Kevîya mirinê
Kevîya mirinê
Dema weşanê: Adar 3, 2020, 12:46 Dîtin: 2597

Geha kevîya avê. Firehîya avê bi qasî du gavan bû. Bixwe bawer bû, bi xwehilavêtinê derbazî alîyê dîtir bibe. Wê kêlîyê qet ne hizirîbû, bûyereka derveyî hizrê wî rû bide. Ji xwe hizra giranîya keleşkofa bi milê xwe ve û kulavpiştê ser pişta xwe qet nekiribû. Ji gavekê bêhtir nedikarî şûnve bê.

Gavekê şûnve hat, bi hemî hêza xwe, xwe hilavête alîyê dîtir yê avê. Lingê wî ji kevîyê negirt. Giranîya kulavpiştê wî, ew berbi piştê ve rakişand. Hemî bedena wî, li pey giranîya kulavpiştê wî çû û bi tundî, ser piştê kete avê.

Ava çîyayê Dalamper bi taybet jî beharan, ji berfê bêhtir cemidî bû. Ava ji kevîyên berfê yên li ber serê çiyê berbi deştê ve diherikî, ava berfê bû. Ava kanîyan jî tevlî vê avê dibû, lê ew av jî heman wekî ava berfê sar û qerisî bû. Çîyayê Zagrosê, beharan ji zivistanan sartir bû.

Dalamper, xal û naverasta çîyayên Zagrosan bû. Kevirê sînorê “sê welatan” li ser serê Dalamper hatibû çikandin. Tirkî, Îran û Iraqê ev dever ji bo xwe wekî naverasta hersê welatan destnîşan kiribûn. Ji bo Kurdan, sînor, kevir û cûdayîya wan çîyan û wê erdê tune bû. Hetanî bi zarokên herêmê dizanîn ku di dema xwe de, Îskenderê mezin nêzîkî deh hezar leşkerên xwe di nava berf, bager û dijwarîya zivistana Zagrosê de winda kirine, an ku ji serma qerisîne. Hîna jî, şopa Îskenderê Mekedonî û artêşa wî li deverê tête dîtinê.

Wê rojê jî, tavikê ji ser lutkeyê Dalamper re tîrêjên xwe li berpalê dixist û deşta Mirgever jî germ dikir. Gihayên cûrbecûr, goştê şivan, koçber û çîyayîyan kîvarkên mezin û tamxweş şîn hatibûn. Çêlîkên kewan, li pey hev, ji bin gûnîyan direvîn û belav dibûn. Deştîyên Mirgever li zozanên Dalamper konên xwe vedabûn. Berpalên çîyê bi zomên rengîn, piştî zivistana mirî û tarî, ahenga çîyê guhertibûn û zîndarîyeka xweş bi yekbûna mirovan û sirûştê pêk hatibû.

Li gel gencîneya xwezayê û mirovan, şervanên Kurd jî ketibûne nava tevgerê û alîyê Rojhilat ji bo amadekarîyên xwe bikar tanîn. Di dema xwe de, Şervanên Kurd Pêşmergeyên Rojhilatî, Mêrxasên Partîya Demokrat a Rojhilat di van perpalan de hemî dol û zinar ji bo xwe wekî senger bikar anîbûn. Neha jî şervanên bakur evder ji bo xwe kiribûne wargeh.

Wê rojê, piştî nîvroyê jî barê nozdeh qantiran hatibû barkirinê da ku derbazî çîyayê Şehîdan bibin. Barê qantiran çek û teqemenî bû. Berpirsê koma şervanan hertiştek birêk xistibû. Bar hatibûne barkirin, kurtanê qantiran mekin hatibûn girêdanê, palî û navteng hatibûne şidandinê. Çar şervan jî hatibûne karkirin da karwanê qantirên tijî bi çek û teqemenî di deştê re derbazî çîyayê şehîdan bikin. Him divîyan hey ji qantiran hebin, him jî divîyan rastî pasdarên Îranê neyên. Eger rastî hev bên, şer dernekeve jî, dê hemî çek û teqemenî têkevin destê leşkerê Îranê.

