PÊŞÎ DAHŞIKIN DÛRA KERÊ MEZININ

Dîrok: Nîsan 30, 2020, 8:41

Nivîskar: Dilciwan Helbest

Dîtin: 787

PÊŞÎ DAHŞIKIN DÛRA KERÊ MEZININ

PÊŞÎ PÊŞÎ DAHŞIK IN, DÛRA KERÊ MEZININ! Ev Kurdê Sora beşek jê, di dema Rahmetî Seydayê nemir Mistefa Berzanî de, tev cerdevan bûn bi Sedam re Kurd dikuştin. Mistefa Bazanî navê wan kire dahşik, gote wan : “Lawo neha hûn dahşikin piştî du salî din hûnê bine ker! Hingî dahşik ê Sedam bûn û niha bûne kerê Îranê. Ev kerê Îranê peyvî bele tewşî jî bi kar tînin, dibêjin e hinekî din dibê dahş bûn dahşê mezin hûn bi xwe ne lawo. Perlementer ê( YNK) dibêjê: Mistefa Selîmî ji xwe Dahş bû. Lê mixabin kesek bersiva van nadê bo çî? Hinek ê ku fêm dikin wan dibînin hene lê hinek bê cesaretin, hinek berjewend parêzin dibê wê paryê me ji devê me herê. Ji ber van sedema bê deng dimênin. Ka mere ji van xaîn û van dahşan re çi bêjî? Kurdê xaîn û pîs qûne Kurda ne, ê ka wê Kurd çi bikin ji qûna xwe. Qûna xwe jêkin wê bê qûn bêmênin, jê nekin ew qûn tiştê nebaş dikê. Ev beşek YNK ew qûna ku tiştê pîs û nepaş dikê ka mere çi ji van xwe firoşa bikin? Ku ev beşê Sora tenê ba mere karî bû li ser bi fikirê, çare serîkê belkî neşterîyek dîtiba. Lê dahşê xilbe ku hem dahşin hem Komonîzmin, ev tev li beşê mezinin li Bakurin û gelekî serhişk û xedarin tev hatina tahmandin. Tu şert û mercan jî qebûl nakin ji xwe qaîl û razîne têra xwe bê aqilin. Dara xwe dibin xwe de di birin. Gotine kî pêşîyan heye dibêjin: “Heft kurê Pûnê hebûn qencê wan qûnek bû” Ê ku xwe dan pêş û quretî kirin bahsa Kurd û Kurdîstan kirin, gelê me tev qanih kirin bi xwe ve girê dan. Ê ka dawî wê çawa bê hevqas Kuştin û girtin û zîndan goçberî ezyet ka me çi bi dest xist? Kar û xisar ê xwe em bênin ber hev, em kar dikin xisar dikin, van mehesebe bikin? Dawî ê wekî şivano û bêvano û fîstano û dilovano dibêjin çi? Dibêjin, ev Şêx û mele û axa û beg û Mîr û ser eşîr, evana nehiştine Kurdîstan azad bibê, divê ku em vana ji nava Kurdîstanê derxin, bê xeber bikin û sergom bikin. Belê birano wexta ku em van temama ji nav vî gelî derxin kî dimênê? Şivan û gavan û diz û sîxwir û qewad dimênin. Di tarîxê dinyayê de we dîtîye we xwendîye şivan û gavan diz çeta dewlet û huzur aramî çêkirine. Hinek şeref û namus ûrf û edet ne baş li nav Kurda hebûn, ev jî bi rêza şêx û mela û axa û bega û eşîra, ev perensîbê baş hebûn. Ro bi ro xwezî bi par. Derdê van ku vî gelî li herdu dinya îflas bikin. Li vê dinyayê ziman û namus û dîn şexsîyetê, bi wan winda bikin ji xwe ku ev çûn hem li dinyayê û hem li axîretê miflis dibin, malik li wan xerabû çûn av û av… Ev bi hebûna çar parçe bi giştî me hinek sere sere bêjink kir, emê werin parçê mezin. Em wernê ser mijarekî şaxê din xortê Kurda ê niha ku