Şîmaqek Tûj... Unabomber

Dîrok: Adar 28, 2019, 3:29

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 1292

Şîmaqek Tûj... Unabomber

Kesên ku kêm zêde di derheqê armanc û felsefeya Ted Kaczynski de xwedî agahîn in, yekser ev gotin ji dev wan derdikeve; ez tevlî paradîgmaya Kaczynski dibim lê çalekiyên ku pêk aniye şermezar dikim. Helbet berevajî nerîna Makyevel mirov nikare bibêje bo pêkanîna armancan her amûr, rê û rêbaz mubah e.

Theodore John Kaczynski profesorê matematîkê ye, hemwelatiyekî DYAyê û bi eslê xwe Polonyayî ye. Kaczynski dev ji jiyana bajêr, dev ji hemî kar û barên xwe berdide û li çiyayê Montana di nav daristanekê de ji xwe re kûlubeyekê ava dike û ji dûrî her kesî tikîtenê jiyana xwe didomîne. Kaczynski anarko-primîtîf e. Li gor wî azadî û şadiya mirov bi jiyanek hoveber ve girêdayî ye, loma jî kesên ku li aramî û xweşiyê digerin divê "medeniyetê" biterikînin. Kaczynski medeniyetê diterikîne lê medeniyet dev jî wî bernade! di rojnivîska xwe de wilo behsa wê roja dîrokî dike; "Di kanyona çarqozî de ez ji xwe re derketibûm meşekê, kêfa min pir ji vê derê dihat, li her derê tiriyên bejî û xezalên kûvî... Lê ji dûranî dengek hat ber guhê min ev deng, dengê zencîrên xîzaran bû, ez bi wî alî de çûm min dît ku daran dibirin, daristanê talan dikin, rêyên nû çekirine, xweşikayiya xwezayê mehf kirine. Ez têgihiştim ku terka medeniyetê ne bes e divê mere li dij endustiriyalîzm şer jî bike." Kaczynski di navbera salên 1978 û 1995 an de nêzî bîst êrişên bombeyî pêk tîne. Di encama van êrişan de 23 kes birîndar dibe û 3 kes jî dimre. Kaczynski beşên zanîngehan wek kîmya, computer, genetîk û fabrîqayên balafiran kiriye hedefa bombeyên xwe. Ev hedef ne hedefên tesadufî ne. Kaczynski dixwaze koka teknolojî û endustriyê biqelihîne û ji bo wî zanîngeh jî maka vê xerabiyê ye.

Pişti şerê xwe yî 17 salan peyamekê ji rojnameyan re dişine di peyamê de dibêje; heke hûn manifestoya min biweşînin ez ê çalekiyên xwe rawestînim. Ev daxwaza wî ji alî rojnameya Newyork Times qebûl dibe û manîfestoya wî bi sernavê "civaka endustrî û pêşeroja wê" tê weşandin. Piştî weşandina manîfestoyê, birayê Kaczynski tê derdixe ku xwediyê van hevokan yanî unabomber, Kaczynski bi xwe ye û diçe cê wî ji polêsan re îspiyon dike. FBI ya ku 17 salan nikarîbû Kaczynski bigirta bi xera vê manîfestoyê wî zevt dike.

Kaczynski ti têkiliya xwe partî, rexistin yan bi tevgerekê nîn e. Piştî girtina wî eşkere dibe ku hemî êrişan bi tena serê xwe pêk aniye, loma jî mirov dikare bibêje ku dawîn çalakgerê anarşist yê şexsî ye. Hevokek ji manîfestoya wî; "ji bo ku ev peyam li ser gel bandûrek mezin bihêle, mixabin em neçar man ku hin kesan bikujin."

 

Ferhat Dayan

28.03.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019