Masturbasyonek Rûhî - Xwexapandin

Dîrok: Adar 30, 2019, 8:31

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 1304

Masturbasyonek Rûhî - Xwexapandin

Dinya cihê têkoşînê ye. Divê mere wek Sisifos ti carî dev ji cehdê bernede û gomê xwe bigundirîne. Lê mixabin wexta kar û barên me di riya xwe de nameşe û di jiyana rojane de em pêrgî astengiya rast tên, ji dêleva em li hember astengî û nebaşiyên dinyayê serî hildin û li ber xwe bidin yekser em xwe dispêrin baheneyên wisa; ez pir baqil im, jîr û zîrek im, kes nola min jêhatî nîn e, di her tiştî de ez herheyî me lê çi bikim şansa min bênamûs e! bextê min reş e! qedera min bi gû ye! heke ne wisa ba min ê dinya bihejanda filan û bêvan... Lêbelê Jean-Paul Sartre wisa nafikire û dibêje dev ji derew merewan berdin û xwe nexapînin vê rewşa xapînok jî bi têgeha "Mauvaise Foi" ji bo me rave dike.

Di felsefeya feylezofê hebûnparêz Jean-Paul Sartre de hebûn berî derûnê tê. Yanî hebûna me ji kesayetiya me mezintir e. Bi gotineke din em hemî berhemên biryarê xwe nin. Pêşî hebûn heye, dûv re tercîh û biryarên me derûnê pêk tîne. Li gor Sartre mirov her tim azad e, lêbelê barê azadiyê barekî pir giran e û bedelên xwe hene.

Jean-Paul Sartre di pirtûka xwe yî Hebûn û Tunebûn ê de pirsgirêka ku jiyana modern mehf kiriye tespît dike. Navê vê pirsgirêkê "Mauvaise Foi" ye. Mauvaise Foi mirov dikare wek "şensa xirab" yan jî "qedera xirab" bi nav û pênase bike. Sartre bo vê rewşê mînaka garsonekî dide. Garson ji garsontiyê pê ve ti karekî din nake. Her çiqas xwe layiqî vî karî nebîne û ji karê xwe hezneke jî, di sitatukoyê de israr dike, dev ji vî karî bernade û ji bo karekî nû nakeve ti liv û tevgerê û vê yekê jî dixe stûyê qederê! Belam Sartre bi israr dibêje ev ne qeder e û ne jî şans e, ev bêkêrbûna garson e û ji bo bêkêrbûna xwe veşêre qederê sûcdar dike.

Li gor Sartre tenê nîvê şevê berî ku em rakevin em li xwe mikur tên, aha ev fikir "coşdariya negatîv e" fikrek hequ pîs e ku mehdê mere dixelîne, wê çaxê em têdigihêjin ku tiştên tên serê me ne sûcê kesî ye. Ji hemî biryarên xwe em mesûl in. Lêbelê bi sibehê re em her tiştî bîra dikin û dîsa sedemên qelsiyên xwe dixin stûyê kesan yan şansê yan jî qederê...

Ferhat Dayan

30.03.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019