Dunning-Kruger Effect

Dîrok: Adar 8, 2019, 5:08

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 1180

Dunning-Kruger Effect

"Mezintirîn pirsgirêka dinyê ev e; mirovên bêaqil ji xwe razî, lê mirovên baqil jî tim di şik û gûmanê de ne"

 

 Bertrand Russell

 

   Di derheqê têgeha dilnizmiyê ji feylezofên serdema pêşîn heyanî feylezofên serdema hemdem, ji Sokrates bigre heyanî Nietzsche giştikan di vê mijarê de fikrên xwe eşkere kirine. Bi kinayî mirov dikare bibêje ku dilnizmî erdemek bêpayan e, loma jî demên bi kesên zane û dilnizm re dibihure di nav hequ nebaşiyên dinyê de bo tenduristiya rihê mirov wek terapiyê ye. Çend ro berê dost û xweşkeka min a dilsoz ya xwedî vê erdemê mêvana min bû, çayê-cixare û sohbet, me bi têra xwe ji xwe'r li ser her meselê qise kir. (helbet û mixabin di van rojên bi def û zirne de siyaset serlîstikvanê sohbeta ye) Neyse bi vê munasebetê bi şaşî û kêmasî û bi qasî zanîna xwe dixwazim qala sendroma Dunning-Kruger bikim (her çiqas ne bawer bim ku mere vê rewşê wek "sendrom" bi nav bike jî) çi ye ev Dunning-Kruger effect?

 

Psikolog Justin kruger û David dunning ji xwe pirsîne çima gelo li her derê mirovên nezan di her warî de -siyaset jî tevlê- serwer in, çima meqamên herî baş di dest wan de ye? piştî van pirsan ev teorî avêtine holê; "nezanîn, berevajî zanînê, xwebaweriyê xurttir dike" helbet vê teoriya xwe jî bê bingeh nehiştine û piştî vê teoriyê li Zanîngeha Cornell ê 45 xwendekarî xistine ezmûnek ku ji çend pirsan pêk tê piştî ezmûn qediyaye yek bi yek ji xwendekaran pirsîne gelo wê ji vê ezmûnê çend pûanî bi dest xin? heviya wan çi ye?

 

Balkeş e ku xwendekarên nejêhatî (yanî incax ji sedî 10 bersivên rast dane)

bi awayekî ji xwe bawer gotine ku me bi kêmanî sedî 60 bersivên rast dane û heke em di roja xwe de bana wê bi sedî 70 jî ba!

 

Xwendekarên herî jêhatî jî (yanî ji sedi 90 bersivên rast dane) bi sekneke mutevazî gotine ku incax me ji sedî 60 bersivên rast dabe. Piştî çend ceribînên cûr bi cûr sê xalên girîng yên vê xebatê werê ye;  

-mirovên bêwesf, ji vê bêwesfbûna xwe jî bêhaj in.

-mirovên bêwesf, ji xwe bawer û pozbilind in. 

-mirovên bêwesf, ji kesên bi rastî jî xwedîwesf in dibehecin. 

Wek têbiniyekê, Dunning û Kruger bi vê xebatê xelata Ignobelê stendine. (Çima ev xebat layeqî xelata Nobelê nehatiye! ev jî bi têra xwe rewşeke îronîk e!)

 

"Tişta ku ez pê dizanim, ez bi tiştekî nizanim" lêbelê berevajî nerîna Sokrates mutevazîbûnek derî adetê jî dibe sedem ku mirovên ne ehlê kar, bibin "zane" "hoste" "rêvebir" û hwd. (jixwe li gor Nietzsche Sokrates jî qure ye, ji lew re "jixwebehsnekirin mezintirîn durûtî ye" anku mutevazîbûnek zêde jî cureyek qurebûnê ye)

 

Werhasilî kelam wek di hertiştî de di vê mijarê de jî DENGE lazim e, ne quretiyek pûç û ne jî mutevazîbûnek bêsûd.

 

Ferhat Dayan

08.03.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019