Liser serverên linux avakirina RAM Disk

Liser serverên linux avakirina RAM Disk

Dema weşanê: Adar 3, 2019, 4:21

Nivîskar: Xêro Mîrza

Dîtin: 1109

RAM jibo servera gelek mûhîme her bernamên liser server kar dikin ligor berfirehî û meznaya xwe ji RAM ê dixwûn ji bo alîkarîyek ji RAM re çêbibe “RAM Disk” gelek başe. Dema RAM ya liser mekîna server hew têrî bikê anji wexta bername kardikin ji bo giranî tev nekeve ser RAM a server weke pêştomarkê RAM Disk bikar tînin.

Di vê gotara xwede ezê avakirina RAM Disk ya liser linux parve bikim ez hêvî dikim ku ev parvekirina min ji were bibe weke rêberekî baş.

Berya hertiştî yek belgedank avabikin bi navê ramdisk bi fermana jêr;

mkdir /mnt/ramdisk

Paşê meznahîya hûn dixwazin liser belgedanka ku we avakiriye siwar bikin, min bixwe mînak 1GB çêkiriye bi fermana jêr;

mount -t [tmpfs|ramfs] -o size=1024m [tmpfs|ramfs] /mnt/ramdisk

Dawîyê divîya hûn rêzenivîsek ê bigrin dawîya belga /etc/fstab ez bixwe edîtora nano bikartînim fermana mînak:

nano /etc/fstab

Piştî we bi edîtor a nano belga fstab vekir hûnê rêzenivîsa jêrin bigrin rêza heri dawî;

tmpfs /mnt/ramdisk tmpfs nodev,nosuid,noexec,nodiratime,size=1024M 0 0

Jibîr mekin di vê nivîsêde kêmasîyek anjî çewtîyek hebe dema we servera xwe girt û jinûde vekir wê problem çêbibe jiber vê yekê bihemdî û hişyarbin.

Ev gavên min nivîsîne we qedandibe êdî jibo RAM Disk a server çalak bibe divîya hûn server ji nûde vekin fermana ji nûde vekirinê;

shutdown -r now

Ez hêvî dikim ev gotaramin ji were bûbe alîkar.

Sipas.