Bazara Zimanê Kurdî
Bazara Zimanê Kurdî
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:38 Dîtin: 719
Mirovên ku armanca wan navdarî û berjewendiyên şexsî ne, bêguman berê xwe didin zimanê serdestan û xizmeta zimanê serdestan dikin. Lê mirovên ku xwe li hemberî civat û zimanê xwe yê dayîkê, berpirsiyar dibînin û vê yekê wekî meseleyeka wujdanî dinirxînin, ew jî berê xwe didin zimanê xwe yê resen ê bindest. Bazara zimanê kurdî, a niha qels e û ta radeyekî jî, mirov dikare bibêje ku tune jî. Lê tevî vê rastiyê, mirovên ku bi wateya bindestiya zimanê xwe dizanin, tevî êş, azar û aloziyan jî, dev ji xizmeta zimanê xwe bernadin. Di civata me de, mirovên wisa hene ku tevahiya imrê xwe, dane xizmeta zimanê xwe. Civata kurdan, divê wan hêjayan binase û herî zêde qedr û qîymetê bide wan.
14.01.2013

Heta ku welatê te gepa devê dagirkeran be, heta ku bindest û ne azad be, ti wateya çepgirî yan rastgiriya te tune. Heke tu çepgireke rastîn bî, desta ewil divê hewl bidî ku welatê xwe rizgar bikî. Çepgirî û rastgirî du helwestên cuda ne û li welatinên azad watedar in. Pêdivî bi derewan tune, lewra dema kurd têk diçin, temamiya kurdan wenda dikin. 
03.11.2017
  
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
03.03.2018