Mehrîcana Filman ya Sitenbolê
Mehrîcana Filman ya Sitenbolê
Dema weşanê: Gulan 16, 2016, 1:14 Dîtin: 789

Di jiyana me re mîhrîcana fîlma a stenbolê derbas bû. Mixabin her roj a kû derbas dibe sînemaya Turkîyê xwînê wenda dike û fîlmen serkeftî kêm dibin.Di çarcova mîhrîcanê de min derfetê temaşekirina  sî filmî dît û tabloyek  dîmenekî seyr derket holê.Serê sînemavana jî tevlîheve ,ne fîlmên serbixwe , ne jî fîlmen ne serbixwe ne derxistine holê .Ji ber vê yekê fîlmên xirab derketinê holê.

Sala bihûrî mîhrîcana ji bo  fîlmê “Bakur” hatî betalkirin ,dibe kû  bandora  xwe li mîhrîcana vê salê jî kiribê. Ji ber vê yekê mîhrîcana 2016”ê çilmisî derbas dibe. Rêvebirê  mîhrîcana Kerem Ayan her çend bi dilxwazî tevgerîyabe jî ,xûyaye  ji tirsa pergalê zahmetî kişandine.

Ji xwe berê mîhrîcan du heftî  bûn, lê îsal mîhrîcan bi deh roja sînorkirin.Ez bawerim ev rewş nişana qedexerin û tepeseriyên pergalêne.

Em werin li ser fîlmen pêşbirkê , Toz Bezi, Anayurdu, Rauf, Siyah Karga, Kalandar  Soğuğu, Rüzgarın hatıraları, Rüzgarda salınan Nilüfer,hwd.

Di wan fîlmanda tiştê herî balkeş kêmasiyen senaryoyê bûn.Wek min gotî ne fîlmen serbixwe, ne jî fîlmên  neserbixwe tunebûn. Ji ber vê yekê jî fîlmên qala pirsgirêkê walat bikin tunebûn.

Şûna wan,  fîlmen qala jinên paqîjîye dikin,mirovên di xwazin pirtuka binivsînin,an kû mirovên dikevin desten tefecîya dibin mijar. Çend fîlmên mijara van baş hebûn lê wan jî diyarî wernegirtin.

Mînak: fîlmê Özcan Alper- Bîranînên ba yê -Ruzgarın Hatıraları, fîlmê  Tayfur Aydın –Qijika reş – Kara karga û fîlmê Soner Caner- Rauf. Fîlmen bi navê rauf li berlîne ket peşbazîye lê li stenbolê tenê bi xelata teybet a jûrîye hate  derbaskirin.

Wekî her tim xelat dîsan bi li gorî maf û dadê nehatin belavkirin, ji bilî fîlmê bi navê -toz bezî – ku Asîye Dînçsoy û filmê bi navê Rauf ku xelata teybet a jûrîyê girtin, fîlmen din yên xelat wergirtî ne mafê wan bû.

Mixabin di mîhrîcanê weha de jurî şiroveyeke objektif nakin.Kî dayin û sitandinê baş bike, kî peywendiya baş dayne ew xeletê werdigre. Mînak filmê  Soner Caner-Rauf filmê derhêner ye yekemîne u gelek serkeftiye di warê çirokê de,di ware dîmen de, di ware lîstika lîstikvanên zarok de, herwiha fîlme Tayfur Aydın- Qijika Rewş- Siyah Karga ,Tayfur Aydın yê ku di filmê xwe yê yekemîn İZ- REÇ desê xelat gertibû, di fîlmê Qijika Reş – Siyah Karga de jî derhenerîyek baş nişandaye.Herweha muzîka film a ku ji alîye Selim Demirdelen ve hatiye çekirin gelek serkeftîye.

Bi kurtasî sînemaya Tirkiyê ya 2016 ê gavak ne  bi pêşde, gavak bi paşde avêtîye.

Heman wekî pergal û rewşa neha ya Tirkiyê ye. Em dixwazin şirovevanên filma bi rengekî rasteqîn şiroveyên xwe li ser filma bikin.

 

Baş xirab mîhrîcaneke dî me li şûn xwe hişt.

Fîlmên balkêş û jurîyen seranser…