ku bedena wê bi kêran bête parçekirinê. Agir, ji mûyê porê wê, hetanî bi neynûkê pîyê wê laşê wê di qejiland. Li gel ew hinde êş û azarê şerm dikir biqîre. Di navberê de bi bavê min da hêrs dibû da ku telefonê ji destê xwe daynê û tiştekî tomar nekê. Lê bavê min, bi dakokî li benda bûyîna min bû da wêne û vîdeoyên min tomar bike. Dayika min li gel hemî alîyên xwe yên jintîyê di heman demê de bi laşê xwe û tendirustîya xwe jî jineka asayî bû. Li gel hemî êş û azar û qolincan ez bi awayekî asayî û saxlem dianîm. Min êdî dixwest wan mirovan, wan kesên ku can dane min, xwîn dane min, bi qasî hestpêkirin û bihîstinê wan bibînim û dest bidim wan. Bikevim himbêza wan.

Her mirov di wî hizrî de ye, ew bê xwestek an bê zanebûna xwe dest bi jîyanê dike. Bêguman eve raste lê belê hatina dinyayê, bûyîn, rewşeka xwezayîye. Jîyan û cîhan li ber têkçûnêbe jî, bûyîn, rewşeke sirûştî ye û ji bo mirovên xwedan “hiş” û xwedan “bîr” rewşeka bêhtir awarte, mezin û cihê bextewerîyê ye. Her zîndar bi zehmetîyan xwe ava dike, xwe lê dike, xwe saz dike, bihêz dibe û bi hebûna xwe bextewer dibe. Ji ber vê yekê jî, çawan bi xwesteka dayik û bavê min jî be, bi xwesteka xwe ez dibûm.

Dema ronîya cîhanê da çavê min û him ji ber êş û azara dayîka xwe, him jî ji ber tirsa min ya li beramberî cîhana derve ez digirîyam, dayika min yekser aram bû û ji kelecanî û bextewerî û kêfxweşîyê digirîya. Bavê min ji kêfa sor bûbû. Di destekî de lepik, di destekî de telefon dîmenên min yên destpêkê tomar dikirin. Bijîşkan meqes dane dest bavê min da ku navika min bibire. Piştî navika min hate birînê, ez girtim danîme ser sînga dayika xwe. Ew digrî lê ji kêfan digirî. Ez himbêz dikirim û her digot “Qurban...” şahîya tu mirovî, kêfa tu zîndarî ya tu dem û deveran wekî ya wê demê, dema dayîk piştî bûyînê zaroka xwe himbêz dike û di daynê ser sînga xwe nîne. Wê kêlîyê, rewş çi dibe bila bibe, hertişt zelal, hertişt pak, hertişt xweş û xweşike. Dayîka min jî, çêj û tama wê kêlîyê derdixist. Wekî di encama birêveçûna şer û pevçûneka dijwar de, mirov bighêje serkeftineka jîyanî, wekî di dawîya rêvingîyeka kujer de mirov bighêje aramî û armanca xwe. Lê yek ji vana jî ne wekî wê kêlîyê bû. Eve hestekî cûda û tenê hestê vê rewşê bû. Hestekî ku tenê dayik pê dizanin.

Du rojan li nexweşxaneyê mam. Dayîka min zû bi ser xwe ve hat. Ji xwe hîna roja yekem dixwest min bigre û biçe malê. Êş û azara wê nemabû. Bavê min hat, li gel xwişka min, ez û dayîka min girtin û em çûne malê. Hetanî em derketin û çûne malê bû êvar. Dayika min ne wekî mirovekê lê belê wekî ku çêlîkeka çûkan di nav destê wê da be bi min ve mijûl dibû û hey ji min dibû. Dema ez şîr didam, dema ez dinixumandim bi tirs û nazik tevdigerîya.

