DIVÊ EM ÇIMA ZEXTAN LI SER HESTÊN HEV ÇÊNEKIN?
DIVÊ EM ÇIMA ZEXTAN LI SER HESTÊN HEV ÇÊNEKIN?
Dema weşanê: Êlûn 4, 2019, 6:58 Dîtin: 2000

Di vê nivîsa xwe da ez ê hewl bidim ku bersiva ‘’divê em çima zextan li ser hestên hev çênekin’’ bidim. Her wiha ez ê ji alîyê pedagojîk ve balê bikişînim ser girîngîya parastina hestên zarokan ku ev yek me pir eleqedar dike. Heke em wekî dê, bav û mamoste bikaribin xwe ji nû ve ava bikin hest, mîmîk û jestên xwe di cî da bi kar bînin, em ê bibin ‘’xwe’’ ango ‘’ez ê xwe‘’. Belê, her kes bibe xwedîyê hestên xwe û bikaribe wekî xwe nêzîk bibe, jîyan dê xweştir û geştir bibe. Wê çaxê em ê bi hêsanî bibijin, ‘’zarokên me pêşeroja xwe ne’’.

Her zayend li gorî rewş û taybetîyên xwe cuda ye. Lê mêr û jin ji alîyê maf û dadê ve wekî hev in û di navbera wan da tu cudahî nîn e. Pêşîyên me xweş gotine: ‘’Mêr mêr gotî, jin jin gotî’’. Ev gotin bi awayekî zelal piştgirîya pedagogan dike û nirxê her zayendekê bêyî ku ferq û cudahîyê bixe navbera wan, mafê wan diparêze û radestî wan dike. Heke em hinekî din jî dakevin kûrahîya wateya vê gotinê, em ê rastî wateyên pir xweş werin ku divê ev wate ji me ra bibin spartek û ezmûn.

Em gotina ‘’Mêr mêr gotî, jin jin gotî’’ parçe bikin û pêşî li ser parçeya ‘’jin jin gotî’’ bisekinin. Ji ber ku ya ku dê ji me ra bibe rênîşaner ev gotin e. Ev gotin ji me ra dibêje ku jin nazik, delal, kubar û xwedîyê hest û mîmîkên cuda ne. Divê tu wekî mêrekî zextan li ser hestên jinê çênekî û wê neşibînî xwe. Heke tu midexaleyê hest û nêzîkatîyên jinê bikî, tu yê rastî jineke wekî mêran werî ku tu yê tu carî jineke wiha nexwazî. Tu jineke wekî mêran dixwazî? Heke bersiv ‘’na’’ be wê demê bihêle bila jin bi hestên xwe ve wekî xwe bimîne. Jin canecan e,diltenik, dilnzim û dilovan e. Dema ku tu bi hestên mêrtîyê zaxtan li ser wê çêkî, dê keseke mîna cinawir derkeve pêşberî te. Tu niha gilî û gazinan dikî û dibêjî ku jina min mîna mêran e. Ez li hemberî wê tiştekî hîs nakim! Tu çima van gotinan dibêjî? Ji ber ku bavê jina te hê di zarokatîyê da hestên wê têk birin û ji holê rakirin. Hest ji holê radibin? Erê, radibin.

Xezûrê te di zarokatîyê da bi gotinên çors û qebe keça xwe biçûk dixist. Xezûrê te hestên jintîyê hê dema ku jina te zarok bû xera kir, jê bir û hestên xwe yên mêrtîyê li ser wê ferz kir. Tu niha rabûyî dibêjî ‘’jina min wekî mêran e, ez hîs û hestên jintîyê tê da nabînim ango jîyana me heta du salan baş bû, lê niha ez tiştekî li hemberî wê hîs nakim’’ . Di vir da sûcê te jî heye. Ji ber ku tu jî midexaleyê hestên jina xwe dikî. Jina te ji bavê xwe xilas bû, îcar ketîye bin zextên te. Tu di bin navê pêşnîyarê da midexaleyê kinc, xwarin û vexwarin, rabûn û rûniştin, mîmîk û jestan wê dikî. Erê, tu jî wekî xezûr û xasîya xwe zextan li ser jina xwe çêdikî. Dema ku jina te zarok bû, xasîya te jê ra digot: ‘’Dev ji wan liv û tevgerên xwe yên tewşo mewşo berde, nizanim tu dişibî çi.’’ A hestên jina te di vir da mirin. Dema ku xezûrê te ji keça xwe ra digot: ‘’Tu wisa bimeşî, tu bi zilamekî ra biaxivî, ez te li derve bibînim, ez ê te bikujim, lingê te bişkînim û ez ê te pirtî pirtî bikim.’’  A di vir da jina te şibî mêran. Jin dayîk e, afrîner e, xwedîyê hunera sebrê û birêvebirina cuda ye. Ew zarokan xwedî dike û jîna malê rengîn dike. Loma jî divê mêr bi tu awayî midexaleyê hest, mîmîk û jestên wê nekin.

