Jiyana rawestiyayî (Still Life)
Jiyana rawestiyayî (Still Life)
Dema weşanê: Êlûn 11, 2014, 11:57 Dîtin: 598

Dema mirov ji dayik dibê dest bi mirinê dikê,wehe dibejê Uberto Pasolînî.

33. Mehrîcana Filman ya Stenbolêde, Derhinerê bi nav û degn ê bi xelat, Uberto Pasolînî ê Fîlmê bi Jiyana rawestiyayî (Still Life)(Durgun Hayat) bi rêkxistina serokê mehrîcanê pêşanî tamaşavanan dan.

Fîlm li ser jîyana miroven bêkes e. Derhinêr Pasolînî bere kameraxwe daye li ser karakter ê bi nave john. Mirovê ku bi tene dîjîn yan jî mirove ku kalin(îxtîyar) dema ku jiyana xwe ji dest didin, john li xizm û malbata wan kesan digere dema ku kesekî wan nabîne, ew bi xwe ji wan re merasîmekê çedikê wan di veşerê.Bi salan li ser nave şaraderîya bajarê Londonê dikê.Rojeke şaraderî jere nameye dişînê u dibejê êdi em te ji kar di avêjin,dibejin ku John karêxwe baş dike, lê pir bi hedî ye û ne bi leze. John ji ber vê yeke pir xemgîn dibê. John di roja dawî de dema ji kar derdikeve û diçe mala xwe, di derbasbûna rêkê ve terembêlek lêdixe û John jiyana xwe jidest dide. Paşê John dema ji bo binaxkirinê tê birin kesekî wî tuneye. Li ser terembêlê meytê wî, tenê keşayê dêrê li gel wîye. Ev serpêhatiya ku beşek ji rastiya jiyanê pêşan dide beşekî xembare. Xêynî ve yekê jî gelek tişt vedibêje, gelek hêst li ser mirovan dibarîne, gelek nêrîn, raman, zanyarî û têgihîştin dide mirov, di mêjiyê temaşevanan de deriyekî mezin vedike.

Pişti pêşandana Film, Derhêner Pasolînî bersiva pirsên temaşevanan da û got ku – Ez jî mirovekî bitenê me û ez xwe di jiyanê de wisan dibînim. Dema min çîroka film nivîsî ez gelik çûme ser binaxkirina û goristana lê min di serê xwe de çîroka film bidawî anîbû. Tenê min dixwest ku dawiya film weha çêbibe. Got ku bi giştî hizir û ramanê wîye û neha jî bi tenê ye.

Ejî di bejim Pasolînî deste u penusate xweş serkeftin jitere.

Ez di bejim kesên kû ji sînemayê hez dikin bila vî fîlmî temeşa bikin.

Senarist: Uberto Pasolînî

Derhinere dimene: Stefano Falivene

Muzik: Rachel Portman

Lîstîkvan ( cast ): Eddie Marsan, Joanne Froggatt, Karen Drury, Andrew Buchan, Neil D, Souza

Çekirin: İngiltere, İtalya, 2013, DCP, Renkli

Xalate ku girtine: 2013 Venedik Derhinere heri bash–Ufuklar, Eleştirmenler Ödülü