Mistek Ba
Mistek Ba
Dema weşanê: Rezber 5, 2019, 10:30 Dîtin: 1229

Mistek Ba

Telal Heyder

Werger ji zimanê erebî: Ebas Mûsa

 

Helbestvanê ereb yê libnanî yê gelêrî û navdar, bi helbestên xwe yên nazik û nêzîkî xwezayê tê nasîn. Gelek helbestên wî bûne stran.

 

Mistek Ba

 

Mala min li ser milê bayê ye

Şevê, nehişt ku di pencereya min de

Xewnek bêhna xwe vede

 

Dîwar li gel dîwaran diaxivin

û zemîn girî û zêmarê dibihîze

niza li kîjan welatî ba dê biqede

ez jî mîna te hey xanîyo mistek ba me

 

Xanîyo ger tu bi min re werî hey xanîyo

di siberojê de xelk dê bibêje endelîb mir 

û bi ser

sînga wî de kevir barandin

 

Şevê! Dirêj neke bi ser darên xaçê de

 

rojekê!. bi tenê rojekê dinya nagirî