Gotina ‘’mêr mêr gotî’’ jî dibêje ku keça xwe hez bike, jina xwe hez bike, bibe wekî camêran û rêbertîyê ji malbata xwe ra bike. Erk û berpirsyarîyên xwe yên bavtîyê bîne cî. Çors nebe! Bifikre ku hestên keça te û yên jina te jî hene. Zextan li ser wan çêneke û wan neşibîne xwe. Bihêle bila liv û tevgerên wan azad bin. Divê tu zanibî ku mîmîk û jestên jinan ji yên mêran cudatir in. Li keça xwe temaçe bike, li jina xwe temaşe bike û wan guhdarî bike. Dema ku keça te ji dîya xwe ra bi nazdarî dibêje ‘’dayêêê’’ neweya dengê wê guhdarî bike. Mîna muzîkê ye ne wisa? Çi qas xweşik dibêje. Dema ku keça te ji te ra bi nazdarî dibêje ‘’bavooo’’ melodîya dengê wê guhdarî bike. Mirov pê efsûn dibe ne wisa? A ev hest û taybetî yên jinê ne. Divê tu midexaleyê wan nekî. Heke tu midexaleyê hestên wan bikî, tu yê wan bişibînî xwe û jîyan dê li ber çavên te reş bibe. Paşê tu yê bi gilî û gazinan serê xwe li dîwaran bixî û bibêjî, ‘’Hestên jina min bi ku da çûn? Keça min çima wekî mêran diaxive û liv û tevgerên wê çima wekî yên miran in?’’

Geşedana hestên zarokan di qonaxa pitiktîyê da dest pê dike. Divê bê zanîn ku zarok jî mirov in û hestên wan jî hene. Ew jî wekî mirovên gihîştî xwedîyê hîsan in. Çawa ku hîsên hezkirin û nehezkirin, tîbûn û birçîbûn, westîn û enerjîk, coşî û necoşî, tirs û wêrekî, karîn û kirin û hwd bi mirovên gihîştî ra hene, her wisa ev hîs bi zarokan ra jî hene. Pedagog wiha dibêjin: ‘’Di mirov da pêşî hîs çêdibe, paşê hest û dûra jî ew hest kom dibe dibe nêzîkatî. Divê em van her sê hêmanên girîng ji bîr nekin.

Dê û bav hê di zaroketîyê da rêyên şaş didin ber zarokên xwe. Çi ne ew rêyên şaş? Her zayend xwedîyê taybetîyên cuda ne. Liv û tevger û mîmîkên zarokên keç ji yên kurikan cudatir in. Divê mirov bi vê zanebûnê nêzîkî wan bibe. Bo nimûne, zarokên keç nazik, kubar û wekî pembû ne. Axaftina wan cuda ye û dengê wan zirav e. Ew ê di pêşerojê da bibin xanimên hêja û dê bibin kevanîya mala xwe û malbata xwe bi rê ve bibin. Divê mirov li gorî vê yekê nêzîkî wan bibe. Divê mirov midexaleyê şêweyê wan yê kubarî, nazikî û delalîyê  neke. Keçik canecan in, xwezayî û dilgeş in. Di afirîşa wan da çorsî, qebetî û hişknêzîkbûn nîn e. Ev taybetî paşê bi rêya hîs û dîtinan di wan da peyda dibin.

Ez behsa serpêhatîyeke xwe bikim. Rojekê li cihekî zarokek derkete pêşîya min û sekinî. Dîya wî jî li cem wî bû. Min jê ra got: ‘’Bi destûra te, ez dikarim derbas bibim?’’ Dîya wî li min nihêrî û wiha got: ‘’Fermo derbas bibe, mirov ji zarokan destûrê dixwaze?’’ Min got: ‘’Helbet divê mirov ji zarokan jî destûrê bixwaze.’’ û ez çûm rêya xwe. Binêrin dê û bav zarokan naxin şûna şexsekî. A ev yek dibe sedama ku zarok bêhest û vîn bimînin. Divê dê, bav û mamsote di vê zanebûnê da bin ku hîsên zarokan jî hene û ew jî xwedî hestan in. Divê dê û bav nirx bidin zarokên xwe. Tiştê ku mirov mezin û serfiraz dike hêjatî û nirx e. Hemû zarok hêja ne, hemû zarok xweşik in û hemû zarok pêşeroja xwe ne. Heke em dixwazin pêşerojeke baş ji bo zarokan ra ava bikin, divê em alîkarîya wan bikin, hîsên wan xurt bikin û wan perwerde bikin. Heke em dixwazin bûk û zava, dê û bavên baş ava bikin û kesayetên zana û xurt biafirînin, divê em zarokan biçûk nexin.