Berpirsê Koma şervanan, xwetirê xwe ji hevalên xwe xwestibû. Rêhevalên wî berbi deştê ve diçûn, wî jî berê xwe dida serê çîyayê Dalamper, di wira ve divîya derbasî Xakurkê bibe.

Dema piştpiştkî noqî nav avê bûbû, hîna rêhevalên wî, li ser girê kevîya avê rawestîya bûn. Ava qerisî, şêlû û dijwar, ji pişt ve bi ser de diherikî. Ji ber lingê wî mabû di navbera du kevirên binê avê de, ew li ber avê nediçû. Ava bihêz, ne dihişt qet serê xwe ji nav avê derxîne. Bi kotekî serê xwe hindekî ji nava avê derxist. Dixwest hawar bike û dengê xwe bighîne rêhevalên xwe. Serê qantiran xuyan dikir. Bi hemî hêza xwe qîr dikir û dixwest dengê xwe bighîne hevalên xwe. Eger bistekî dî weha berdewam bikira, ne dikarî xwe ji xeniqandinê rizgar bike.

Bi hemî hêza xwe qîr dikir û wisan dizanî dengê wî gelek derdikeve lê belê, deng li jêr avê de di fetisî û qet ne diçû kesekî. Ne hevalên wî, ne jî qantir êdî hew xuyan dikirin. Êdî wekî çêlîkeke çûkan di nava devê marekî de, ew jî di nava lepê avê de mabû bitenê. Divîya bi tena xwe, bi hêza xwe, dijî wê ava ku pê dijîya, wê ava her sibeh bi berbangê re, hinavên xwe pê hînik dikir, wê ava her cara qûrtek jê vedixwar careka dîtir bi hebûna xwe dihesîya şer bike, li ber xwe bide û xwe ji pençeyê wê rizgar bike.

Çeka wî ji milê wî de ketibû nava avê. Kulavpiştê wî hîna li piştê bû û ew bêliv dihişt. Hewl da bi lez kulavpiştê xwe ji milê xwe veke û bavêje da ku hindekî hêza xwe kom bike da tev bigere. Dema wî qet tûne bû. Nefes lê teng dibû. Laşê wî di qerisî. Destê wî, pêçîyên destê wî qet ne digirtin. Dîsan jî karîya kulavpiştê xwe ji milê xwe veke û bavêje. Ji xwe ew ava wekî keftarekî bi ser cendekê wî de dihat, her tişt li ber xwe dibir. Kulavpişt li ber avê çûbû.

Lingê wî hîna jî di navbera şikêran de asê bû. Hemî hewldana wî ji bo wê yekê bû da lingê xwe rizgar bike û beriya bêhn lê biçike li ber avê biçe diba xwe rizgar bike. Dixwest wê kêlîyê karîba lingê xwe bibire û xwe bi ava bêrehm re berde. Lê ne dikarî lingê xwe bibire. Dixwest bişkîne lê bi şikandina lingê xwe jî, ne dikarî xwe rizgar bike. Çendîn kêfa wî qet ji hêvîyê ra ne dihat jî, wê kêlîyê hertiştê dişîya dikir da ku piştî ew hinde rojên şer yên giran û di kevîya mirinê de, neyê di nav vê ava berpala çîyayê Zagrosê de nemire. Hîna hêza wî mabû. Lê dizanî êdî li kevîya mirinê ye. Ji bo wî kevîya mirinê û mirin yek bûn. Pir caran di kevîya mirinê de jîya bû. Lê mirina cendekî carekê tê. Wê kêlîyê bi mirinê re heval bû. Ne dikarî jê hêrs bibe.

Piştî kulavpiştê xwe avêtibû, bêhtir derfetê wî çêbûbû tevbigere û xwe baştir bilivîne. Bi hewldaneka bê navber lingê xwe ji navbera şikêran rizgar kiribû. Çawan lingê wî filitî, avê jî bi lez û tund ew li ber xwe bir û di nav şikêrên bin avê ra werkir. Devara avê ew têra werkirî biqasî pênc qaman bilind bû. Di nava şirkêran de, di jêr ava qerisî de, di nava dîmenên şil û şêlû de hêdî hêdî xatirê xwe ji jîyanê dixwest.