Bavê min, hema ez bêhn dikirim û ji dayîka min ra digot; “ bêhna te jê tê” bavê min dixwest çêja min bigre. Ez digirtim himbêza xwe lê belê dayika min pir destûr nedida. Her digot; “ma tenê îşeve, sibê jî heye.” Wê şevê dayîka min herçend xwestibe westandina mehan û ya çend rojên dawî ji ser xwe bavêje û hindekî binive lê qet hedana wê nedihat û her çavê wê li min bû. Bavê min jî berê sibê raket.

Roj ne hilatibû. Hertişt di himbêza tarîyê de raketî bû. Gundê me jî hîna di bêdegîyeka kur da bû. Dengê çûkên sibehê belavî kolanên mirî dibû. Dayik û bavê min, ji westandinê xewin jî ne didîtin.

Yekser qelebalixek, teq û req, qarênî bi nav malê ket. Berîya herkesî bavê min bi tana derpê ji nav cihê xwe hilpekîya û rabû ser xwe. Bêcemê xwe bi lez li xwe kir û berbi derî ve bezîya. Bi hestê parestina mal û zarokên xwe ji teşqele û belayan hilperî bû ji cihê xwe. Derî bi lez vebû, mirovên bi kum, berê çekên ku ronahî bi serikê wan ve rasterast dane nîvê enîya bavê min û bi dengekî bilind bang dikirin. “Polîs.. Polîs... Polîs.. raze erdê.” ev banga xwe her dubare sêbare dikirin.

Ronîya kêm a li cihê razana min tu wateya xwe nemabû. Ronahîya bi serê çekên tîmên taybet yê polêsan ve nava jûra razanê ronahî dikir.

Bavê min, bi hewla ku tiştek bi zar û zêçên wî neyê yekser xwe li ser zik dirêjî erdê kir û got;

-“Zarokên min raketîne pêwist nakê hun qîr bikin, vaye ez li virim.”

Sê kes ji vê koma ser û rûyê wan nixûmandî û çek di dest wan de ew girtin û destên wî ji piştê ve girê dan.

Bavê min ne xerîbê çek û rewşên wisan bû. Lê cara yekem bû di mala wî de, li cem jina wî, zarokên wî rastî helwestekî weha hovane dihat. Rewş têgihiştibû û di êşîya.

Dayîka min, wekî ku di nava kabûsekê de bihilçenê qîr dikir.

-“Zaroka min heye, hun çi li mêrê min dikin?”

û gelek gotinên dî dikirin. Dayikek di rewşeka wisan de berîya hertiştî dikeve hizra zaroka xwe ya nûbûyî. Lê dayîka min li gel ta û mitala min, bi helwestê wan yên beramberî bavê min êşîya bû. Qet mêrê xwe bêhêz û bêçare nedîtibû û nedixwest bibîne. Êrîşî polîsên bi çek dikir û ew daf didan. Çi dihat bîra wê ji wan re digot da ku mêrê wê berdin. Piştî neh meh êş û jana dûcanîyê, piştî êş û qolincên candanê, piştî hatina malê bi kêf û coşa şîrdana zaroka xwe, serê vê sibê kabûsek dijîya. Wekî ku çeqel êrîşî çêlîkê teyrikan bikin. Dayika min şerê wan dikir û di xwest zarokên xwe, zilamê xwe, ji destê çeqelan rizgar bike. Ew bûbû parezvanê mal û hêlîna xwe. Ji xwe dayîka min hertim bi hêz, zanebûn û egîdîya xwe, mal zarok û zilamê xwe diparest. Bavê min ji ber ev koma polîsên Elman dinasîn û dizanî, ne dixwest rewşê xirabtir bike. Ji ber di mala xwe de bû. Dixwest bêdengî bîya wan bike da ku zû ji malê derkevin. Ne dixwest zarokên xwe hîn bêhtir bitirsîne. Dizanî qet ne xema van êrîşkeran bû. Baş dizanî vê kêlîyê hemî mirovatîya ku qaşo qala wê dikin ji bo wan tu giringîya xwe tune. Ew hinde giringîya bi jin û zarokan didin jî wekî dukela agir hemî bi valatîya hewayê de diçû. Bi derewê wan baş dizanî.