nu tê dikhêjin. Teva dixwînin mekteba sereke û a navê û lîsa, hinek jî zanîngiha dixwînin. Lê ew dibîstanên ku dixwînin çi şêweyî û bi zimanê kêye û bi fikrû ramanê kê û projê kêne? Ka ew zaroka ku pênç salî diçê dibîtanê ku perwerda li dijî qewmîyeta wa bê, wê çi ji hebûn û nebûna xwe û bav û kalê xwe û welatê xwe fêm bikin? Berya sedsala ji xwe li ser welatê me û gelê me tevan guvaş tengasîya eborî zulma dijwar berdewam dikir. Lê li cî û warê xwe dijîn û dain û sitandina wan bi hevre bûn, ziman û çanda wan teva yek bû. Ew geltûra xwe paraztin heta niha! Heger pêş nexistin jî, lê paraztin winda nebû ew qutsal xwe gîhand asrê 21ê . Lê mixabin û sed mixabin ev xortê niha ku nû gîhişti dijmin bi aqilê wan leyîstin bi gena wan leyîstin guhertin! Dibêjin ev xityarê me gerî zekalîne gêriçîne, li paş mayî ne, dewlet ne girînge ziman kîjan bê ferq nîne, ev dîn li serê me bû bela, ku nej vî dînî ba emê ji zûde azad bûbane. Ewê ku vê talîmatê didine wan ka ev kîne ji kîjan kune kurê ne? Lê napirsin nizanin ku ew çêlîkê qatilê bav û kalê wa ne. Cegerxwîn : “ez kor û tu kor me herduwan jî daye pey yekî kor, ma kî wê bikê ebor? Wan bi zar û zimanê bav û kalê xwe, li gor ûrf û edetê xwe li gor berjewendî ye xwe di xwênin û tû jî wekî wan li pey wan dixwînê û dimeşê. Ew mala te xera dikin û ti jî mala xwe xera dikî. Ey gelî xorta li dora xwe bi nerin. Çend dewlet û çend Al û çend nîjad û çend zar û zimanê resmî hene? Çend ardnîgerîn û çend deryê bazirganî hene tev li ser navê netewan; bo çî ê te tune? Li ser ax û ava te ev tişt hemî ava kirine, çol û çiya û çem û kahnî yê tev ji xwe re birine navê wan guhertine, mîjî yê we ma bû mîjî jî, guhertin. Hewar û sed hewar em mane bin dest û jar. Ji van bê mîjîyan re dibêjin: “Emê dewleta Tirkî û dewleta Îranê û dewleta Îraqê û dewleta Sûrîye, emê van dewleta bikne demokratîk cumhuriyet û dûra emê Rojhilata Navîn û dûvra emê temamê dinyayê bikin sosyalîzim demokratîk Cumhurîyet û hingî wê heqê Kurda wê gihê wan û dinya wê bibê buhûşt mifta deryê cenetê jî di destê me de ye. 23.4.2020 Dilciwan DÛRA KERÊ MEZIN


Parve bike:

Gotarên Navdar

Şêwra çûka li nav garsê feqîra ye

  Dîyare ku bazarê agirbestê û girabesta li ser tune kirina  Kurdaye!  Em zanin    

Adar 10, 2020

ROVİYé BIŞAŞ

ROVÎ’YÊ BI ŞAŞ Rovîkek hebû gund bi gund digerîya û di pirsî. Lê g   

Gelawêj 22, 2020

HALÊ KURD1

  KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tiştê ku Kurd ketin   

Pûşper 20, 2020

TÛRKLAŞÎYORLAR

TÛRKLAŞÎYORLAR KU DIBÊ, TÜRKYALAŞİYORUZ LI HALÊ WAN BINE! Îro halê hazir tişt&e   

Pûşper 20, 2020

PÊŞÎ DAHŞIKIN DÛRA KERÊ MEZININ

PÊŞÎ PÊŞÎ DAHŞIK IN, DÛRA KERÊ MEZININ! Ev Kurdê Sora beşek jê, di dema    

Nîsan 30, 2020