Bi mamostayekî Kampa Mexmûrê re
Bi mamostayekî Kampa Mexmûrê re
Dema weşanê: Nîsan 17, 2020, 7:29 Dîtin: 1072

 

 

Hevpeyvîner: Evîn Hesen

"Em derketin riya baranê li me dayê

Em dikin hawar kes bi me ve nayê                  

Dixwazin li me bikin dojeh  vî warî "

Bi dilxemgîniyê mirovan re mirov li hinaseya gelekî dizîvere, li tûrkinê lorîk û dîlokên li peyan li hev rasthatine dadigre, bi çerx û feleka yemanê re sotî dibe, îca vê carê ne tenê penaberî, dorpêçkirin, şewb, sîxurî û azadî heye na lê kî ji sefra ber kê bixwe, kî benê qirka kê sist bike jî heye û dîroka gûz jî libû libû dijmêre heke libek bi tenê di ber destan re biflite jî helbet ew ê tovan  bide, îca heke em hindekî li tovan daqûlên em ê li dîroka salên 90`î vegerin û bibînin ku karwanên koçberî û penabetiyê ne ji Waşûkaniyê ketine rê û ne ji Şengalê ketine rê, lê ji Mexmûra colistan dane rê anku Mexmûra ku bûye hêlîna penaberên ji gundên bakurê Kurdistanê, îca wan û hêlîna xwe ji hev re fîxandine em ê ji nêz ve ji mamsoteyê zimanê kurdî û neferekî karwanê penaberan mamoste Ferhad Soydin nas bikin.

 

-Kurtebêjiya  kampa Mexmûrê çi ye?

Mexmûr dikeve başûrê Hewlêrê, rojavayê Kerkûkê û rojhilatê Musilê,  di sînorê Iraqê û herêma Kurdistanê de di  madeya 140`î de cih digire.Sedema hatina mexmûrê  ew e ku di sala 1990`yî de li bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên dijwar di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerê Kudistanê de derdikeve, jixwe werkî heta roja me ya îro jî şerê hebûn û nebûnê ye, gerîla bi şev şer dikirin û leşkerên Tirkan  jî bi roj şer dikirin lewma kuştî û wendahiyên mezin çêdibûn, her roj leşkeran îşkence, zordarî, gotinên rûmeta mirovan  pê dişkê diavêtin û gelek kes jî heta roja îro çarenûsa wan wendayî ye.Şerê herdu aliyan heta 93`yan berdewam kir û heta wê demê gel hîn jî derbasî başûrê Kurdistanê nebûbû, lê li gundewarên başûr bi cih bûbûn, herî kêm salekê diman û ji ber îşkenceyên cendirmeyan berê xwe didan gundekî din, trajîdiya wan êzarkêşan wiha dewam kir,  lew ra  gel neçar ma ku koçberî başûrê Kurdistanê bibe û da ku ji hev qut nebin li derdora Zaxo, Bihêrê, Dihoşê bi cih bûn.

-Xêrxwaz û destbira hebûn?

Bêguman madam du alî şer dikin mutleq aliyek doza mafên giştî dike û û xêrxwaz destên alîkariyê dirêjî heqiyê dikin, ji ber vê yekê piştî çend rojan xêrxwaz, destbirayên wekî Netewên Yekbûyî û gerîlayan di sala 1994`an koçber vexwendin û gotin:Me ji were li Etrûşê û Geliyê Qiyametê, Bihêrê û Şêranê du kamp vekirine divê hun herin wir. Jixwe piraniya gelên ji bakurê Kurdistanê koçber bûbûn, berê xwe dan kampan û beşek piçûk jî berê xwe dan deverên ji xwe re hilbijartin.Mirov dibêje qey bi carekê re cihek ji wan re hatiye veqetandin û rehet vehesîne nexêr; pêşiyên me ne vala vala gotine"Dîtin û gotin nabin yek" û der bi deran li 7 waran geriyan.

 

-Penaberan çawa trajîdiya xwe hembêz kirin?