Bi qîr û qajênî û qelebalixê ve ez jî ji xewê hilçenîbûm. Û digirîyam. Çavê min hîna fêrî dinyayê û hebûnê nebûbûn. Min li ser serê xwe, polîsê sergirtî û çek di dest de û ronahîya bi serê çekê ve dîtibû. Berê çekê li min bû û qîr dikir. “Polizei... Polizei....” wekî ku ji min ra bibêje –Bixêr hatî dinyayê zarok-. Çendîn ez bi tiştekî nedighiştim jî, ez ji dengê bilind tirsîyabûm û digirîyam.

Xwehê min jî wekî dayîka min, hetanî bi rewşê hesîyan û zanîn ku eve ne xewne çend xulek bihûrîbûn. Gelek filîm temaşe kiribûn lê qet hizir pê ne kiribûn tiştekî weha bête serê wan. Serê sibê, di xewde, ji nişka ve û kesên sergirtî bi çek û qîrkirin wana ji xew rakin. Ew li qata jorîn di odeyên xwe de bûn. Êrîşker biqasî panzde kesan bûn. Hetanî hindekan bavê min girê dan, sê çar kesên dî xwe gihandibûne jorê û bi heman awayî xwehê min ya çardesalî û ya hevdesalî bi tirs ji xew rakiribûn.

Dayîka min; hemî hest  hizrên dayiktî û jintîyê wê kêlîyê jîya. Qet li ser xwe ne dihizirî. Rewşa mêrê wê, wekî xencerekê li ser dilê wê çikîya bû. Hestekî parestinê ya kur di nava xwe de radigirt. Dixwest bi rengekî bavê min biparêze. Her diaxifî, dixwest êrîşkeran ji jûrê derxîne. Di heman demê de ez girtibûme himbêza xwe, bêyî ku guh bide girîyê min, ji êrîşkeran re digot;

- “Zarokên min netirsînin, hun çi mirovin, derkefin ji mala min.”

Dayika min wê sibehê di heman demê de bûbû bav, bûbû parestvan, bûbû firişteyeka parestinê û dixwest me tevan bigre bin perê xwe û biparêze. Rondikên wê bûbûne kanî, lê di heman demê de êrîşî çekdaran dikir, dixwest wana berî kêlîyekê ji mala xwe derxîne. Wê kêlîyê tevayî jîyana wê ji hişê wê çûbû. Ne zarokatî, ne ciwanî, ne dayîka wê ya zehmetkêş, ne bavê wê yê hişk û tund, ne birayê wê yê bêdil û bextreş, ne xweşî û nexweşîyên di pey xwe de hiştî, tu tişt ne di bîra wê de bû. Dilê wê birîndar kiribûn. Dilê wê razandibûne erdê û kelepçe kiribûn. Agir bi kezeba wê xistibûn. Di nava çend xulekan de hindekî dî bi ser xwe ve hat. Xwehê min anîne cem me. Pavê min daxistine xwarê, ew birine pirtukxaneya wî. Çekdar ji malê derketibûn. Çend polîsên bi kincên asayî mabûn.

Zilam û jineka rayedarê polîsan berpirsê vê tevgerê bûn. Sedemê vê show an ku xwepêşandanê derdibirîn. Bavê min ji ber karê xwe yê bazirganîyê hatibû girtinê. Bavê min ji dema ji wan pirsî;

-“Başe madem hun min dişopînin û hun dizanin ez ji nexweşxanê hatime, hun dizanin zaroka min berîya du rojan bûye û ev arîşe li ser karê bazirganîyê ye ev çi şov û xwepêşandan bû, eve çi çek û qarênî bû serê vê sibê. We çima bi taybet xwest jina min û zarokên min bitirsînin?”

Jina berpirsîyar jî weha bersiva wî dabû;

-“Berîya bi çend salan, dermanceyeke te hebû. Te radestî polîsan kiribû. Ji ber ku tu metirsîyekî ji bo me, me nedikarî bi rêkên asayî bên te bigrin.”

