Çavê cîhanê “Alma” kurayiya fezayê dibîne

Çavê cîhanê “Alma” kurayiya fezayê dibîne

Dema weşanê: Rêbendan 14, 2019, 12:00

Nivîskar: Xêro Mîrza

Dîtin: 1445

Li Şîlî, çola Atacama bi hevkariya welatên Ewrupa, Emerîka, Keneda, Asya Rojhilat û şîlî durbêna herî mezin ya cîhanê bi navê “Alma” hate danîn.

66 Teleskobên Radyo ku her yeka wan 12 qama bilind û 7 metroya firehin hurên ser rûyê heyvê yên hetani bostekê jî bi hesabî dê karibin bibînin.

Durbên dikare xwe bighîne pêlên fezayê yên di meziniya milîmetreyê de.

Karbidestê projeyê Lars-Ake Nyman derbarê durbênan de weha got;

“Hevkariya evhinde welat ji bo vê projeyê û avakirina Benqeya berhevkirina zanyarî û destkeftiyên fezayê serzîvrênere. Tiştên herî dur wekî li cem mebin em dikarin bibînin, qûlên reş yên kadizê wekî ku em di paxila wandebin em dê bibînin”

Peyva “Alma” di Spanî û Portekîzî de tê wateya “derûn”
Projeya Alma jî dê beşdarî projeya “Event Horîzon” bête kirin û bibe çavê cîhanê.

Alma dê gelek nepeniyên fezayê jihev derxîne.

Euronews