SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike
Dema weşanê: Êlûn 28, 2019, 5:22 Dîtin: 3307

Qamişlo

Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û hewldana bingehgirtina “Rêbera Rastnivîsînê” dabûn destpêkirin, hêj jî didomin.

Sibeha îroj şemîyê li avahîya xwe ya li bajarê Qamişloyê, SZKya rojavayê Kurdistanê, bi tevlibûna niwênerên akademî û zanîngehên kurdî yên deverê û derdora 20 kesayetên ku xerîkî xebatên zimanî ne, civîneka fireh bi rê ve bir.

Endama birêveber a SZKyê Gulê Hesen ji me ra ragihand ku di civînê da “bazinedaçekên kurmancîyê hatin nîqaşkirin û tercîha Rêberê (da, ra, ve) hat erêkirin, ji ber ku piranîya kurmancîaxêvan wisa diaxive her wiha di folklor û klasîkên kurmancî da jî heman awa serdest e.”

Hesen her wiha da zanîn ku di hefteya bihê da, mijara tewandina hejmarnavan bi hemî kêşan û bikaranînên xwe ve dê bihête nirxandin û biryarek li serê bihête standin.

Der barê armancên dawîn ên van rêzecivînan da, endama birêveber a SZKyê Vîyan Cûdî eşkere kir ku “piştî bidawîbûna nîqaşên li ser Rêberê, em ê bi Weqfa Mezopotamyayê ra bikevin nava têkilîyê û têbînîyên xwe arasteyî wê bikin, ji bo ku em li vê derê jî bi daxuyanîyeka fermî xalên ku hatin erêkirin ragihînin û di weşanên hemî dezgeh û sazîyên Birêveberîya Xweser da bidin rûnandin.”

Li ser meseleya têkilîdanîn û pêwendîyan, Cûdî da zanîn ku “em ê xwe bigihînin her kesê ku mijûlî xebatên li ser zimanî ye û em ê bi fermî têkilîyan bi hemû enstîtû û akademîyên kurdî ra ava bikin.”

“Rêbera Rastnivîsînê” berhemeka Komxebata Kurmancîyê ye ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da xebatên xwe bi rê ve dibe û ji derdora 20 zimanzanî pêk dihê.

Hêja ye mirov bi bîr bixe ku di civînên SZKyê yên bihurî da, awayê nivîsîna Rêberê ji navên hêl û parçeyên Kurdistanê ra ne tê da, xal û rêgezên Rêberê bi giranî hatin erêkirin.