Teoriya Şikeftê a Platon
Teoriya Şikeftê a Platon
Dema weşanê: Êlûn 26, 2019, 3:26 Dîtin: 1114

Teoriya Şikeftê a Platon (Plato: Allegory of the Cave)

Li gor nêrîna feylesofên yewnanî, felsefe ne tenê xebateke nedîtbar bû, herweha ji bo jiyaneke baş û dilpak, huner û rêgeheke bêhampa bû jî. Loma jî hewl dane ku vê rastiyê nîşanî mirovan bidin û wekî rê û rêgeheke aqlî, felsefeyê pratîze bikin. Bêguman di nav feylesofên pêşîn yên yewnanî de, herî zêde Platon ji vê yekê bawer dikir û wiha bawer dikir ku ji bo rihê mirovî, felsefe derman û rêgeheke gelek baş e. Ji xwe armanca nivîsandina vê teoriya wî jî, ev xal bû û xwestiye ku bi rêya vê teoriyê rewşa mirovan, nêrîna xwe ya derheqê zanîniya mirovî de û têkiliya wan ya bi rastiyê re, bi awayekî giştî û lewnî bibêje. Li şikefteke tarî a ku derbaseya wê gelek dirêj e, bifikirin. Bila qasî hejmareke girtî; ji dest, ling û stûyên xwe, bi qeydan hatibin girêdan. Bila pişta xwe jî dabin derbaseya şikeftê û bi tenê dîwarê li pêşiya xwe bibinîn. Tiştê ku dibînin, bi tenê dîwarê şikeftê ye û bila temamiya jiyana xwe jî, bi vî hawî derbas kiribin. Herweha, bila haya wan ji tiştekê din jî tunebe. Bila li dawiya şikeftê jî, agireke giş û ronak, hatibe vexistin. Di navbera wan û êgir de, bila dîwarekî ku qasî bejna miroveke bilind e, hebe û bila ew bi vê yekê jî nizanibin. Li pişt dîwêr, hejmarek mirovên ku hinek tişt li ser sêrê wan in û wî alî vî alî diçin û tên, hebin. Dengê wan jî, bila bi saya dîwêr olan bibe û bi vî rengî here guhê wan. Platon dibêje girtiyên ku di şikeftê de ne, ew bi tenê sî û dengvedana wan mirovan dibînin. Di vê rewşê de, girtî wiha difikirin ku hemû rastî yan jî em bibêjin ku rasteqînî ew sî û dengvedan in û dê hemû xeberdanên wan jî, li ser wê rasteqînî û serboriyên wan yên şikeftê bin. 
 
Bi Tenê, Dîwarê li ber Xwe Dibînin. Heke yek ji wan girtiyan bikaribe xwe ji qeydên xwe rizgar bike û berê xwe bide aliyê din jî, dê çavên wî ji ronahiya êgir biqemişin, dê dest û lingên wî bitewizin û dê hiş di serê wî de nemîne. Herweha, dê zû bi zû nikaribe têbigihêje gelek tiştan jî. Heke zor bide xwe, xwe kaş bike û ji şikeftê derkeve jî, dê kor bibe. Heke demekê li derveyê şikeftê bimîne û dîsa vegere şikeftê, ji ber tariya şikeftê dê dîsa bi awayekî demdemî kor bibe. Herweha girtiyê ku vegere şikeftê, heke ji girtiyan re behsa jiyana derve bike jî dê kesêk tiştekê jê fam neke. Gelo Platon bi rêya vê teoriya xwe dixwaze çi bibêje? Ji bo têgihiştina vê şibandina şikeftê, divê meriv dest ji pêşhukmî û nirxandinên xwe yên rûkalkî û banegehî berdin. Rasteqînî ne serboriyên me ne, lê fikrên ku di hiş û mejîyê me de hene, rasteqînî bi xwe ne. Di destpêkê de, em tev di şikeftê de ne. Lebelê, em ne bêgav in ku di şikeftê de bimînin. Rêya derketina ji şikeftê, felsefe ye û bi şewqa xwe, felsefe cewhera nesneyan derdixe holê û rêya me, ronî dike. 
 
Ali Gurdilî 
felsefevan@hotmail.com 
25.09.2019