Serê wî tund li şikêrekî ket. Dîsan jî ser hişê xwe bû. Hewl dida, da serê xwe ji bin avê derxîne da nefes bide û bistîne. Hewldanên wî encam didan û hîna sax bû. Dîsan serê wî li şikêrekî ket. Serê wî gêj bûbû. Laşê wî qerisî bû. Destê wî ne digirtin. Dilê wî giran lê dida ji ber hilm ne distand.

Dema mirov bi mirinê ve tê nêzîkî hev du tiştan dike, yek jê; hewl dide ji mirinê rizgar bibe, ya duduyan jî, her çend mirov nizane, bê wateya xwe heye an tuneye, li ser kêlî û mirovên giringî pê didê yên jîyana xwe dihizire. Wîya jî gelik caran bi mirinê re nanê xwe parve kiribû. Çendîn jîyan ji bo wî pir jî ne giring be, ne dixwest wê kêlîyê terkî wê kelecanîyê bibe û bimre. Ji mirovên dî cûdatir wîya vê carê sê tişt dikirin. Hewl dida ji mirinê rizgar bibe, hizra jiyan û kesên di jîyana xwe da dikir û ketibû taya wê yekê eger di vê avê de bimire, dê hevalên wî hizra wê yekê bikin ku revîyaye û dê di pey wî re têra xwe dijûna jêre bikin. Her çend di jîyana xwe da hertim barê mirovan rakiribe ser milê xwe jî, mirov pir zû dikarin hizrên xwe yên di derbarê mirovên dîtir de bi neyênî biguherin. Dema mirovek winda be, ji qencîya bêhtir xirabî dibin mijara mirovên wî dinasin. Kesên di dilê xwe de hezkirinê di meyênin di her rewşê de başîyan dihizirin. Lê ji wan mirovan pir kêm hene.  Wê kêlîyê diviya ne mire. Ji ber kesek şahidê wî nîne da ji rêhevalên wî re bibêje “di avê da mir”, kesê winda be, “xayîne”. Lê belê hizrên wî û hestên wî di sanîyê de na, di nava ji sedî de yek sanîyê de dihatine guhertinê. Hertişt li gorî jîyana asayî gelek bilez rûdida. Diviya hertiştî zû bihizire. Ji ber êdî mirinê ew di himbêza xwe de dişûşt da ku bê kefen li ber xwe bibe. 

Wê kêlîyê wekî xewnekê, jîyana xwe ya rabihûrî hizirî. Sala Hezarû nehsedî notûpênc bû. Hîna temenê wî nozdeh salî bû. Berîya sê salan, dema dayîk, bav, xwişk û birayên xwe şûn xwe ve hiştibûn, dilê dayîka wî êşîya bû. Ew xanîyê wan yê li gundekî Elmanya bi navê Lage û ew derîyê wî xanî yê ku dayika wî di pey wî re hawar dikir û ketibû erdê de li pêş çavê wî bû. Wê kêlîyê êş û azara kezeba dayika xwe ne bihîstibû. Lê neha?

Mirov çendîn seyre. Mitale û xemên wî jî wekî wî bûn. Yek bi yek li ser endamên malbata xwe dihizirî. Ji ber eger neha, vê kêlîyê bimre, dê malbata wî tu carî termê wî nebînin û dê hestîyên laşê wî di nava goristana gundê wan, ew goristana nêzîkî tixûbê binxetê de cih negrin. Piştî ji wê axê dur ketibû, ne dikarî wekî mirovên asayî xeyalên jîyaneka asayî bike. Êdî hesreta tirbekê di nava goristana gund de jî bo wî xeyaleka mezin bû. Wekî gelek carên dîtir yên li kevîya mirinê, dîsan bîranînên wî yên zarokatîyê di pêş çavên wî re bihûrîn. Li gel hemî bîranînan herî bêhtir dîsan hertim dixwest careka dawî xwişka xwe ya porzerik bibîne û pêre biaxife.

