Avakirina Ruby liser CentOS/RHEL 7/6 anjî Fedora 28/27/26

Avakirina Ruby liser CentOS/RHEL 7/6 anjî Fedora 28/27/26

Dema weşanê: Rêbendan 22, 2020, 7:08

Nivîskar: Xêro Mîrza

Dîtin: 981

Ezê di vê gotara xwede avakirina ruby ya liser centos/rhel versîon 7 û 6 anjî fedora versîonên 28, 27 û 26 parvebikim.

Berya avakirina ruby barkirina pêdivîyên wê emê bikin.

Avakirina Pêdivîyan

yum install gcc-c++ patch readline readline-devel zlib zlib-devel \
   libyaml-devel libffi-devel openssl-devel make \
   bzip2 autoconf automake libtool bison iconv-devel sqlite-devel

Pişî avakirina pêdivîyan divê hûn ya RVM jî bikin.

Avakirina RVM

curl -sSL https://rvm.io/mpapis.asc | gpg --import -
curl -L get.rvm.io | bash -s stable
source /etc/profile.d/rvm.sh
rvm reload
rvm requirements run

Me RVM avakir êdî em karin dest bi avakirina ruby bikin, bi fermanên jêrîn min avakirina versîona ruby 2.5 kirîye hûn dikarin versîona ji were pêwist şûna 2.5 binivîsin û wûsa berdewambikin.

Avakirina Ruby

rvm install 2.5

Piştî vê fermana jor avakirina ruby diqede û pişte divîya em versîona jibo server hilbijartî tomar bikin bi fermana jêr;

rvm use 2.5 --default

êdî ruby liser server a we amadeye hûn dikarin bi fermana jêr qontrola wê bikin;

ruby --version

hêvî dikim ku ev gotara min jibo we bûbe alîkar.

Sipas.