Mirin û Zerdeştê Nietzsche

Dîrok: Adar 19, 2019, 4:34

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 1185

Mirin û Zerdeştê Nietzsche

Însan, ji nav hemû giyandarên dinyayê de tekane giyandar e ku bîra mirina xwe dibe, haj ji mirina xwe heye. Ji ber vê yekê jî di nav mijarên felsefeyê de mijara Mirinê hertim cê xwe girtiye. Hîn ramanger bi reşbînî, hîn ramanger bi geşbînî di derheqê mirinê de fikrên xwe eşkere kirine. Di nav civakan de jî wateya mirinê ji hev cuda ye. Meselen li gor dîrokzanê Yewnan Heredot qismek ji gelên Trakyayê wexta zarokek wan çêbiba li hev kom dibûn û di ser hev de digiriyan, lê ku wexta yek bimra jî, merasîmên şahiyê amade dikirin. Helbet ev kultur li gorî şert û mercên jiyana wê erdnigariyê formekê distîne. Civakên ku feqirî û zilm û zor lê hebe mere nikare qala qedra jiyanê bike, li wir mirin wek rizgarbûnê bê pêşwazîkirin jî divê mere li ber vê yekê şaş nemîne. Baş e lê îja mere ji civakan were ser ferdan, heke kesek tirsa mirinê ji dilê xwe bavêje dê çi bibe? wê di jiyana wî de guherînên çewa rû bide? Piştî vê pirsê Zerdeştê Nietzsche tê bîra min.

Zerdeşt piştî daketina ji çiyê ji kerebalixa ku li sîrkê kom bûnin re qala "jormirov" dike lê ji nîşka ve bendbazê ku li ser ben dimeşe denga xwe şaş dike û ji wê bilindahiyê tê li ber nigê Zerdeşt dikeve, temama hestiyên wî dişkê û li ber sikrata mirinê ji Zerdeşt re dibêje "Min dizanî bû wê rojekê şeytan nig bavêje ber min û min ji ser ben bixe û niha jî şeytan min berbi dojehê ve kaş dike, bêje Zerdeşt tu dikarî min xelas bike?" Zerdeşt lê vedigerîne "Ez li ser şerefa xwe bêjim dosto, tişte ku tu qal dike yek jî tune ye. Ne şeytan ne jî dojeh û bizanibe ku wê ruhê te berî laşe te bimre." Piştî van gotinên Zerdeşt, bendbaz dibêje "Naxwe bi mirina xwe ve tiştekî ku ez wenda bikim nîn e û jixwe bi salan e mîna heywanan bi lêdanê, bo gepek nan min vî karî dikir"

Dû van peyvan, bendbazê ku li ber sikrata mirinê bêdeng li çavê Zerdeşt mêze dikir, hew bi zorê destê wî diliviya mîna ku li destê Zerdeşt bigere, ji bo spasiyên xwe pêşkêşî wî bike.

 

Ferhat Dayan

19.03.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019