ŞEVBÊRKÊN SPÎ

Dîrok: Nîsan 13, 2021, 1:32

Nivîskar: Kemal Necim

Dîtin: 1532

ŞEVBÊRKÊN SPÎ

 

 

1

Min dixwest te vexwînim şevbuhêrkeke spî

Spî mîna berfa serê salê,

Sersala ku îsal dereng ma..

….

Dizanim te bêriya berfê nekiriye,

Lê dilê te dibije çîrokeke spî,

....

Çîrokên min ên spî bi qasî hijmara tiliyên destên te ne, ku te roja cenjê hine kiribûn.

Dilê min berî hilweşe, spî bû

û pelika vala ya dê helbesta xwe lê binivîsim,

gula nêrgizê ya li ser keviya dîwar

pirtikên singa çûka min a di rekehê de,

û temenê min..

temenê min spî bû

mîna berfa serê salê,

Sersala ku îsal dereng ma..

……….

 

 

 

 

 

2

 

Min dixwest li çîrokeke spî pêrgî hev bên,

çîrokeke neşikandî,

mîna berfa serê sibê,

Sibeha ku îro deregn ma

….

 

 

 

 

 

3

 

Min dixwest bi rûyekî spî,

ji te vebim

Weke çawa zarokên salê

ji şîr vedibin..

Rûyekî spî

mîna silavên dê diyarî min kiriba,

diyariya ku vê carê jî dereng ma..

……

 

 

4

 

Li benda cenga dawî bûm

Ku dergehên çîrokê radestî artêşa te bikim

û ala têkçûna xwe

…………

Li benda hilweşîneke spî bûm

spî mîna aşîtiyê

aşîtiya piştî cenga dawî

dawiya ku dreng ma..

…………

 

5

 

Bi çêja meqamê lavijên koçeran bû

Strana spî, te diyarî min kir

……….

Bi çêja  seravek e spî bû,

Çaxê ku çavên te li bîranînan hilnayên

….

Strana spî, te diyarî min kir

Bi çêja te bi xwe bû..

Tu ya hezar salan dereng ma..

 

6

 

Serê heft şev û heft rojan e,

li rûdaneke spî digeriyam,

berê jiyana min bide ronahiyê.

Nizanim çima min bîra kenê te nedibir..!

Kenê te ku dibare, hezar welatên spî

min vedixwînin evîneke nû,

nû mîna azadiyê,

azadiya ku îşev jî dereng ma..!

 

 

7

 

Demsala barînê dike birije,

weke çawa ti bi xeydeke spî

ji salnameya min weriyayî

…..

Ev helbest jî dike bi dawî bibe,

ne berf barî

nejî min agahiyeke spî ji te bihîst..

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

ŞEVBÊRKÊN SPÎ

    1 Min dixwest te vexwînim şevbuhêrkeke spî Spî mîna berfa serê sal   

Nîsan 13, 2021