Jînenigarî ya Mihyedîn Nahrîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar”, "Bar", "Sînemaya Serbixwe" û di “Wêje û Rexneyê” de derketine. Demek dirêj ji bo "Rûpela Nû" nivîsand û nivîsên wî di quncika wî de hatin weşandin. Niha jî hem mamostetîya xwe dike û hem jî qunciknivîskarîya malperên Rîa Taza, Çandname, Rûpela Nû, Nûpel û Sînemaya Serbixwe dike. 

Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

Nivîskar - Lêkolîner