Rast e kamp ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hate avakirin lê aliyê tevgerkirina penaberan gerîlayan destek didan, wê demê kamp di nava semt û taxan de bû, hevalan komîte çêkirin, her komîteyek berpirsê taxa xwe bû, her semtek jî rêveberiyek xwe hebû û ji aliyê debara xwarin, av, gaz û her wekî din ve jî hem hevalan û hem jî NY`yê dibûn alîkar.Dîsa jî her çiqasî mirov trajîdiyan rêz bike yên nayên rêz kirin deh qat zêtetir in.Ez tenê çend bilokan ji qorên trajîdiya penaberên pepûk vebêjin; Di çandireke 4 metran de 8 kuflet tê de dijiyam, de îca di 1998`an de  NY`yê nû şaredarî vekir her hezar malî 4  xetên avê hebûn gel neçar dima bi qasî 500 km bi piyan bimeşe da ku ava xwe bîne. Sala 1998`an çileyê hevînê bû zarokeke 8 salî ji ber rengê hemû çandiran heman reng bû,  wenda dibe û dixeniqe.Dîsa jî penaber bê çare nediman û derfet ji xwe re dixuliqandin, piştrastiya gotina min jî bi alîkariya mamosteyên ji bakur perwerdeya bi zimanê kurdî hate destpêkirin, qelemek dikirin 4 qet û li zarokan dihat belavkirin her wiha rûpelek ji defterekê didan wan bi roj ser dinivîsandin û bi şevê nivîsa xwe jê dibirin da ku roja paştirê dîsa bi kar bînin.Hele hele perîşaniya me di şerê birakujiyê dît.!

 

-Şerê birakujiyê çi mersele bû?

Şerê birakujiyê şerê PDK`ê û PKK`ê ye, dewleta Tirk derbe xwar paşê êrişî kampê kirin û derdora 3 mehan kamp dorpêç kirin, de îca were û wan zarok, jin û xityaran debar bike, bi qasî kîliwê çûkekî jî derbasî kampê nedibû dibêjin; mirov ji tunebûnê hebûnê çêdike, gelê me jî berû diavêtin nav êgir û dixwarin, vê surecê heta 97`an ajot, PDK`ê û Tirkan dizanîn  gerîla alîkariya penaberan dikin zext û zilim dikirin, ji ber vê egerê gerîla gotin agir berdin çandirên xwe û derkevin, milet jî rahişt betaniyên xwe û kampa geliyê Qiyametê vala bikin, lê beriya hun derbikevin li ser xwesteka gerîlayan agir bi çandirê xwe xistin.Wê demê me berê xwe Etrûşê li wir qereqolên PDK`ê hebûn me  kampek li wir ava kir û êdî ji wir û şûn ve çûn û hatina  bû bi rêya pêşmergeyan re, li vir jî şer derket îca vê carê Tirkan balonên agir avêtin nava kampê çend kamp hatin şewitandin, derûniya gel di biniya sefirê re bû, di wê demê de derdora 16 hezar kes hebûn beşek ji wan berê xwe dan başûrê Kurdistanê û beşek jî çûn Neynewa ya di navbera Iraqê û başûr de ye, li wir derdora salekê man, zor, zehmetî li milekî  û xircira panzêrên Tirkan li milekî, lew ra partiya PKK`ê neçar ma rêyekê ji kampê re bibîne, li ser vî esasî bang hate kirin ku Sedam Hisên cihek ji we re diyar kiriye divê hûn herin wir, ber êvarê bi vîze vîza ba û baranê re em derbasî Nehdarê bûn, lê Sedam nehişt em derbas bibin, me çileya xwe li baranê qedand, vî miletî têra xwe û sed bavên xwe zilim û zordarî dîtiye û hîn jî dibîne, paşê Sedam got bila derbasî Mexmûrê bibin, Mexmûr jî derveyî maran û tûpişkan tu tişt û kes lê najî, çolek rûtî zelût, li xewlakî ye û rêya tu mexlûqatan pê nakeve, dîsa me pêl rûyê kir û em hatin.Li wir jî me bi alîkariya gerîla xwe tevger kir, beriya şerê Iraqê û Emerîkayê anku 2003`yan hinan ji bo derfetên kar berê xwe dan başûrê Kurdistanê.

 

- Heta wê hingê navê Kampa "Kampa Mexmûrê" bû lê paşê ji ber çi bû"Wargeha Rûstem Cudî"?

Min li roj got gerîla alîkariya me dikirin û di milê rêxistinkirinê de serwext bûn, 2004`an wekî tê zanîn di dîroka PKK`ê de hindek tevlihevî derketin holê û hin kes derbasî kampa me bûn, dixwestin nakokiyên navxweyî derxînin, wê demê jî Ş.Rûstem Cudî yê ji bajarê Serêkaniya Rojava ye li Mexmûrê bû domdar rê li pêşiya van sîxuran digirt paşê dema hevalê Rûstem şehîd ket, me navê Ş.Rûstem Cudî hilda û bi rengî navê kampê bû"Wargeha Ş.Rûstem Cudî".