Li gel van hizrên bi lez û dem kin, ji xwe re got;

“Piştî ez mirim kî çi dibêje, kî çi dike, kî çi dihizire bila bihizire” û hemî hêza xwe da hev. Wekî ku av jî bi hestên wî hesîya. Ew bi tundî avête pişta şikêrekî. Dema xwe di pişta şikêrekî de dît, hest pê kir êdî hêza avê wî dahf nade. Di nava avêde bû lê hêza avê li şikêr dide û belavî herdû alîyê şikêr dike. Dikarî li pişta şikêr bistirê. Ji helmet û hêz û tundîya herikîna avê rizgar bûbû lê hîna jî di nîvê avêde bû û sermayê kezeba wî jî di qerisand. Xwest derkevê ser şikêr, ji ber serê şikêr hindekä derdikete ser avê. Piştî derbiketa ser şikêr dikarî rêkekê ji bo xwe bibîne. Derkete ser şikêr. Lê laşê wî bêhtir cemidî. Cendekê wî dilerizî. Çîyayê Zagrosê bayê kur bi ser pêsîra xwe da berdida û hemî dolik, cohok, gir û dirêjekên çîyê di qerisand. Wê kêlîyê hemî hêz û hûnera mêjîyê xwe bikar tanî da ku çareyekê bibîne. Dem lê teng bûbû. Ne dikarî avjenî bike, ji ber ev av ne ya avjenîyê bû û ji xwe teqet û hêza wî jî nemabû. Xwest şûtika xwe veke, li şikêr bipêçe û bi newqa xwe ve girê bide û xwe berbi herikîna avê ve berde. Bi xêra şûtika dirêj û helmeta avê dikarî hetanî bi kevîya avê biçe û xwe rizgar bike. Dema xwest vê nexşa xwe pêk bîne, şûtika xwe bi kotekî vekir, ji ber destê wî hew digirtin. Hewl da şûtikê li şikêr bipêçe lê belê avê şûtik li ber xwe bir. Bê tu tişt û bê hêz û hêvî ma li ser şikêrî. Hertiştî pir zû rû dida. Lê ew hinde jêre giran dihat, ew kêlî wekî temenekî dirêj dibû. Ne dizanî bi dawî bibe. Carinan dema mirov demeke dirêj li kevîya mirinê dimîne, mirov dixwaze zû bimre. Kevî; mirovan bêzar dike, mirin mirovan ji bêzarîyê rizgar dike.

Dizanî eger tarî bikeve ser erdê êdî wateya ji avê derketinê jî namîne. Ji ber sir û seqema şevê ya Zagrosê ji xwe dikarî mirovî bikuje.

Çara wî nemabû. An dê xwe bera nav avê bide û bi bextê avê re berbide, an jî li ser wî şikêrî dê ji serma bimre.

Bêyî pir dirêj bike, xwe hilavête nava avê û piçek hêza ku mayî jî bikar anî da di bin avê re xwe bighîne kevîya avê. Ji xwe kendal nemabû û di devereke rast de bû. Pîyên wî li pey nedihatin. Bi hêza destên xwe, di jêr avêre xwe bi erdê ve xejiqand hetanî avê ew avête kevîyê. Geha ser erdê û ji avê rizgar bû. Laş jêre bûbû bargiranî. Ji serma ne dikarî bilive. Di nava neçarîyê da li çareyekê digerîya. Tiştekî bike tune bû. Vê carê jî ketibû taya kulavpiştê xwe. Eger nemrê û rizgar bibe, hemî jîyana wî ya van çend salan, hemî nivîsên wî, wêneyên wî di kulavpiştê wî de li ber avê çûbûn. Êdî bi xwe jî bi halê xwe tê nedighişt. Ji xwe re got, “Hizir, xem, mitale û xefet qey ji jîyanê giringtir, an jî ji mirinê giringtirin?”

