Welat
Welat
Dema weşanê: Gelarêzan 19, 2022, 11:20 Dîtin: 681

Ken , girî

Qêrîn û hewarim

Îro bi derd û kulê xwe

Dîsan ez xembarim

Dinalim û digirîm

Birîndarim

Birînekî bê xedarim

Dilsojekî sotî

Di nêw agir û dûmanim

Bê heval û hugir

Di nêw dest

Dûjminê xwîn xarim

Xwîn li min diherikin

Rûndik li min dibarin

Ez dimiçiqim

Wek şemalekî

Bi agirên xwe

Dişewitim û dihelim

Talan kirî me

Ez welatek bê xwedî me