 

 -Wekî tê naskirin  koçberên ji ber êrişên dewleta Tirk ji malên xwe derketine li kampa Waşûkanî bi cih bûne, tu bi xwe jî bûye dîtvanê her du sosretan  îca di navbera her du kampan de xalên hevbeş û ên cihêwaz çi ne?

Zoriyên Mexmûrê tê re derbas bûye pir ji rewşa kampa Waşûkanî cudatir e, nirxandina min ne tenê ji bo qadekê ye, lê rastiyeke xwe heye ku ji sedî 9 pêwîstiyên me pêk nedihatin, rast e ji bajarên xwe derketine, rêxistinên mirovî qet destekê nadin, derfetên xwe kêm in               lê dîsa jî halê wan deh qatî halê me baştir û rehetir e, hema derfetên kar hene, bi qasî ez zanim piştî çend rojan şêniyên kampa Waşûkanî ji xwe re şînkayî û zebze difirotin pê debara xwe dikirin û hem jî koçber mezaxtina çûn û hatinê xelas dikirin.Ya din ava kampa Wargehê yên ku vexwarinê nemûmkin e ku roviyên wan îltîhab negirtibe, li milekî din jî penaberên wargehê yên berê xwe dabûn başûrê Kurdistanê û dixebitîn ji 2003`yan ve bi hincetên bê mane ji kar dihatin qewitandin, an ereb bi cih digirin an jî dema DAIŞ derketin holê digotin divê hûn ji wir derkevin ji ber hûn gefan li jiyana me dixwin.

 

-Rewşa Wargehê û vîrusa Koronayê çawa derbas dibe?

Ji  aliyê tenduristiyê ve zor û zehmetî hene ji ber rewşa aborî ji xwe ne baş e, bazirgan hem ji ber dorpêçê nikarim ji wargehê derkevin û debara xwe û pêwîstiyê penbaberên wargehê dabîn bikin hem jî ji ber Koronavîrusê li derdorê berbelav bûye çûn û hatin tune ne ye di vir de buhaya kel û pelan bilintir dibe.Ji aliyê tetbîrên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê  dema kes ji derveyî wargehê vedigere mala xwe yekser wan rêdikin karantînayê ku li devereke cuda ji Wargehê hatiye vekirin û demekê li wir dimînin, ta pişkinîn pêwîst bi dawî bikin, lê tişta balkêş ew e ku ji sedî 9 gel natirse her wekî pêkenokekê dibîne, jixwe ji destpêka ku li herêma Kurdistanê ev şewb belav bû kombûn, serdan û vekirina çayxaneyan hatin qedexekirin.Bi awayekî em xwe ji vîrusê diparêzin û heta niha tu kes li wargeha Rûstem Cudî bi vîrusê neketiye.

 

-Beriya demekê Rêveberiya Xweser a başûrê Kurdistanê banga alîkariyê kiribû, gelo çiqasî ev bang cihê xwe girt?

Ev e deh salin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kevir li ser kevir nemaye, ji revandina sivîlan bigire û heta bi destdirêjî, talankirin, wêrankirin, koçberkirin, dizî û pê de here û here, ne tenê ev xweska dijmin li vir bisekiniya ah di demeke wiha de ku şewba Koronayê ne kursiyan nas dike û perîşanan nas dike, dewleta Tirk êrişî herêmên dikin, avê li ser bajarê Hesekê û Til Temirê qut dike, DAIŞ`ê Şêngalê tar û mar kir, li pêşiya çavên cîhanê bê wîjdan destdirêjî li jinên êzidiyan kirin û îbsisekî xwedekê li hemberî zîtemkariyê nesekinî û negot ev çi serê mirovahiyê tê, îca wê li banga Rêveberiya Xweser bibin serî?! Wargehê bi rêya daxuyaniyan, medya û malperan banga alîkariyê kirin lê bi qasî ez agahdar im niha me qirşekek derbasî wargehê nebûye.

-Gotineke te bo kampa Waşûkanî hebe kerem bike.

Ji bo kampa Waşûkanî heta dawiyê silavên min ji biçûk heta bi mezinan re heye, kêm zêde em jî bi qiçqiça nava wan dihisên, lê dîsa jî divê ji me, xwişk, bira, dayîk û xityaran re bibe nexşeya têkoşînê, ticarî giha di bin keviran de namîne, helbet dê rojek were û em ê vegerin maka xwe, helbet wê dilên dayîkên me şa bibin, helbet dê efras efraz tolên zarokên xwe hilînin û azadî bibe para jiyanê me, bila serê gelê Kurd sax be.