Dixwest bi xejiqandin xwe bighîne girê ser avê re. Wê demê diba kesek wî bibîne, an kesek rast werê û wî ji metirsîya mirina ji sermayê rizgar bike. Hetanî xwe gihande ser girê biçûk seetek û nîv bihurî. Serê gir biqasî bîst gavan bilind bû. her tarîtî zêde dibû serma jî pir dibû. Êdî ji sed gavî wêdetir mirovan nedikarîn hevû dû bibînin. Li benda pêkhatineka seyr ya xwedayî bû da kesek wî bibîne an bibihîze û bi wî ve bighe. Lê belê herder bêdeng û bêkes bû.

Şivanekî pezê xwe berbi zoma ve dibir. Êdî ji ber tarîyê kerîyên pez divîya li ber zoma berhev bibin û bi mexelin. Pez berbi zoman ve diçû û şivan jî hatibû serê gir da bêhtir pez bibîne. Dema çavê şivên pê ket yekser û bi lez hate cemê û li gel axifî. Lê belê deng jê dernediket. Ji ber laşê wî hetanî bi zimanê wî qerisî bû. Şivan ew hilgirte ser pişta xwe û berbi zoma ve dakete xwarê. Zom ji xwe ne dûr bûn. Şivanê ketî taya şervanê Kurd ew gihandibû nava konê destpêkê. Gundîyên deşta Mirgever yên hatî zozana yekser ketin nava tevgerê da ku wî şervanî bi sax û silametî ji qerisandinê rizgar bikin. Metirsî berdewam bû. tevgereke şaş dê bûbane sedama mirina wî. Lê gundî têra xwe xwedan azmûn bûn, dizanîn bê dê çawan wî bighînine tendirustîya wî. Pêşî hemî kincên wî jê kirin, ew xistin nava cilan de, du qat, sê qat betanî û lihêf lê pêçan û ew ji agir dur xistin.

Di encama hewldana xwe ya ji bo jîyanê de, ji mirinê rizgar bûbû. Wê şevê berîya razê tenê laşê xwe germ kir. Ji xewa gêj bûbû lê ne dikarî razê, ji ber di sermayê de razan mirovan dibe mirinê. Êdî ji Çîyayê Zagros fêrî vê yekê jî bûbû. Tenê laşê xwe germ dikir. Zimanê wî ne digerîya. Keçikeke pêncsalî ya malîyan, ji ber serê wî ranedibû. Dayika wê çi bigota keçikê ew dikir û hewl dida, da zû ew şervan bighêje tendirustîya xwe. Jêre şorbenîskeke germ kelandibûn. Êdî metirsîya mirinê nemabû. Ji ber wê yekê dikarî bikevê xewê.

Roja dîtir hindekî baştir bû, lê zimanê wî hîna venebûbû. Laşê wî hîna ne dikarî tevbigerê. Agir jêre vêxistibûn êdî. Keçika devbiken her li derdorê wî dizîvirî. Gelek bextewer bû ji ber mêvanê wan ji mirinê rizgar bûbû. Ken û kêfa wê zarokê, ji agirê germ bêhtir hinavê wî germ dikir û kêfa wî ya jîyanê tanî. Dilxwazîya wê zarokê û ya zarokatîya xwe wekî hev didît.

Roja sêyem êdî dikarî tev bigere, bimeşe. Kincên wî hatibûne şûştin, turikek jêre amade kiribûn. Penîrê bi sîrik, nanê sêlê û mastê teze amade bû.  Turikê xwe avête ser milê xwe, gopalek jî girte destê xwe, yek bi yek sipasîya şivan, dayik û bav û zaroka malê kir û xatirê xwe ji wan xwest. Berê xwe da Dalamper an ku ser serê Zagrosê, li alîyê dîtir, berpalê zagrosê hevalê wî hebûn.

Dema gihişte wan, bixêrhatinî lê kirin. Ew jî ketibûn mitala wî de. Çendîn pirs kiribûn çi encam bidest nexistibûn. Hevalên wî jê pirsîn.

-Çibû, çi bi serê te hat gelo eve sê roje windayî?

- Tiştek nebû... Barê min giran bû, dema min xwe ser avê re qevast ketim avê, ez li ber xwe birim. Dû sê rojan mame li nav zoman, min nedikarî tevbigerim.

Çîroka xwe weha derbirî û careka dîtir qala wê rojê û hersê rojên dîtir ji tu kesî re nekir.