Avakirina KandanApp Chat liser CentOS 6x

Avakirina KandanApp Chat liser CentOS 6x

Dema weşanê: Rêbendan 22, 2020, 7:10

Nivîskar: Xêro Mîrza

Dîtin: 936

Silav mêvanên malpera min. Di vê gotara xwede ezê gavên avakirina kandanapp sîstema chat liser centos versîyona 6x parvebikim.

Malpera fermî ya Kandan chat http://getkandan.com di vê malperêde berfirehîya derbara kandan hûn dikarin bibînin.

Berya demekê min xwestibû kandan liser server eke xwe avabikim min hinek zehmetî kişandibû û hinek astengî derketibûn piçekî dûv dirêj bû jiber vê yekê minjî scriptek shell nivîji da ku rehetî kandan chat werê avakirin. Bawerim hûn zehmetî nakşînin bi rêka ez pêşkeşî webikim.

Berîya hûn destpê bikin liser server a xwe ya centos 6 qontrol bikin ku “git” barkirîye an ne barkirîye paşê hûn dikarin derbasî avakirina kandan chat bibin.

Nîşe: Jibîr mekin divîya Mysql/MariaDB liser server a we ne avakirîbe jiber ku avakirina mysql-server jixwe di scriptê de heye. 

Jibo qontrol kirin anjî barkirîna git fermana qonsol;

yum -y install git

Dema git barkirîbe jixwe yum wê jiwere bibeje.

Jibona clon kirin û daxistina scripta avakirinê fermana pêwist;

git clone https://github.com/xeredin/kandan-install.git kandan-install

Piştî clon kirinê fermanên jêr yek bi yek pêk bînin.

cd kandan-install
chmod +x kandan-install.sh
./kandan-install.sh

Dema avakirîn qedîya wê nivîsek “” xwûya bibe.

Hemî evbû hêvî dikim ku ev script a shell ya min nivîsîye ji were bûbe çareser.

Sipas.