Serdema Nûjen û Dewleta Neteweyî
Serdema Nûjen û Dewleta Neteweyî
Dema weşanê: Adar 20, 2019, 11:03 Dîtin: 902
Serdema Nûjen û Dewleta Neteweyî 
Yekê fransî, swedî, îngilîz, japonî, hindû, tirk yan ereb, dikare bibêje ku ez dewleta neteweyî naxwazim û di roja me de, pêdivî bi dewleta neteweyî tune. Lewre wan hemû mafên xwe yên neteweyî bi dest xistine û hemû hêjahiyên çanda xwe, bi serbestî dijîn. Li vir ayan e ku bi nirxên xwe yên neteweyî, xwe mîna perçeyeke çanda gerdûnî dibînin û heke dewleteke wan tunebe jî, sîstema ku qala wê dikin, dê karibe çanda wan ya neteweyî di siberojê de jî biparêze. Lebelê, rewşa me kurdan ne wiha ye û em hêjî di bin zilm û zordestiyê de ne, çanda me li ber man û nemanê ye û em hêjî, rastê komkujî û jenosîdan tên. Xasma di erdnîgeriyeka mîna Rojhilata Navîn de, beyî hebûna çeper û sînorên neteweyî, xweparastina neteweyekê ne hêsan e û ne guncan e, ku kurd dibêjin 'em dewleteke neteweyî naxwazin.' Di roja me a niha de nexwestina dewleta neteweyî, pejirandina asîmilasyon û helandinê ye, ku di vê yekê de tiştekî ku dê mafên kurdan yên takekesî bi xwe re bîne jî, tune. Hertişt, bi xwestinê dest pê dike, divê em ewilî bixwazin.

Ali Gurdilî 
felsefevan@hotmail.com 
22.03.2016