Mirov dibîne ku  dê, bav û mamoste gotinên şibandinê yên biçûkxistinê yên wekî ‘’tu çi qûna xwe ba dikî, rast bimeşe, di mal da nemeşe, li vir nesekine, wekî mêran be, xwe rast bike, xwezî tu kur bûyayî’’ ji keçikan ra dibêjin. Divê ev gotin bi tu awayî ji wan ra  neyên gotin. Ji ber ku ev gotin hîsên keçikan diguherînin û pêkan e ku ew xwe bişibînin kurikan. Her wiha zarokên ku rastî gotinên wiha tûnd werin, di wan da kesayeteke xurt ava nabe.

Divê dê, bav û mamoste ji zarokên kurîn ra jî van gotinan nebêjin ‘’tu qurbana zarokên xelkê bî, ji te xêr nayê, tu ehmeq î, aqilê te tune/naxebite, tu ker hatî tu yê ker herî, tu hînî tiştekî jî nabî û hwd’’ nebêjin. Ji van gotinên çors û biçûkxistinê ji keçikan ra jî tê gotin. Divê ev gotin bi tu awayî ji wan ra neyên gotin. Ji ber ku ev gotinên biçûkxistinê astengîyeke mezin di geşedana zarokan da çêdikin û nahêlin zarok bi pêş bikevin. Heke zarok rastî sext û biçûkxistinê werin, ne mimkûn e ku pêş bikevin. Dema ku mezin bibin jî dê bibin xwedîyê kesayetên pelçiqî, çewisî û reben. Kî dixwaze zarokên wan wiha bibe? Bê guman tu kes naxwwaze.

Pedagog dibêjin ku zarokê ku ne xwedîyê hêza hestyar be, nikare bibe xwedîyê hêza fîzîkî jî û vê gotinê jî lê zêde dikin, ‘’tirs, astengîya herî mezin ya li pêşîya birêvebirina hestan e’’. Em di vir da fêm dikin ku divê hestên zarokan bên pêşxistin û neyên çewisandin. Em di gelek cihan da rastî gotina ‘’divê mirov hestyar nebe’’ tên. Ev gotin pir şaş e. Ji ber ku hestên mirovan nîn bin, mirov nikare projeyên baş pêşkêş bike. Mirovekî bêhîs û bêhest nikare pêşengîya civakekê bike.

 

Encam

Her zayend li gorî rewş û taybetîyên hestên xwe cuda ye. Divê em vê yekê zanibin ku mîmîk û jestên mêr û jinan (keç û kuran) ji hev cuda ne. Gotina bapîr û dapîrên me ya ‘’mêr mêr gotî, jin jin gotî’’ piştgirîya pedagogan dike. Ya rastî ev gotin ji bo me hişyarî ye. Ji me ra tê gotin ku bila her kes sînorê xwe nas bike. Tu kes midexaleyê şêweyê jîyana kesî neke û ne bila jin bişibe mêran ne jî bila mêr bişibe jinan. Heke em îro bigazin in ku jin tevgerên mêran dikin û wekî wan nêzîk dibin, wê çaxê divê em midexaleyê hest, mîmîk û jestên wan nekin. Heta divê em han bidin wan ku ji bo ew tevgerên jintîya xwe pêk bînin. Her wisa divê mêr jî mîmîk û jestên ku aîdê wan in pêk bînin. Heke mêr teqlîdê jinan bikin, îcar rewş dîsa xirab dibe. Ji ber ku di malbatekê da ne mêr dixwaze jin teqlîdê mêran bike ne jî jin dixwaze mêr teqlîdê jinan bike. Teqlîdkirin di nava demê da bi zextan pêk tê yan jî heke zayendek bi dilê xwe hestên zayendî nejîyabe, mimkûn e ku xwe bişibîne zayedeke din. Divê dê, bav û mamsote sedem çi dibe bila bibe ji zarokan ra gotinên çors yên biçûkxistinê nebêjin. Ji ber ku ev gotin pandoreke pir mezin li ser zarokan çêdikin. Gotinên wekî ‘’tu nabî mirov, aqilê te tune, zarokên filankesê ji te biaqiltir in, tu zû biz û hîn nabî û hwd’’ asteng in ji bo geşedana zarokan. Loma jî divê mirov van gotinan ji bîr bike û ji jîyana xwe derxe. Dê, bav û mamsoteyên baş hîsa ewlekarîyê didin zarokan û ji bo geşedanê han didin zarokan. Divê bê zanîn ku dema ku zarok xwe biewle hîs bikin, pêş dikevin û geş dibin. Li cihê ku gotinên biçûkxistinê, tirs, bêbawerî, çorsî û bêhestî hebin, li wir paşketin, paşdamayîn û çewsandin heye.

Bawer Agirî