Dema bavê min daxistin ber derî da ku bibin, zarokên biçûk di kolanê re dibihurîn û diçûne dibistanê. Polîsê bi milê bavê min girtî sekoyê xwe girt û avête ser destê bavê min da ku zarok destê kelepçekirî nebînin. Bavê min seko avête erdê û got;

-“Qey hun evqas giringî bi zarokan didin? Serê sibê bi qêrîn û çek û qelebalix we êrîşî mala min kir, we bi sîlehan hetanî zaroka du rojî bi tirs ji xew rakir, qey zarokên Elman ji zarokên min gelekî çêtir û giringtirin.?”

Dayika min hîna ji wê kêlîyê ve ketibû taya wê yekê da ku bavê min ji destê wan rizgar bike. Yekser ketibû nava tevgerê de. Eger ji ber me nebûwaya, dayika min dixwest ku wê jî li gel bavê min bibin.

Wê rojê min dît. Di nava Evîneka bê hempa, hezkirineka xwedayî, malbateka zêrîn de, dinyayeka bêbext, bêhest.

Wê rojê min dît. Li kîdera dinyayê dibe bila bibe, mirov bi çi bêne tawanbarkirinê jî, tenê hêz, pergal dikare li ser her mirovî zal bibe û hewl dide ku jîyana mirovan bi yek tevgerê têk bide.

Piştî heftîyekê dayîka  min ji şîr bû. Ji kerbê bavê min, xwarin ne dixwar, ranediket. Şev bi kabûsan dibihurand. Cigare li ser cigarê dikişand. Dayika min, roj bi roj di helîya. Can dabû min, lê piştî du rojan, dilê wê, canê wê ji dest wê girtibûn. Dilê wê dîl girtibûn. Ew girtîyê dilê zilamê xwe bû, zilamê wê girtîyê zindana zûha û sar bû. Bi salan bû hemî hêz û kirîna xwe ji bo zarokên xwe û zilamê xwe bikar tanî. Wekî zarokekê li mêrê xwe meyizandibû ew xwedî kiribû. Neha jî her kêlî li ser wî dihizirî. Gelo çi dixwe, çi vedixwe, çi dike? Van pirsana hemî jîyana wê dagir kiribû.

Dayîka min, bi hemî hêz û hunera xwe, tevdigerîya da ku bavê min ji girtîgehê rizgar bike. Tu dever nema lê ne gerîya, tu kes nema qir bi serda nekir û tu rayedar nema ku têra wan dijûn ji wan re nekir. Ji ber wêya jî baş dizanî ku tu tawana mêrê wê vî mafî nade tu zîndarî ku bi vî helwestî xisarê bide mal û zarokên wê. Ji xwe piranîya mirovên derdorê me jî, ji polîsê Elman û dadgeha ku hîna biryar nedayî bêhtir bavê min tawanbar dikirin. Ji xwe dema mirovek dihate girtinê herkes dibû qazî û biryarên ku di defterên yasayan de tune didan. Lê  Dawîya du meh û nîvan, bi hewldana dayîka min, bavê min ji girtîgehê rizgar bûbû.

Di roja bûyîna xwe de bûme şahidê evîn û hezkirineka mezin û bêhempa. Piştî du rojan bûme şahidê dinyaya bê dad û bêbext. Piştî du meh û nîvan bûme şahidê bextewerîya du evîndaran, du hezkiriyên ku dilê xwe bi hevdûve girêdane. Bavê min hema ez bêhn dikirim, hîna di sêmehîya min de ez fêrî zimanê Kurdî dikirim. Dayîka min hema digot;

-“Keçika min a Kurd, porê wê yê zerik wekî bavê xwe.”

Xwehê min hema dixwestin tiştekî bo min bikin.

Bextewerîya me bi ser ket. Di salên bihurî de, min têra xwe, bi henek û harbûna xwe, hemî endamên malê dabûne qaqa reş.

 

 

17.09.2019 - Dusseldorf