Tu jî Dikarî Biaxivî / Hîndarîyên Axaftinê 1
Tu jî Dikarî Biaxivî / Hîndarîyên Axaftinê 1
Dema weşanê: Gulan 28, 2020, 11:06 Dîtin: 2158

Gelek kes hene ku dema ku dixwazin li hemberî komekê biaxivin şerm dikin, zehmetîyê dikêşin, bêhna wan diçike, rûyê wan sor dibe û her tişt ji bîra wan diçe. Ez bi xwe jî yek ji wan kesan bûm ku dema ku min dikir ez di civînekê da biaxivim, min nedikarî. Bêhna min diçikîya, gotin ji bîra min diçûn û min nedikarî ez fikirên xwe bînim ziman. Bi rastî jî ev yek ji bo min kêşeyeke gelekî mezin bû. A ev hîndarî ji bo wan kesan e ku nikarin li hemberî girseyekê biaxivin.

Ev azînên hîndarîyan yên ku kêşeya neaxaftinê çareser dikin, ez ê niha û di nivîsên bê da jî behs bikim, min yek bi yek bi xwe pêk anîye û loma jî ez dixwazim hûn jî pêk bînin û bigihêjin wê astê ku bikarin bi hêsanî li hemberî girseyan hestên xwe bînin ziman. Ev hîndarî ew qasî kêrhatî ne ku heke hûn li gorî ku tê xwestin pêk bînin, ev pirsgirêka hanê ya ku em qal dikin dê bi temamî ji holê rake. Divê ez vê yekê bi bîr bixim ku hûn li ser torên civakî nikarin van hîndarîyan bê pere peyda bikin. Ji ber ku ev hîndarî tên firotin.

Kursên geşedana kesanî van teknîkên hîndarîyan yên ku pirsgirêkên neaxaftina li hemberî girseyan çareser dike, li ser torên civakî bê pere ji mirovan ra nabêjin. Lê belê ez pere ji we naxwazim. Ji ber ku ez dixwazim bila kurd pêş bikevin û bikarin bi hêsanî li her derê fikirên xwe bînin ziman. Divê bê zanîn ku ev hîndarî wekî rêze-hîndarî ne. Divê hûn van li gorî rêzê bişopînin û pêk bînin. Bo nimûne, heke hûn hîndarîya yekemîn pêk neînin derbasî hîndarîya duyemîn bibin, wê demê dê bi kêrî we neyê. Loma jî divê hûn li gorî rêzê pêk bînin. Piştî van daxuyanîyan, em dest pê bikin…

Hîndarîyên Axaftinê 1

Hîndarîyên axaftinê ew hîndarî ne ku ji bo mirov bikare baş behsa mijarekê bike, ji bo mirov bi awayekî herikbar biaxive, ji bo mirov bikare bi hêsanî behsa serpêhatîyan bike, mirov pêk tîne.

Di vê hîndarîyê da du kes pêwîst in. Ji bo vê yekê hevalekî/ê yan jî ji malbatê kesekî/ê peyda bike û vê xebatê jê ra bibêje. Divê hûn vê hîndarîyê bi hev ra bikin. Tiştê ku divê hûn bikin ev e:

Di serê xwe da rastgele peyvekê hilbijêre û ji yê/ya li hemberî xwe ra bibêje. Dûra bila ew kes jî ew peyv çi tîne bîrê bila ji te ra bibêje. Dûra ew peyv çi tîne bîra te, tu jê ra bibêje. Bi vî awayî yek tu, yek ew, yek tu yek ew, hûn ê lîstikê berdewam bikin.

Mînak:

Dibistan                      Xwendin

Mamoste                    Spartek

Pênûs                          Lênûsk            

Bi vî awayî yek tu, yek ew, peyva ku yekem car tê bîra we, ji hev ra bibêjin. Heta ku ji destê we tê, lîstikê bilezînin. Ji bîr nekin, hûn çi qasî bi lez bifikirin bibêjin, ew qasî baştir e. Vê hîndarîyê di her fersendê da 5-10 xulekan û ji hefteyekê zêdetir bikin. Bi saya vê egzersîzê, mêjîyê we dê hînî hilberîna peyvan bibe û dê peyvan zû bîne bîra we. Heta hîndarîyeke din, bimînin di xweşîyê da.

Bawer Agirî
24.05.2020